PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Dîlê





Dîlê hesreta Xecê

Hemî caran
pirsa dîn
ne hêle bînahî
ji sawîran revê bike ...!!

Digel min derya bibîne,
dibe ko rok
vê êvarê lêvan sor bike...!!

li ser latê rûniþtî,
hest bilind bû,
kûr bû;
pêlan ew þûþtî...!!
du pêt ji rû keniyan,
destê min li dor gerdenê
cam û
mircanan
þahiya me pîvan....

Perwîn li jorê
bendewariyê dike,
çiya hêmin bû,
kevoka min lîsa li ciya…!!
bi ber de çûm,
bi xunavî
peyv ji dev bariyan…
tu bûyî
wêne û sawîr
li tabloya hiþ û
mejî …!!

Kewê
li ser zinarê dil cî girtî…
bi bask û çengan
xewnerojkên min pêçan.
destek da hîvê,
destek da serê min,

li ser çogê hejand…

Ramanan berê
mijûlî dikirin;
hin bûn aho,
li ser pêlên xewnê dilîstin…!!

Dilê min wek mendalekî
bê dan û standin
di pêçeka evînê de
bê tevger ma…!!

Bê çare
ket landika xeman
temen da ber hêviyê,
û
dîlê hesreta Xecê
li ser sîpan;
li dû pez koviyan
her û
her ma…!!


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg