DeryaDerya rewrewkêDerya rewrewkê…dîsan li zindana piçûk vegeriyam …!! dîsan çar dîwar; çar çiya, min da ser rêka dûr… Ne rengê berfa welêt, ne sînorekî xwiya dibînim… tev de bûn hêviyên winda… !! Dengê hevalê min, li ber guhê min zîz e. Dengê karwanê xewnê dilê reben dibihîze do min ew dît, do bû… jiyan bû… hîv li govenda xwe gerand…!! Hovk û semawend, cejn û sersal geþ bûne..!! Yar bi dest girt, û li nik hev du kewên kedî ne… hem tej û cil li ber pê raxistîne …!! Stêr ji nêv tariya xwe bi ber min de hat … cegera Vînos, ji destê min çû.. !! lê pêjn û saw þiyar in… þiyar …!! Dîsan dengê hevalê min tê, dîsan guh miç im; kengî ziringîniya kilîtê bê, hew xwe digrim rawestan li can nîne ..!! Seyranên sawîr û hestan di derya rewrewkê de ev roj û hemû roj, birûsk in , pêt in, û agir in, ziyanên dîliyê ne, girtîgeha cih û war in…!! Sê dan ev derdên giran, peyveke vêketî dernayê…!! ev dilþewatî, hineriya te li min … ez ê çi bikim.? dîsan vegeriyam li te zindana piçûk… ? 13. 03. 2000 Rojavayê Kurdistan Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007 Ezîz Xemcivînhttp://www.pdk-xoybun.com |