PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Xewnê




Xewnê

Xewnê þêrînê,
çiqas xweþî,
gava tu li van
çend hezar
kîlomitran
na pirsî
ne…çol,
ne…rê…
ne…çiyayên qûmê
û
ne deryayê birînê…!!

Xewnê þêrînê,
çiqas xweþî,
li nav zarokan
tu min datînî;
li nêv lîstikên
{Jîn û Hînê},
li hembêza odê;
li warê dê û bavan;
xwiþk û
bira û
Nesrînê…!!

Xewnê,
bilindê,
buhayê,
ma tu baskên {Buraqêyî} ?
þevekê min bi yezdanan ve
digehînê..?
û laleþê seredan dikim…!!

Li nêv gul û
nêrgizan;
li hewþa xwe,
nexþê dûriyê,
bi min diwênînê…!!

Þevbuhêrkek li gel yarê,
em vêketî ne
li ber kaniyê,
perwanan li xwe dicivînin;
bilbilê welêt
ji hêlînê bi þadî difirînin…!!
xema gula bihriyê;
ew jî weke me dixwînê…!!

Xewnê þêrînê,
bela salmidêr tu xewn bî,
bela buhar
ji awira te ne reve,
bela dîrok û dem bibeze,
bela perde biçire,
bela cawê reþ
ji ber çavan birize…!!

Bela xewnê þêrînê;
rewrewka dildaran
bibe deryake evînê …!!
bela {Sitî xatûn}
li gel {Tacidîn} agirê keserê,
bi kîlomitran ve dînê…!!

Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg