PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ey Leheng





Ey Leheng

Gava heyvê
xwe sipart lehengiya te…
peyvên te,
bi kenê þevê re vêketin…
gotin: ey ahoramezda,
yezdanê hêzê
bi çînî tu tovê,
þîn tê bi destê te þîn tê…
û niha tu dê yî, tu bavî
ey sermeyandarê mezin…
cîhan
li ber te bû ye pêtek,
xurirst ava bûye,
qonax bi qonax
xwe sipartiye ser kopalê te…
ey jîn,
ey hîn,
û ey evîn…
germ û serme
darê xwe li ber te
þikandine..!!
tirsa qels,
newêrekiya gavan
nikarin berê xwe
bidin çiyayê te;
ey çiya,
ey hêz,
ey birûska peyvê,
nav û
nîþanê te
li meydanê kêferatê ne,
destek bi gurz e,
destek bi kuling e
û
her destarê dilan
sawa te di hêre…!!

Çelengiya te,
mêrxasî,
hevrikê ba û bahozê
li panava asîmên
stûnek li dar e,
rojhilat û rojava
te dan ser
her du qiloçên xwe …

Ey mêj û buhirî,
ey niha,
ey paþeroj,
gulav ji banga te bariya
û
bela bû …!!

Hevîrê jînê
di koda çavên te de
tirþ bû…
li ser kela dilê te,
bû nan…!!
ey nan,
ey agir,
ey mêrkujê pezkovî;
ew pezkoviyê ronîkuj..!!
awazê di jana birîndar de kelandî,
û
lehiya bêriyên evîndar…
ey çilka lezgîn,
ey jînxwaz
bi armanca serketinê
berê te wa li hêkê ronî bû;
dara te ber girt,
doza te zelal bû,
te kember
li pêkenînê pêça..!!

Ji denê jînê
meya serbestiyê te fir kir;
bawerî, mujde, her bawerî.
nama te ey mirov,
nama pîroz
diyariya rokê hinart…!!


Rojavayê Kurdistan
Helbesta Ji Pirtuka Zîndana Piçûk
Dema weþana helbestê, 03. 02. 2007

Ezîz Xemcivîn

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg