PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Fehîm Iþik : Nameyekî Vekirî Ji Endam Û Damezrênerên KÜRT - KAVÊ Re...




Nameyekî Vekirî Ji Endam Û Damezrênerên KÜRT - KAVÊ Re...

Ew hissê ku ez nameyekî vekirî ji endam û damezrênerên KÜRT - KAVê re binivîsînîm, di sempozyuma “Kurd Çi Dixwazin ?” de, zêdetir derket holê. Yên zextê li vê raya min kir hin axaftvanên sempozyumê bûn. Bêgûman, sedema yekemîn axaftina Miraz Ronî, a duwem jî yê Remezan Pertew bû.

Birêz Ronî, ji hûndir li meseleyê nêrî û bêyî ku rexne li desthilatdaran bigre, ne tenê li ser navê xwe, lê bi ser navê hemû kesayetiyên ku di dezgeyên sîvîl a Kurda de xebitîne û hê jî dixebitin, xwerexneyekî rêk û pêk da. An jî ez weha diþopînîm.

Belê, ew xwerexneyên Birêz Ronî, ne ya wî tenê bû; xwerexneyê me hemûya bû ku bi rastî em tu dezgeyên Kurd, piþtî ezmonên ewqas sala jî, hê nebûne dezge...

Birêz Pertew jî li ser hin esasên ilmî sekinî û pevgirêdana ziman û psîkolojiyê bi awayekî rêk û pêk anî ziman. Ev yeka bi min carekî din jî da nîþandan ku, em Kurd paþeroja xwe nafikirin. Belê, zimanê me ji holê radibe, zarokên me bi zimanên xwe naaxivin û em ‘nasraw’ û ‘rewþenbîrên’ Kurd, ‘dezgeyên’ Kurda, nikarin pêþî li vê yekê bigrin...

Sedem vê yekê em rewþenbîrên Kurd in; bi taybetî jî dezgeyên me yên ‘sîvîl’ in...

Bêguman, ew gotinên min nayê wê maneyê ku teblîxwanê me yên din tiþtên pûç û vala gotin. Her yek di warê xwe de gelek tiþtên girîng gotin û bi piranî jî ji hûndir li meseleyên nêrîn. Ango, dev ji dijminên bêbext berdan; em çi dikin, wê lêkolan. Ji xwe yê pêwîst jî ev e.

Berî niha 9 salan jî me hin rojnamegerên Kurd li Med - Koma Stenbolê bi sebaret 100 saliya Rojnamegeriya Kurdistan sempozyumekî amade kiribûn û hin rojnamevanê me yên Kurd, bi vî çavî, ango bi çavê, Kurd çi dikin, di çe merhaleyê de ne li meseleyê nihêrîbûn û eþkerekiribûn ku Kurd di sed saliya xwe de jî hînî rojnamegeriyê nebûne; rojnamegerî çiye nizanin...

Bi ya min jî rastî ew e ku Kurd, heta ku li xwe þopa xwe nenêrin û kiryarên xwe ji çav derbas nekin, nikarin yek tiþtekî jî bikin. Divê em ji niha þûnve vegerin û li xwe binêrin. Eger em kêrî bi tiþtekî tên, ser sera û ser çava... Na em bi kêrî tiþtekî nayên, divê em xwe paþve bikþên ku yên kêrhatî bikaribin derkevin pêþ.

Ev nameya min a vekirî jî bo vê yekê jî hatiye nivîsandin.

Ev bû dema duwemîn ku di rêvebiriya KÜRT - KAVê de cîh digrim. Dema yekemîn de, incax 6 meh di rêvebiriyê de mam. Rêvebiriya dema dûwemîn, bi qasî misqalî zerre ji mejiyê min derbas nedûbû. Lê li ser hin pêþniyarên, heta li ser hin zextên hevalan, bêçare mam û min xwe di rêvebiriyê de dît.

Bêgûman, jê poþmam nînim. Heta ku ji destê min hat, ji bo kar û xebatê Weqfê û ji bo pêþketina Kurda û pêþketina dezgeyên Kurda xebitîm. Hin astengên navxweyî çêbûn; yên pêwîst bû alîkariya me bikin xwe paþve hêlan; hin hisabên biçûk derketin pêþiya paþerojên Kurda; min dîsa jî xwe paþve nekiþand. Min soz dabû xwe ku carekî din îstiqala xwe nedim. Min neda jî... Çi astengî derketin pêþiya min; çi hisabên biçûk derketin holê; min dîsa jî xwe paþve nekiþand. Hin car bi tena serê xwe jî mam, heta çêrên ne xweþ jî hatin gohên min, dîsa jî min xwe paþve nekiþand û karê xwe yê rêvebiriyê heta dumahiyê anî...

Îro roja Kongra 8emîn e. 98 damezrêner û 27 endamên heyî, ango 125 kesên “nasraw”, wê yekemîn saziya fermî ya Kurda bibin Kongra 8emîn.

Lê ka li rewþê binêrin, em di çi halê de ne...
Kî ji van endam û damezrênaran li ortê ne ?
Kî ji van endam û damêzrenaran xwedîtî li Weqfê dikin ?

Kî ji wan endam û damêzranaran, Weqif wek dezgeyekî mîllî difikirin û gavên xwe jî bi gor vê yekê davêjin ?

Dizanim, wê hin hevalan ecizî bikin. Lê dîsa jî ez pêwîst dibînim ku ray û ramanên xwe eþkere bibêjim.

Endam û damezrênerên me yên ku li ortê ne, ne bi qasî hejmarên tiliyên me ne.
Yên xwedîtî li Weqfê dikin, ne deh kes in.

Ji endam û damezrênerên me, yên Weqfê wekî dezgeyekî mîllî difikirin, belku 20 kes jî nînin...

Belê rewþ ev e...
Em ewqas in û bêçare ne...
Ji vana wêdatir, yek tiþtekî tûne ye.

Û yên xwestin destê xwe têxin bin kevir jî, me pêþî li wan girt. Sedeman li wan nîþan dan û me ji wan re got ku, hûn ne endam in an jî ne damezrêner in...

Tu dibê qey yên beþdarî çalakiyên me bûne, yên xwedîtî li Weqfê kirine hemû endam û damezrêner in ?

Ji alî din hin tiþtên din jî hene ku bi rastî ez wê rûya li xwe nabînim ku di nameyekî vekirî de eþkere bikim. Ne ku ji wan kesên dûrutî kirine ji wan ditirsim. Naxwazim navê Kurda xirabikim; naxwazim navê Kurda wekî heramiyan, wekî derewkeran eþkere bikim...

Lê mixabin ev xirabiyên han jî çêbûn.

Belê, belkû ez nikarim hin tiþtan bi rêk û pêk bêjim, îspat bikim; lê wekî qenaat ez pê qanî bûm ku hin kes dixwazin xwe bi navê Weqfê birûmet bikin. Evana her weha, çi bi þexsî çi bi siyasî, Weqif ji bo berjewendiyên xwe jî bi kar anîn. Yê min dîn kir, yê min mecbûr kir ku ez vê nameya vekirî binivîsînim, sedemek jî ev e...

Qet hewcê nake ku em xwe bi wir de û wê de bibin û bînin. Ne bi temamî be jî, ev rêvebiriya dumahî hewl da ku Weqif ji qomayê, ango ji halê mirinê derxîne û di saya teknolojiya hemdem de, vê yeka jî pêkanî. Belê, Weqif ji mirinê xilas bû; lê ne bi hewla damezrêner û endamên Weqfê... Bi saya teknolojiyê; bi saya pêywendiya hemdem...

Bi saya teknolojiyê û bi saya hewla hin rêvebiran, îro Weqif hatiye merhaleyekî girîng.

Roja ku rêvebiriya hetanî 4ê Sibatê li ser kar e hatibû hilbijartin, bînaya Weqfê ji pîsîtiya miþk û pîsîkan nedihat dîtin. Teqrîben 2 sal bûbû ku deriyê Weqfê nehatibû vekirin. Di destpêkê de nêzî mehekî em bi paqijiya Weqfê ve mijûl bûn.

Her weha Weqif deyindar bû. Elektrîka wî, telefona wî, ava wî hatibû birîn. Yên dihatin Weqfê ji sermana diqefiliyan. Ji tarîtiyê çav çavan nedidît.

Ji xwe rêvebirên kevin yê beriya me her carekî jî neciviyabûn ku çareyekî ji pirsgirekên Weqfê re bibînin. Ango, derd û karê Weqfê çiye, li pêy neketibûn. Tenê rêvebir bûn û nehiþtibûn Weqif ji holê rabe, bimre... Belê, Weqif nemiribû, lê di qomayê de bû...

Di dema Kongra 7emîn de hin heval min jî qanî kirin ku wê Weqif rabe ser piyan. Li ser vê yekê em bi hin hevalan re carekî din bûn namzet û ketin rêvebiriyê.

Kor û topal, kêm û zêde, Weqif îro 24 saet vekiriye. Herî kêm mehê carekî çalakiyekî pêktîne. Þevan amade dike. Pêþangahan vedike. Kitêban derdixe. Deyindar nîne. Salonekî civînê ya rêk û pêk hate çêkirin. Yek salonekî hunermendên Kurdan tunebû ku bikaribin berhemên xwe lê raxin. Lê îro salonekî taybetî ya pêþangehê li KÜRT - KAVê heye. Kalorîfera Weqfê hate çêkirin. Sempozyum tên amade kirin. Bi riya teknolojiyê be jî bi hemû dinê re, bi hemû endaman re, bi hemû damezrênaran re, bi hemû rewþenbîran re pêywendiyê Weqfê heye. Pêywendî bi Hukumeta Baþûr re hate danîn ku em, hem bi hev re hin çalakiyan pêkbînin û hem jî xwendekarên Kurdên Bakûr biþînin zankoyên Baþûr. ( Ku encama ev xebatana hê jî diyar nîne. Çima diyar nîne ? Wekî rêvebirekî Weqfê ku bi nêzîkî salekî ye bi van karan re mijûl im, ez bi xwe jî nizanim. )

Tabî, derdê me ne tênê ev in. Di hin tiþtên din de jî em bi ser neketin.

Bi gotinekî din; Weqif ne tenê malê damêzrêner û endaman tenê ye. Weqif malê herkesê ye; malê her Kurdekî ye. Yên bixwazin di Weqfê de karbikin, divê derî her daîm ji wan re vekirîbe. Lê yên xwestin ku di bin banê Weqfê de bixebitin, rê li ber wan nehat vekirin.

Fikrekî usa derket holê ku hinek din li Weqfê karbikin, wê Weqif ji destê me bifire...
Belê, kêm û zêde, rast û nerast, kî/ê çi dibêje bila bêje, evan karana hemû çêbûn. Hin kar hatin çêkirin, lê mixabin, mantalite neguherî, me bawerî bi hev neanî. Sîvîlîzebûn bi cîh nebû. Yên wekî min ku bi îddîayê sîvîlîzebûnê derketibûn holê, di sinifê de man.

Ji alî din me tu kesek, gavekî ji rastiya xwe paþve neavêt. Em di paþ deriyan de axivîn û me her yek got ku yê rast em in, ji me wêdatir rastî nîne. Heta hin caran, em li ser navê yekî din axivîn, me qenaatên xwe wekî rastiyekî ji herkesekî re eþkere kir. Vê yeka min bi xwe jî kir.

Ya herî girîng jî, me nikaribû em hisab ji hev û dû bipirsin. Kî ku rexne li yekî din digirt, li binî tiþtekî din dihate gerandin. Rexne, wekî bingehekî komployê dihate ecibandin.

Kêmasiyên me yên herî mezin ev bûn û hezar car mixabin ku çêbûn...
Niha ew qenaata min tuneye ku ev mantalîta me wê di demekî kin de bigûhere...
Ez ne yekî bê bîr û bawer im; lê hêviya min jî þikestinek xwariye...

Piþtî sempozyuma Weqfê min carekî din jî dît ku ev kêmasî ne tenê kêmasiya Weqfê ye. Hemû dezgeyên Kurda di vî halî de ne. Lê ji ber ku ez rêvebirê Weqfê me, KÜRT - KAVê baþtir dibînim.

Ez bême dawiyê :
KÜRT - KAV, dezgeyekî mîllî a Kurda ye. Wekî kesayetîkî xwedî îddîa, ew hêza min têr nekir ku bikaribim xeletî û kêmasiyên Weqfê bigorînîm. Ciyê ku pêwîst bû xwe bigorînîm, min wê yeka jî nekir. Ango, wekî hevalên xwe rexne dikim, ango wan tawanbar dikim, ez bi xwe jî di sinifê de mam.

Bêgûman, keda min vala neçûye. Heta ji min hatiye min kevirekî daniye ser kevirekî din. Lê ji ber ku hêza min têr nekiriye ku guherînê pêkbînim, an jî min xwe nedayî famkirin, dixwazim cîhê xwe ji kêrhatiyên din re bihêlim.

Her weha lê hay bûm ku ne tenê yên li der û dora min, ez bi xwe jî di nav kêmasî de me. Ji ber vê yekê jî ez dixwazim cîhê xwe ji yên kêrhatî re bihêlim ku yên kêrhatî bikaribin derkevin pêþ û karên baþtir bikin..
.
Hêviya min ew e ku Weqif bi rastî bibe dezgeyekî millî a Kurda.
Hêviya min ew e ku endam û damezrênerên Weqfê xweditiya vê dezgeyê birûmet a Kurda bikin.

Hêviya min ew e ku bila kesekî/ê li ser navê Weqfê hisabên biçûk neke.

Li gel rêz û silavên min...


Fehîm Iþik
Bakurê Kurdistan, 27. 01. 2007


Fehîm Iþik

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg