SÎDAR SÎDAR
Ka navê xwe bêje kubar
Evîn li min te kirye bar Ev dil li ser te dîn û har Bê te li minb nabî bihar. Wê navê xwe j imin negot Ronikê çavan tên cot bi cot Li min cerg û hinav te sot Li ser te dikim qîr û hewar. Dilê min tim te dixwazî Dikim nakim nabe razî Li ser te dike qîr û gazî Bi xem û kul û evîndar. Emir gihajt pêncî salî Min kêþandî bi vî halî Li bin desta maye dîllî Ezim reben ezim hejar. Xewa çava li min heram Bi dû te de gelkî geryam Bi vî karî ez westiyam ne hiþtim tu cîh û tu war. Min tu negirt bi vî rengî Sal derbasbûn hêdî hêdî Giyan bi herbana te bî Te ez kirime tar û mar. Çûm mahabat warê qadî Çûm dêrsim nik riza elî Min li amedê tû xweþ dî Rûkê te sorj xwîna min yar. Min ji nûv re ew yar naskir Temenê xwe ser xeles kir Horî û medan nav l ite kir Medya xweþe kalê hejar …! 11. 01. 2007 Kalê Kurdîsîhttp://www.pdk-xoybun.com |