PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



ÇELERGÊ




ÇELERGÊ

Di çelergê da
Geryame têda
Çavê min lê ket
Dilê min girê da.

Horî û sim sim
Ez ji rê xistim
Dema ez hatim
Ji nêv gund û pê da.

Çi kar xezale
Rind û delale
Ma ev çi hale
Te ez xistim tê da.

Çima bê piþtim
Bi ar birijtim
Evînê kuþtim
Ex ketim tayê da.

Narîn þêrin ken
Girtim dest û ten
Yar bê xap û fen
Min gotî wê ken da.

Bi þerm û fedî
Destê min girtî
Gote min hêdî
Tu ketiye dil da.

Wê yara þêrîn
Zor kirbû evîn
Kûr kirbû birîn
Ax di dilê min da.

Suriþt û melek
Yara çav belek
Xem kirin gelek
Wê xist cergê min da.

Rûniþtim bin dar
Hate nik min yar
Çi evînek har
Danî dilê min da.

Wê ez hilandim
Wê ez pêlandim
Wê ez þewandim
Ji neynûkê û pê da.

Ez çûm ber derî
Yar çav da girî
Dil ji min birî
Ez mam di hewþê da

Min xatir jê xwest
Kenya û vemest
Got dilêm tu xwest
Tu ketîye tê da.

Hinav bû agir
Di dilde bû gûr
Got kal were vir
Ji îroj û pê da..!


11. 01. 2007


Kalê Kurdîsî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg