PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



YEK Û YEK




YEK Û YEK

Tevde bibin yek û yek
Bigrin yara çav belek
Derdê kalo giran bûn
Xem û kul bûne gelek.

Li min bû nîvê þevê
Çav girtim ketim xewê
Berbanga serê sibê
Di xewnde min dî yarê.

Çi xewneke zilindar
Pir tahle wekî her car
Ji xem û kul û derdan
Min girtiya tayek sar.


Ez mam di vê tayêda
Ketim derdê yarê da
Dibin destê xelkê da
Hêvî neman di minda.

Hêvya min keç û xortin
Jîr û zana pir xurtin
Kes hew kare bistîne
Kû destê yarê girtin.

Tevde bibin yek û yek
Bigrin yara çav belek
Derdê kalo giran bûn
Xem û kul bûne gelek.


11. 01. 2007


Kalê Kurdîsî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg