PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Piþtî têkçûna þoreþê...


Þoreþa kurd careke din ji bo demekê be jî bi dawî hatibû. Barzanî, serok û serleþkerên þoreþê dîsa li nefiyê bûn. Barzanî û hevalên xwe, xwe avêtibûn bextê Þahê bêbext.

Barzanî êdî biryar dabû; wî diyar kiribû ko wî dev ji rolê serokatiya berdaye. Pêwîst bû êdî neteweyê kurd serokên din ji nav xwe derxe. Dema wî bi rojnamevanê Misirî Hasaneyn al-Haykal re xeber dida, wiha digot:

"Þoreþa kurd bi dawî nehatiye, niha bi tenê navbir daye û bêhna xwe dide. Rola min bi dawî hatiye, lê gelê kurd li cihê xwe ye û dikare serokên ko berxwedanê bi rê ve bibin ji nav xwe derêxe. Rola min tewa bûye, lê ne mumkin e ko dawiya gelê kurd were."

Barzanî ji destê dijmin, ji tade û zordariyên dijmin gelek dîtibû. Wî dizanibû ko dijminên kurdan çiqas dijwar û barbar in. Ji lewre jî tu caran xwe ne da destê dijmin. Xayîntî û bêbextiya dijmin di gelek rewþ û awayan de jê re bûbûn ders.

"Min xwe neda dest, lê me xwest ko em niha þoreþê bi dawî bînin. Bêþik min dikaribû piþtre jî þoreþ bida domandin, lê min nexwest zêde xwîn bête rijandin. Min her wiha xwest ko bi vî awayî rola xwe jî bi dawî bînim. Lê ev ne dawiya þoreþa kurdan e..."

Tevî van gotinan jî xwe avêtibû bextê dijminekî bêbext. Lê êdî tu mecal jê re nemabûn. Dor li wî û gelê kurd pir teng bûbû. Dijmin pir xurt û bi fen bû. Piþtî ewqas tekoþîn û serhildan gelek westiya bû jî. Ya rastî ew ne ji þer westiyabû. Ew bêtir ji bêbextiya dijmin û kurdên ko mil didan wan westiyabû.

Piþtî ko derbasî Îranê bû, nexweþîna wî hê bêtir giran bûbû. Heta ko di þoreþê de serokatiya serhildanê dikir, kes pê nehisandibû. Niha êdî wî nikarîbû wê veþêre û rewþ roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçû. Li ser vê partiyê û malbata wî di destpêka 1976an de Barzanî þiyandin Amerîkayê.

Têkçûna þoreþê di nav kurdan de rewþeke nû derxist holê. Kurd êdî bi hev ketibûn û çaralî hev sûcdar dikirin. Nîqaþên piþtî þoreþê, mîna her þoreþan, bi xwe re dîtin û þiroveyên cihê dixistin rojevê. Bêþik nakokiyên ko gelek caran berî þoreþê jî dihatin rojevê, vê carê êdî bêtir eþkere bûbûn. Dê vê rewþê kurdan bi her awayî perçe bikira û dê di pêvajoyê de alozî û nexweþiyên girîng bianîna holê. Ji hêlekê ve serokatî, ango malbata Barzaniyan dihat sucdarkirin û bi taybetî jî Barzanî bi kevneperestiyê dihat îthamkirin. Her wiha wê demê gelek kesan dîtinên çep û marksîzmê jî, ko êdî hêdî hêdî li Kurdistanê jî belav bûbû, ji xwe re dikirin mertal û êrîþ dibirin serokatiya þoreþê. Ji hêla din ve jî du rêxistinên cihê, YNK û Qiyada Miwaqit dest bi xebateke nû kiribû.

Þoreþ bi ser neketibû lê ne dibû ko gelê kurd bê serokatî bimîne. Ji hêlekê ve Celal Talabanî û hevalên xwe ji bo serokatiyê û avakirina tevgêreke xurt (YNK) çalakî dikirin û ji hêla din ve jî hinek endamên komîteya merkezî ya PDKê bi navê "PDK Qiyada Muwaqet" (QM) dest bi xebateke nû kiribûn. Wan ji xwe re "stratejiyeke nû" qebûl kiribûn û êdî xwe di nav sefên pêþverû de dipejirandin.

Yekemîn konferansa QM di tebaxa 1976an de li Berlînê çêbû. Barzanî, ko li Amerîkayê bû, dîsa weke serokê partiyê hat hilbijartin. Sami Abdulrahman bû sekreterê partiyê. Mesûd Barzanî, Cewher Namiq, Kerîm Sincarî, Alî Abdullah, Dr. Kemal û çend kesên din jî bûn endamên komîteya merkezî.

Barzanî li Amerîkayê di nexweþxaneyekê de dima. Ev ne cara pêþî bû ko dûrî welatê xwe bû, lê dîsa jî hesreta welat û azadiya gelê kurd di hiþê wî de bû. Tevî êþa xwe ya xedar jî ew li hatina neteweyê xwe difikirî. Tevî ko êdî ne faal jî bû, car caran bi rojnamevan û siyasetmedarên cîhanê re diaxifî û pirsa kurdî dianî ziman.

Çaxê ko Jimmy Carter bû serokkomar, Barzanî jê re nameyekê þiyand. Dê Barzanî di nameya xwe de wî ji bo hilbijartina serokkomariyê pîroz bikira û pirsa kurdan û tekoþîna wan bi dirêjî bianiya zimên. Wî her wiha rewþa têkçûna þoreþê û sedemên wê jî binav dikir û li ser alîkariya "dostên kurdan" ko hindik û bi derengî digihîþt destê wan agahdarî dida wî.

Barzanî di nameya xwe de ji Carter dipirsî:

"Birêz serokkomar, em ne li hember lihevhatina Îran û Iraqê bûn; lê gelo pêwîst bû ko kurd bibûna qurbanên vê lihevhatinê? Me kurdan bi soz û bextê Yekîtiya Amerîkayê û Îranê bawer kir û li hember cûntaya Iraqê þer kir. Ew soz û bextê ko ji bo azadiyê hatibû dayîn li kuderê ma? Li kampên Îranê yên penaberiyê? Li baþûrê Iraqê ko kurd hatin nefîkirin? Di belavbûna kurdan a li rojhilatê? Bi perçekirin û belavkirina malbatan, jin û zarokan? Di bin îþkenceyên mirinê de? Neteweyê YDAê ko ji bo hemû gelan þayanî serfiraziyê ye û bingehê yekîtî, azadî û demokrasiyê avêtiye, dikare piþtî vê rola ko di têkçûnê azadiya kurdan de leyîstiye, bêyî însîyatîf bimîne?"

Barzanî di nameya xwe de fikra Jefferson jî tîne bîra Carter û wiha dibêje:

"Dibe ko xeyalên me ne mîna yên birêz Jefferson berfirehbin. Lê em bi tenê otonomiyekê daxwaz dikin. Me ji bo vê þer kiriye, em ji bo vê mirine û em dê hertim vê bibîr bînin. Amerîkayê vê temînatê daye kurdan û ez ji hukûmeta we ya nû vê hêvî dikim."

Dê Jimmy Carter jî tu bersîv neda Barzanî. Barzanî pir aciz bûbû û careke din jê re name þiyand. Wî di vê nameyê de hêvî dikir ko Carter ziyaret bike û pirsa kurdî bîne zimên. Lê ev name û daxwaz jî bêbersîv ma.

Nexweþiya Barzanî di sala 1978an de pir giran bûbû. Lê wî wesiyet kiribû; divê biçûya welatê xwe û di nav gelê xwe de nefesa xwe ya dawî bida. Pir mixabin negihîþt Kurdistanê. Dema naaþê canê pak gihîþt Kurdistana rojhilat, bi sedhezaran kurd li bendê bûn û bi mîlyonan kurd jî xemgîn û melûl bûn. Neteweyê kurd serokê xwe, serokê serhildan û þoreþa salan wenda kiribû. Êdî Barzanî ji kurdan xatir xwestibû û çûbû ser heqiya xwe...

Tiþtekî gelek balkêþ e ko cîhekî taybetî ya meha adarê di jiyana wî de hebû. Ew di 14ê meha adarê de hatibû dinyayê. Wî di 11ê adarê de navê xwe li bin Peymana 11 ê Adarê dinivîsand ko vê peymanê mafên kurdan a otonomiyê qebûl dikir. Serokê nemir di 1ê adarê de çavên xwe ji jiyana bêbext re digirt û dest bi jiyaneke bêdawî dikir. Herçî ew alîjiyan bûbû jî, wî di dilê gelê xwe de ciyekî taybetî girtibû û dê ew her dem mîna serok û tekoþerekî gelê xwe bijiya.