Þerê dawî Bêþik gelek sedemên þerê dawî hebûn. Lê sedemê herî girîng çavsoriya cûntaya Baasê bû. Cûntayê Yekîtiya Sovyetê û piraniya dewletên ereb dabû piþt xwe û li hember "emperyalîzmê" û ”hevalbendên wan” kurdan þerekî bêhempa dikir. Her çiqas Sovyetê jî daxwaza ko kurd û PDK bi Baasê û PKI re têkevin hevkariyê û bi vî awayî li hember emperyalîzme hêzeke xurt ava bikin dikir jî, Barzanî bi wan bawer nedikir û guh ne dida gotinên wan. PDK beþdarî nav "Eniya Pêþverû ya Neteweyî" (EPN) nebû. Nakokiyên bi PKI re her çû zêde bûn û di navbera wan de gelek caran þerê çekdarî pêk hat. Digel vê jî Sovyetê nedixwest ko kurd "têkevin" bin hukmê emperyalîzmê. Ji ber wê jî car bi car "tavsiye" dikirin da ko kurd jî têkevên nav refên "pêþverûyan" û EPNe. Lê kurdan guh ne dida wan. Êdî nakokî gihîþtibû dereceya herî bilind. Endamên komunîst bi hêzên cûntayê re êrîþ dibirin ser kurdan û hêzên þoreþê. Partiyên komunîst ko ta niha bêdeng bûn jî êdî þoreþê rexne dikirin û Barzanî bi "hevalbendiya emperyalîzmê" sûcdar dikirin. Cûntayê li ser hev ultîmatom didan Barzanî da ko þertên ko wan danîne qebûl bike. Lê bersîva Barzanî diyar bû: Dê tekoþîn bi tenê çaxê mafên kurdan têketina bin garantiyekê bi dawî bihata! Vê carê þer pir giran bû û cûntayê bi tevahiya hêza xwe êrîþ dibir ser kurdan. Hejmara leþkerê cûntayê nêzî 150.000 bû. Hêzên pêþmergeyan jî nêzî 50.000 bû lê nêzî 70.000 jî mîlîsên wê yên ko çaxê pêwîst bûya radihþtin çekan û derbasî nav hêzên þoreþê dibûn, hebûn. Balafirên cûntayê tevî pîlotên Sovyetê seranserê Kurdistanê bombebaran dikirin, lê cîhan bêdeng bû. Hawar û gaziyên Barzanî ko ji çaraliyê cîhanê re dikir, bêbersîv diman. Tu kesî dengê Barzanî û yê gelê kurd ne dibihîst. Tevî þerekî pir dijwar û bombeyên napalmê jî cûntayê di þer de pir zorî dikiþand. Pêþmergeyên qehreman dinya li leþkerê dijmin kiribû zîndan. Hêzên leþkerî bi hezaran mirî li pey xwe dihiþtin û direviyan. Cûntayê fêm kiribû ko dê di þer de wenda bike; pêwîst bû ko bi riyeke din kurdan biþkîne. Ji bo vî karî Sovyet namzedê herî girîng bû. Sovyetê û Amerîkayê di Konseya Ewleyî ya Yekîtiya Neteweyan de li hev kirin ko Îran û Iraqê li hev bînin. Êdî Amerîkayê jî sozên xwe ji bîr kiribû û dev ji piþtgiriya Kurdan berdabû. Þêwirmendên Îran û Iraqê di destpêkê de li Îstenbolê hatin cem hev. Þah Riza û Enwer Sedat di destpêka 1975an de li Qahîreyê hev dîtin û Sedat pêþniyara Saddam pêþkêþî wî kir. Sedat piþtre di sibatê de çû Bexdayê û þertên Þah pêþkêþî Saddam kir. Di dawî de jî Þah Riza Pehlewî û Saddam Huseyn di 6ê adarê de li Cezayîrê di civîna OPECê de hev dîtin û li hev kirin. Piþtî civînê di bin garantoriya serokkomarê Cezayîrê Bumedyen de peymana xwe ji medyayê re eþkere kirin. Peymana Cezayîrê hêviyên kurdan bi her awayî bi dawî anîbû. Îranê bi vê peymanê re Þat al-Arabê bi dest dixist û dibû xwediyê Xelîcê. Bi vî awayî otonomiya kurdan, ko sibê dikaribû li serê Îranê jî bibe bela, bi cî nedihat. Îranê dev ji "piþtgiriya" kurdan berdida û Iraqê jî dev ji ya Dofarê berdida. Dema peyman eþkere bû, Barzanî li Tehranê bû. Çaxê wî û Þah hevdu dîtin, bersîva Þah diyar bû: "Hûn dikarin þoreþa xwe bidomînin lê em dê çekên xwe ji we wergirin û sînoran bi temamî bidin girtin. An jî ûn dikarin bi efûyê vegerin Iraqê û teslîmî hukûmetê bibin. Ya dawî jî ûn dikarin îltîcayî me bikin." Barzanî tu caran wiha aciz nebûbû. Li ser telgrafa wî navenda PDKê civînekê pêk anî û di civînê de biryarê berdewamiya þerê çekdarî hat dayîn. Ev wê çaxê li gora dilê Barzanî bû jî. Barzanî di 9ê adarê de vegeriya Kurdistanê û serkarên þer û siyasetvanên kurd da civandin û rewþa nû diyar kir. Piþtî nîqaþ û þêwirmendiyê Barzanî ji Nîkson û Kîssinger re li ser navê partiyê û kurdên baþûr nameyeke kurt þiyand: "Rewþa nû di nav gelê me û þervanên me de bêçareyî û perîþaniyê dixe jiyanê. Gelê me li hember xetereke pir mezin e. Em li hember rewþeke hebûn û tunebûnê ne. Ez ji vê re tu gotin û îzehkirin nabînim. Em hevî dikin weke ko we ji me re jî soz dabû, alîkariya me bikin û li cem gelê me cî bigirin. Ji bo berdewamiya jiyana me û parastina malbatên me, ji bo jiyaneke bi þeref û bi þexsiyet ji vê pirsgirêkê re çereseriyeke bi rûmet pêk bînin." Barzanî tu bersîv negirt. Lê wî di dawiya adarê de nameyeke din ji Kîssinger re þiyand: "Birêz Kîssinger, me jî dixwest ko pirsgirêka navbera Îran û Iraqê bi riya aþtiyê hel bibe û em bi vê kêfxweþ in. Lê digel vê eþkere ye ko gelê me yê bêparastin di van þertan de ketiye xetereke pir mezin. Îranê sînorên xwe ji me re daye girtin û alîkarî jî qut kiriye. Tevgêra me û gelê me bi þeklekî kesnedîtî tê tunekirin. Birêz Kîssinger, em bawer in ko Dewletên Yekbûyî li hember gelê me xwediyê berpirsiyariya moral û siyasî ye. Ji bo wê jî em ji we hêvî dikin: 1) Em dixwazin þerê li hember gelê me bête rawestandin û fersenda hevdîtinê bête amadekirin, ji bo gelê me çareseriyek bête dîtin an jî bi kêmasî îtîbara me bête dayîn. 2) Bila her riyên tesîrên mirovantiyê bêtin bikaranîn da ko Îran di vê rewþa dîrokî ya bi derd û keder de alîkariya gelê me bike. Bi kêmasî bira alîkariya jiyana me bike da ko em bikaribin ta ko çareseriyek bête dîtin, di cîhê xwe de þerê xwe bidomînin. Birêz Kîssinger, em pir bi endîþe ne. Em li benda bersîveke nihênî ne. Em ne bawer in ko DYA li hember kurdan di tevgêreke bêberpirsiyar de ye." Kissînger ji vê nameyê re jî tu bersîv neda. 15ê adarê berpirsiyarê SAVAKê li qerergeha kurdan bû û ultîmatom dida kurdan: sînor bi giþtî hatibû girtin û her alîkarî hatibû qutkirin. Her wiha ji devereke din jî rê ne dihat dayîn ko alîkarî di sînoran de derbas bibe. Pêwîst bû yan çekên xwe bidana Îranê û derbas bibûna yan jî bi hukûmeta Iraqê re li hev bihatina. Barzanî tu caran neketibû rewþeke wiha nexweþ. Wî gelek zorî dîtibûn û gelek caran jî ketibû rewþên zor, lê qet wiha bêçare ne bûbû. Niha êdî xwarina gelê kurd jî ketibû xeterê. Rewþ bi her awayî li gora hesabên cûntayê dimeþiya. Kurd jî bi her awayî bi tenê mabûn. Barzanî di dawî de xeber þand cem Hesen al-Bakr ko li ser muzakereyên xwe bidomînin. Êdî xwînrijandin ne pêwîst bû. Lê Bexdayê pêþniyarên Barzanî qebûl nekir. Barzanî di 22ê adarê de bi riya radyoya kurdî careke din bangî Amerîkayê kir da ko zor bidin Îranê ko þerrawestandinê dirêj bikin. Bi vî awayî gelê kurd dikaribû derbasî Îranê bibe. Gelê ko ji ber êrîþên cûntayê direviya, berê xwe dida sînorên Turkiyeyê (bakurê Kurdistanê) û Îranê (Rojhilatê Kurdistanê). Lê sînor bi her awayî girtîbûn. Di destpêkê de çend kesên ko derbasî bakur bûn, hatin girtin û bi þûnde hatin þiyandin. Leþkerê Saddam ew tev kuþtin. Vê rewþê di nav kurdan de panîkeke mezin pêk anî. Di vê rewþê de Barzanî tevahiya giregirên Partiyê û þoreþê civand. Wî rewþ îzeh kir û herkes di kiryarên xwe de azad hiþt. Dê ew bi xwe derbasî Îranê bibûya û pêþniyara wî ji bo yên din jî ev bû. Lê kesê ko bixwesta, dikaribû bimîne û þer bidomîne. Kes li hember pêþniyara wî derneket û ji bo xwevekiþandinê biryar hat wergirtin. Xwevekiþandin û derbasbûyîna Îranê di 22ê adarê de dest pêkir. Nêzî 200.000 kurd ji dijminekî reviyan û xwe avêtin tor û bextê dijminekî din... |