Ber bi 11 yê adarê ve... Di destpêka 1970an de di hukûmeta Hesen al-Bakr de guhertineke din çêbû. Vê carê Ezîz Þerîf kiribûn wezîrê edaletê. Wî her wiha di nav hukûmetê û Partiyê de navbeyntî jî dikir. Civîn carinan li Bexdadê û carinan jî li Kurdistanê pêk dihatin. Di dawiyê de Saddam Huseyn, ko hingê cîgirê serkarê leþkerî yê herêmî bû, çû Kurdistanê û sê rojan li cem Barzanî bû mêvan. Deklarasyona peymanê ji teref Barzanî û Saddam ve hat îmzekirin û di 11ê adara 1970an de ji teref al-Bakr ve di radyoyê de hat îlankirin. Ev peyman di dîroka gelê kurd de gavek ji yên herî girîng bû. Kurdên baþûr bi vê peymanê digihîþtin azadiya xwe û li bakurê Iraqê Kurdistaneke otonom dihat damezrandin. Dê di demeke eyan de jimartinek li Kurdistanê çêbûya û li gora wê jî kar û xebata Kurdistanê têketina destên kurdan. Kurd êdî di welatê xwe de îdare dixistin destên xwe. Bi vê peymanê re ji hêlekê ve cuntayê û ji hêlekê ve jî PDKê efûyeke giþtî derxistin. Bi vî awayî piraniya kurdan serbest bûbûn. Di dawiya adarê de hukûmeteka nû ava bûbû û di nav vê hukûmetê de pênc wezaretên ko Barzanî jî ew tesdîq kiribûn, dabûn kurdan. Samî Abdurrahman jî bûbû wezîrê karûbarên "Bakur". Dê li gora peymanê serkirdatiya Konseya þoreþa kurdî jî bihatina fesixkirin. Barzanî piþtî peymanê û damezrandina hukûmeta nû, ji bo niyeta xwe ya qenc bide nîþandan "ez êdî bi tenê mafên gelê xwe yê Iraqê diparêzim" gotibû. Piþtî lihevhatinê û efûya giþtî, partiyê kongreya heþtemîn pêk anî. Kongre bi beþdarbûneke berfireh û eþkere pêk hat. Digel delegeyên partiyê ji rêxistinên din û ji Baasê jî delege beþdarî civînê bûn. Barzanî careke din weke serok hat hilbijartin û Hebîb Kerîm jî bû sekreter. Digel Samî Abdrrahman, Mehmûd Osman û Alî Abdullah, Mesûd û Îdrîs Barzanî jî ji bo komîteya merkezî hatin hilbijartin. Sekreterê partiyê Hebîb Kerîm di civîna polîtburoyê de ji bo cîgirê serokkomarê Iraqê hat hilbijartin. Lê berpirsiyarên Baasê xwedêgiravî ji ber pêwendiyên wî yên bi Îranê re ji vê wezîfeyê re ew qebûl nekirin. Dê ev biryara cûntayê hê di destpêka peymanê de nakokî derxista. Lê nakokî ne ev bi tenê bû. Cûntayê berî wextê jimartina þêniyên bajarê Mûsil û Kerkûkê, ereb di vir de bi cî kiribûn da ko îdare nekeve destê kurdan. Di qanûnên bingehîn ê nû de qet behsa otonomiya kurdan tune bû. Li gorî peymanê dê îdareya bajarên Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil, Sincar û Diyalayê ji teref hêzên kurd û hukûmetê ve bihatina îdarekirin. Lê ev jî bi cî nehat. Her wiha li Bexdayê li hember nûnerên kurd Îdrîs Barzanî û Hemîd Berwarî sûîqest jî hatibû plankirin. Barzanî di destpêka 1971an de li hember siyaseta asîmîlasyonê û bicîkirina ereban li bajarên Kurdistanê derket û ev kirya protesto kirin. "Armanc ji van kiryaran berî ko di çiriya pêþîn de jimartin çêbin, nifûsa ereban li bajarên Kurdistanê zêdekirin e" Barzanî digot. Dê di demeke kin de li hinek deveran þerên piçûk derketina. Hukûmetê bi maniya van êrîþ û þerên piçûk di havînê de êrîþ bir ser kurdan û dîsa þer dest pê kir. Berdevkê cûntayê êdî Saddam bû û wî dest bi siyaseteke nû kiribû. Berî ko êrîþê bibe ser kurdan bi hukûmeta Sovyetê re pêwendî danîbû û bi saya peymanekê, rewþa cûntayê saxlem kiribû. Lê dê cûnta dîsa jî bi ser neketa. Hêzên pêþmergeyan, weke ko cûntayê texmîn dikir, nehatibû belavkirin. Di dawiya îlonê de cûnta di þer de ketibû tengasiyê. Pêwîst bû ko tiþtekî cuda bête kirin. Dor vê carê hatibû ser Saddam. Saddamê ko îmzeya xwe avêtibû ser peymana 11ê adarê, bi van xebatên xwe rutbeya xwe roj bi roj bilindtir kiribû. Melle Mistefa Barzanî merivekî oldar bû, Saddam ev dizanibû. Wî heyeteke ji meleyan pêkhatî tevî du quranên diyarî þand cem Barzanî. Dê herhal wî xwîna misilmanan ne rijanda Saddam difikirî. Lê di nav wan quranan de ji bo qetilkirina Barzanî bombe hatibûn veþartin û meleyan jî ev nizanîbû. Dê bombe di destê meleyekî de û bi pêþmergeyekî ve biteqiya û Barzanî careke din ji kuþtinê bifilitiya. Cûnta li benda xebera kuþtina Barzanî bû. Lê çaxê pê hisiya ko rewþ ne wisa ye, dest bi teroreke nû kir. Lê cûnta bi vê jî ne dirawestiya. Ew her tim li pey merivên qels bû da ko þoreþê ji hundir ve têxe destê xwe yan jî qels bike. Yek ji wan mirovên qels jî Ubeydullahê kurê Barzanî bû. Saddam bi awayekî ew kiþandibû aliyê xwe. Çaxê partî û Barzanî pê hisiyan, ew girtin û xistin hepsê. Lê þeva ko dê bihatina kuþtin ew reviya û çû cem Baasê. Ew êdî "mêvanê" Saddam bû û di xîzmeta wî de bû. Hukûmetê bi gavên xwe yên "pêþverû" û bi pêwendiyên bi sîstema sosyalîst re dixwest þoreþa kurd bi her awayî bifetisîne. Bi vê armancê û li ser daxwaza Sovyetê Partiya Komunîst dest bi weþanên xwe kir. Piþtre jî ji vê partiyê du wezîr xistin nav hukûmetê. Dawî jî hukûmetên Iraq û Sovyetê li hev kirin û bi hev re peymana dostanî û hevkariyê li Bexdayê îmze kirin. Piþtî vê peymanê hukûmeta Sovyetê bi hezaran þêwirmend, teknokrat û leþkerên ko bi petrola kurdan dihatin xwedîkirin þand Iraqê. Barzanî xetera mezin fêm kiribû. Heta niha Sovyetê car caran piþtgirî dikir an jî dengê xwe li hember qirkirinan derdixist. Lê niha ev jî ji dest çûbû. Barzanî bi Îranê jî ne zêde bawer bû. Wî dizanibû ko dê Îranê di rewþeke xweþ de dev ji kurdan berda û wan bi tenê bihêle. Her wiha Amerîka jî daxwaza wî ya piþtgiriyê bêbersîv hiþtibû. Tevî ko Barzanî bi her awayî hêviyên xwe ji cûntayê birîbû jî dîsa ne dixwest xwîn bête rijandin. Ji bo vê wî jî heyetekê þand Kremlînê ko pirsgirêkê bîne ziman û Iraqê mecbûr bike da ko cûnta peymanê bicî bîne. Di civînê de Partiya Komunîst a Yekîtiya Sovyetê þertên ko PDKê pêþkêþ dikir, ango bicîanîna deklerasyona 11ê adarê qebûl dikir. Lê hukûmeta Sovyetê ji bo bicîanîna vê deklerasyonê zorî ne dida Iraqê. Cûntayê jî êdî di vî awayî de piþta xwe qewî kiribû û hêzên xwe jî dabû ser hev. Ji bo wê jî êdî dîsa dikaribû dest bi êrîþên xwe bike. Bi vî awayî pêþî êrîþ birin ser Þêxan û piþtre jî gundên Sîncarê ko kurdên êzîdî tê de dijiyan bombe kir. Leþkerê cûntayê bi vê jî nerawestiya û êrîþên xwe gav bi gav zêde kir. Lê Barzanî û PDK jî vala ne disekinîn. Ji ber ko pêwendiyên Sûriyeyê jî mîna Iraqê bi Sovyetê re hebûn û perçeyekî Kurdistanê di bin bandora wan de bû, tu hêviyên alîkarî yan jî piþtgiriyê ji wir tune bû. Her wihe perçeyê herî mezin ê Kurdistanê di bin bandora Turkiyeyê de bû û di rojeva Komara Turkiyeyê de jî ji bo kurdan tu guhartinek tune bû. Turkiye her wiha li hember her þikil pêþdeçûna pirsa kurdî bû jî. Bi vî þeklî bi tenê Îran di dest de dima. Dewleta ko bikaribe kurdên baþûr bigîjîne Amerîkayê, Îran bû ji ber ko nakokiyên wan bi Iraqê re hebûn. Iraqê bi riya Sovyetê hukmê xwe li Xelîcê jî zêde kiribû. Ji bo vê jî þah dixwest bi kurdan re têkeve pêwendiyê û bi riya wan cûntaya Baasê ji ser hukim daxîne. Lê baweriya kurdan û Barzanî bi þahê Îranê nedihat. Tevî vê jî tu riyeke din xwanê ne dikir. Þah Riza bi riya Nîkson û Kîssinger û bi "garantoriya" wan bi Barzanî re kete pêwendiyê. Kîssinger bi vî awayî biryara alîkariyê da. Lê dê weke ko piþtre jî bixwiya û ko di þerê Xelîcê yê dawî de jî eþkere bû, ev alîkarî ne ji bo serkeftina kurdan bû. Wan bi vê alîkariyê dixwast cûntaya Iraqê bitirsînin û têxin bin hukmê xwe. Cûntaya Baasê jî vê rewþê bi her awayî bi kar anî. Ji hêlekê ve Partiya Komunîst a Iraqê kiþand hêla xwe û ji hêlekê ve jî "Cepheya Neteweyî ya Pêþverû" ava kir da ko dorê li kurdan teng bike. PKI dîsa çû Bexdayê û þoreþ û serokên wê dîsa bûn "paþverû"! Li gorî wan "Barzanî bi temamî ketibû nav lepê emperyalîzmê û kevneperestan". Cûntayê ji hêlekê ve ev kiryar dikirin û ji hêla din ve jî di adara 1974an de haziriya îlankirina otonomiya yekalî dikir. Lê Barzanî û kurd bi temamî ev kiryar protesto dikirin. Ji ber vê jî Barzanî Îdrîs þand Bexdayê da ko hukûmet vê biryarê bicî neyne. Lê hukûmet di vî awayî de xwedî biryar bû û di 11ê adarê de otonomiya yekalî îlan kir. Li ser vê Partiyê wezîrên xwe ji hukûmetê vekiþand û waliyên Hewlêr û Suleymaniyeyê jî dev ji karên xwe berdan. Hukûmetê jî zûzûka dewsa wan ji kurdên hevalbendên xwe dagirt. Yek ji wan jî Ubeydulla Barzanî bû. Hasan el-Bekr û Saddam zagonên bingehîn guhertibûn û otonomiya ko dabûn kurdan jî li gora xwe di bin kontrola xwe de hiþtibûn. Bi vî awayî Barzanî û partî bêtesîr kiribûn û ji raya giþtî re diyar dikirin ko otonomiya kurdan hatiye dayîn. |