PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Baas tê ser hukim


Li Iraqê þerê navxweyî ya li ser îdarekirina welat yek ji wan pirsgirêkên herî girîng e. Ji ber wê jî di nav hêzên leþkerî û siyasî de her tim nakokî hene. Herçî Baas ji bo demeke kin ji îdareyê hatibû bi dûrxistin jî, ji hêza xwe zêde tiþt wenda nekiribû. Di 17ê tîrmeha 1968an de cûntayeke nû hat ser hukim. Vê carê Hesen al-Bakr bi piþtgiriya leþkerên muxalîf û bi alîkariya Partiya Baasê dest danîbû ser hikum û hukûmeteke nû ava kiribû.

Mîna cûnta û hukûmetên din, ji bo ko Baas bikaribe birêvebirina hukmê xwe ewle bike, pêwîstiya wan bi kurdan hebû. Ji bo wê jî di hukûmeta nû de çar wezaret ji kurdan re veqetandin. Ji van du kes ji hêla Barzanî, yekî serbixwe û yek jî ji aliyê Îbrahîm Ehmed û grûba wî bû.

Lê Barzanî li hember vê derket û nehiþt ko hevalên wî beþdarî hukûmeteke ko hevalbendên Îbrahîm Ehmed tê de cî digirtin, bibin. Barzanî ji ber du sedeman li hember vê biryarê derdiket. Ya yekem ew bû ko hukûmetê bi zanebûn dixwest kurdan perçe bike û ev bike ”de facto.” Ya duyem jî li gorî Barzanî êdî ev grûb ne di nav sefên kurdên azadîxwaz de bû.

Digel vê jî dê Partiya Baasê di destpêka çileya paþîn a 1969an de di kongreya heftemîn de mafên kurdan qebûl bikira û li deklarasyona xwe ya hezîranê xweyî derketa. Li gorî vê deklarasyonê diviya ko kurd û ereb li hember emperyalîzmê û siyonîzmê hêzên xwe bidana ser hev û welat bi hev re ava bikirana. Tevî vê jî armanca cûntayê ew bû ko ji rewþa kurdan îstîfade bike û wan berî hevdu bide. Wan qaþo dixwest ko pirsa kurdî hel bikin, lê ne bi serokatiya þoreþê re. Serokên dewletê ji dewsa ko bi Barzanî re têkevin pêwendiyê, berê xwe dabûn kesên "pêþverû" yên mîna Îbrahîm Ehmed û hevalên wî.

Barzanî nikaribû ev tiþta qebûl bikira. Xuya bû ko þerekî nû xwe nêz dikir. Pêþmerge niha ji bo þerekî nû amade bûn. Wan êrîþ birin ser hêzên cûntayê û Qeledizê û Pencewînê ji destên wan rizgar kirin.

Cûntaya Ereb ji hêlekê ve êrîþ dibirin ser kurdan û ji hêlekê ve jî dixwest eniyekî giþtî ava bike. Lê ev bi ser nediket û Barzanî jî armanca wan fêm kiribû. Li ser vê Partiyê di 15ê gulana 1969an de ji bo yekîtiyeke ko mafên kurdan bîne cî û cûntayê ji ser hukim daxîne, dest bi xebatekê kir û ev bi daxuyaniyekê jî diyar kir.

Þoreþ her diçû xurttir dibû û ji hêla çekan ve jî pir bi hêz bûbû. Cûnta bêçare mabû. Her wiha li ser Þat al-Ereb bi Îranê re jî nakokî derketibû. Nakokiyên navxweyî û þoreþa kurdan du pirsgirêkên din bûn.

Di îlona 1969an de Sovyetê bi xwe xwest ko ji çareserkirina vê pirsê re bibe alîkar. Baas ji berê ve amade bû, lê ya herî girîng ew bû ko Barzanî qayil bikin. Li ser vê dê Sovyetê merivekî bi navê Ezîz Þeref ko ji sala 1965an ve li nefiyê dijiya û bi saya kurdan ji destê cûntayê rizgar bûbû, biþanda cem Barzanî.

Barzanî bi xwe ji cûntayê bi þik bû. Baweriya wî bi hukûmetê nedihat. Li gorî wî dema wan di odeyekê de li ser çareserkirina pirsa kurdî nîqaþ dikirin, di odeyeke din de planên leþkerî dihatin amadekirin. Ya rastî vê carê jî rewþ wisa bû. Hukûmetê ji hêlekê ve bangî aþtiyê dikir û çareserkirina pirsa kurdî li hember emperyalîzmê dianî rojevê, ji hêlekê ve jî leþkerê xwe diþand Kurdistanê.