Hewraman HewramanDe rabe, em biçin hevalnoDe rabin, Xuþk û birano Li hêvîya meye çiya yê Hewraman Bo azadîcan, boy rizgar be Kurdisatan Hildin Ala Rengîn Derman kin Kurdî birîn Bikin tim tekoþîn Erzan bidin sorî xwîn Ka em biçin, hevalo zû Jiyan tijeye mij û dû Xweþ bikin li dayikê rû Jiyan li me bibe nû Nêzîk bihar tê Nêzike dawiya rê Ji bîr bikin, êþên berê Kurd serbest be, wek berê Nemîne bi hêsir jiyan Xelas bin êþ û jan Biçînin li herder gulan Ji nûve rakin ala kurdan Ewrê reþ wenda bibin Çavê dayikan zûha bibin Ew dem Kurd azad bibin Keç û xort pir þa bibin Pir xweþe jiyana azadî Hêjaye giyanê xwe ber bidî Milet xelas dibe ji bindestî Navê Kurdistan bibe sermedî Rabe hevalo rabe Halê me pir xerabe Koletî ji mer nabe Bê tekoþîn xak aza nabe Li dijî dijmin, bikin berxwedan Hîç newestin û nekin rawestan Bêjin yan Kurdistan, yan neman Bang dikim ez, ji dilê Hawraman Rojavayê Kurdistan, Bajarê Qamiþlo 01. 12. 2006 Kiyaksar Temir kiaksar2@yahoo.com
http://www.pdk-xoybun.com |