"Yan Kurdistan yan neman!" Di nîsana 1966an de Ebdulselam Arif û du wezîrên xwe di qezayeke helîkopterê de mirin. Birayê wî Abdurrehman Arif ket dewsa wî. Abdurrehman li ser daxwaz û bangên Barzanî mîna Ebdiselam, behsa biratiya kurd û ereban dikir. Lê xuya bû dê ew jî zêde dom nekira. Serleþkerên cûntayê ji bo domandina þer zor didan hukûmetê û hukûmetê jî car bi car bangî Barzanî dikir da ko tevî pêþmergeyên xwe teslîmî hêzên dewletê bibe. Riya kurdan a dirêj û bi tade her berdewam bû. Di dawiya gulana 1966an de tekoþerên kurd hêzên dijmin perîþan kirin. Hukûmet mecbûr ma ko dest bi hevdîtinê bike. Ev dihat maneya aþtiyê. Dê hukûmetê dîsa mafên kurdan qebûl bikira. Arif di çiriya pêþîn de diçe Kurdistanê, cem Barzanî. Ev yekemîn car bû ko serokkomarek diçû Kurdistanê. Barzanî hingê þîara xwe ya tarîxî diyar dikir: "yan Kurdistan an neman!" Barzanî vê carê þert danîbû ber cûntayê ko di bin kontrola Yekîtiya Neteweyan de mafê kurdan ê çarenûsiyê bête dayîn. Arif ev jî qebûl kir. Lê cûntayê vê carê jî ev bi cî neanî. |