Cûnta li ser sozê xwe nasekine Dê hukûmet dîsa li ser sozê xwe nesekiniya. Nameyên ko Barzanî car bi car ji wan re diþand ne digihîþtin wan an jî bêbersîv diman. Cûntayê di dawiyê de piþtî ko rewþa xwe hinek sererast kir û xwe ji þer re amade kir, þertê ko kurd dev ji çekên xwe berdin anî pêþberî kurdan. Dê her wiha hêzên pêþmergeyan jî bihatina belavkirin. Li ser wê bersîva Barzanî eþkere bû: "Pêþmerge bersîva hêviya mafên neteweyî yên dîrokî ne. Ew parêzgerên pîroz ên mafên gelê kurd in. Her kî bixwaze bêyî ko kurd bigîjin mafên xwe hêzên pêþmergeyan bête belavkirin, ew pirsê berevacî dikin. Her weke mêrikê ko erebeyê li pêþiya hespan girê bide." Cûntayê di destpêka sibatê de ultîmatomek ji Barzanî re þiyand û xwest ko ew û hevalên xwe teslîmî hukûmetê bibin. Cûntaya þovenîst niha dixwest ji belavbûna kurdan îstîfade bike û wan di rewþeke zor de zeft bike. Lê kurdên ko derbasî Îranî bûbûn û çendeyek berê li dijî Barzanî û þoreþê bûn, niha dîsa dixwestin beþdarî þoreþê bibin. Li ser vê Barzanî ji bilî Î. Ehmed û S. Azîz efûyeke giþtî derxist û ew jî dîsa gihîþtin hêzên þoreþê. Ji bilî vê Barzanî eþîrên din jî gihîþtandibû þoreþê. Di demeke kin de êzîdiyên kurd jî ji hêla xwe ve serî hildan. Vê carê êdî kurd di bin serokatiya Barzanî de weke neteweyekî hevgirtî serî hildabûn. Lê Arif jî vê carê xwe baþ xurt kiribû. Ji hêlekê ve Sovyeta ko heta niha pereyê ko dê bida Iraqê dabû rawestandin, niha dabû cûntayê. Piþtî ko merivên Baasê ji hukim hatibûn bidûrkirin, hukûmeta Sovyetê ji rewþê razî bû. Her wiha Nasir, Kruschef û Arif bi hevdu re dabû naskirin û Arif jî bi her awayî temînat dabû Sovyetê. Ji bilî vê hukûmeta Amerîkayê jî di Rojhilata Navîn de îstîkrar dixwest û ji siyaseta Arif razî bû. Bi kêmasî bawer dikir ko dê bikaribe wê ji bin kontrola Sovyetê derbixe. Dê her wiha Nasir jî bangî Barzanî bikira û daxwaza ko tevî leþkerê xwe teslîm bibe bikira û bi vî awayî li hember þoreþa kurd rûyê xwe yê rastî eþkere bikira. |