PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ji bo te, di bêjin narînê !



JÝ Ji bo te, di bêjin narînê !

Ya ji wêve tê ew kî ye.
Li ser wê rê di meþî ye.
Dêmê sipî ji berfê ye.
Bi aslê xwe ji mala kê ye.

Ez keça mîr û bega ma
Bi aslê xwe ji kurda ma
Bi hizna jî deng da ma
Bendewarê xort û feka ma.

Bêje þîrîn canê tê çi kê
Bê mey mirov serxoþ di kê
Rê li ber mirov þaþ di kê
Bi bejin û balê mirov mest di kê.

Ber bi seyranê di meþim
Gelekî bi keyf û xweþim
Çav û birhên min reþin
Kezî, yên min bîst û þeþin.

Ji bo te, di bêjim narînê
Ti rindê canê û þirînê
Bi dilê min nazik nazelînê
Te ez kirim êsîrê vê evînê.

Bese ji bo min ti digotin
Ceger û dilê min sotin
Xwîn ji dilê min dotin
Ma evîn jî di firotin.

Guh neda wa xebere
Ti di ber mire here were
Xwe nîþan ka ji min re
Qene rê kim ji tere.

Bi bejin û balê sezere
Bi rengê xwe jî qemere
Kiras zere wê li bere
Ti rêka ji mire xebere.

Xeber hat ji gulavê
Ji aþqa dil û hinavê
Ti ketî yê heta bi kabê
Wek nêrî ya nava avê.

Hinga ku qazid ji te tê
Li ser ser û çavê me tê
Kaxez û name jî ji te tê
Bêhna misk û abarê jê tê.

Wekî qazid ji te di hat
Silav ji bume jî di hat
Bi wê bakik hînik di hat
Rih bi canê me jî di hat.

Ku ti wiha qayîm bê
Li ber dilêm þirîn bê
Wekî gulên rengîn bê
Heta dîse lime havîn bê.

Hindik û hindik ji tere
Hiþ û aqil çu ji min sere
Te birye hemu bi xwere
Evînîya me jiya xelkê dere.

Evîn xweþe wi ha bê
Mirov bêjê ji keze bê
Weke Navser heta dawî bê
Mirov di rêz û edebê xwede bê.

Weye hatim dîse bi miþtim
Turkê rengîn wê li piþtim
Tîrê evînê li serê dil xistim
Ez hê xwe ji guniha di þiþtim.

Yê ku tenebê ji xwe re
Ji vê ji yanê bê xebere
Weke Navser ne ji be re
Ne vexwê ji ava kawsere.

Heta kengî ji buy min
Te Agir berda canê min
Naçê ticara ji bîra min
Buyî hevalê jîyana min.

Hinga ku tu nukatê
Tîrê evînê li dil didê
Hiþ û sevda ji min dibê
Wekî avdalik yê xwidê.

Roja ku min tu nu dîtî
Min çi bi serê xwe dîtî
Wek mem û zîna botî
Ku ewjî ketibun wî derdî.

Rojik wê ê bi serde
Emê xilas bin ji derde
Min soz peyman û ehde
Ji wê jîyana bi kul û derde.

Ji wê jîyanê min tobe da
Me dav û xefk li wê ve da
Arzu halik jî me lê di da
Me fermana serê wê di da.

Çava veke hîdî tu hiþ be
Bi gotinê Navser neqiþ be
Ji vê evînê ne bi tirs be
Hîdî bi vî girî tu hiþ be.

Ji vê evînê neb xofim
Lê wek avdal û hovim
Hinav ji Agir bi kozim
Hê ja ez pê di noþim.

Erê weye derdik pir girana
Weke êþa ser çav û didana
Agir di kevê nava hinava
Wek dar û gulên bê ava.

Gula ji vê evînê tirh didan
Gulên kesk, sor û zer didan
Hinga ku di kevin ser destan
Xwe ji dev û lêva nedi berdan.

Ti pir bi nav û den gî
Þirîn ciwan û pen gî Ji boy
Navser her ren gî
Qurmiz debax û zen gî.

Sebra dilê min tu wî
Heta niha ti li ku wî
Weke gulik sipî yî
Ji minre bêje tu kî yî.

Heka tu bê ez kî me
Ez Navserê gundî me
Nêçîr vanê pezê kuvî me
Ez nuka îro lê qez dî me.

Li vî diyarê xwe zerî yê
Ez xizalik jiya vê berî yê
Ku nêçîrvan pê di berdî yê
Di kê û nakê na gihê yê.

Naza neka hîdî tu zerî yê
Þekir ji dev û lêva barî yê
Ti canî wek horî û perî yê
Can û mal bibê bi gorî yê.

Bese te li min kirî kedere
Te jîyana min kir xedere
Min hîlet nema ji tere
Dev ji min berde û here.

Nika herim û te bi hêlim
Ma nuka ezê te ji ku ênim
Ji vê evînê kezeb bi kêrim
Bi sud û peyman ne wêrim.

Ne sedeqa û ne xêre
Kuro lawo mate xêre
Hê ja qîza ne bi mêre
Niza wê min bine ji kêre.

Navser dibê neb kutek neb zorê
Nabê qet tu ji min bi burê
Li ber dilêm wek mircan û morê
Ezê ji bo te kime aborê.

Bi wî xwida yê em da yî
Ez hê ja keçikik ne da yî
Qelenêm bi gund û bajara yî
Ez xwe jî ji malik ya bega yî.

Tu keça mîr û bega yî
Pa xwidê pênus lê da yî
Ku milyakete rada yî
Qufle û mifte jî lê da yî.

Erê tu bike kar û xe bat
Tu pir bike xêr û xe lat
Mizgînîk ji bu me di hat
Canê min ji bu te di hat.

Roja ku xwidê em da yî
Wekî girê hiþkik lê da yî
Xwedê em ji bu hev da yî
Ez Navserim ma hê tu na yî.

Bila ji bo te hatim
Ji welatik dur hatim
Mîna sêvik xelatim
Ji buy canê te hatim

Navser BOTANî
22.11. 2006


Navser Botanî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg