Zana Tas : Germahiya Evînê ![]() ![]() ![]() Germahiya EvînêGermahiya EvînêLi ber deryaya sipî Li bin germahiya rojê de, Bayeke hênik Liser rûyê min dıkeve Bi tûnnebuyîn te û bê vefatîya te Evînek nêçar di ramanê mınde Cîh digre Tû; Wek kanîyên bê av, Wek şevên bê stêrk, Wek gûlên bê bêhn Wek evînên bê hêvî yî Dilşad dibum, bi dîtina te Zarok dibûm, bi hezkirina te Evindar dibûm, bi ramûsanên te Tarûmar bûm, bi çûyîna te Li ber deryaya sipî Li bin germahî ya rojê de bayeke hênik li ser ruyê min dikeve bayake hênik ki serdilê mın dikeve bayeke hênik di nava dilê mın de dikele Bakurê Kurdistan, 19. 11. 2006 Zana Tashttp://www.pdk-xoybun.com |