PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



XEWN A RENGÎN



XEWN A RENGÎN

Ketibûm nav xewnek þêrîn;
Min ji xwe re dibû, gulek bi rengîn.
Bi min re, kenya bi lêv ên þekir;
Heþ û aqlê min, bi xwe re bir.

Bejna wê, wek dara bîhê;
Çav xezal bû, xwî þêrîn ê.
Hingî xweþik û bedew bû;
Bi heft dila, dil ketibûm wê.

Min bang kir wê; Lê qemer ê,
Tu kî ye ? lý va ra çi digerê ?
Xeml û xêza xwe, li ba dikir;
Dilê min, li pê xwe kaþ dikir.

Gulî hûnayî bû, rindê;
Taca zêrîn, li serê wê.
Li ser hespek î rewan bû;
Li dor wê, þewq û þemal bû.

Nûr, ji wecîyê wê difûrîya;
Tîrêj ên xwe, dabû gelya.
Dest ên xwe, dirêjî min kir;
Ber bi wê de çûm, ew ji min revya.

Min, dabû dû þemala wê;
Gul û gîha, girtibû navê.
Gah wenda bû, gah xuya bû;
Gelek þev û roj an, mam lî pê.

Min xwe di dît, li ser Sîpan im;
Dengê þahîyê, dihat guh min.
Govendek li dar ketibû;
Xecê û Sîyamed, di nav de bûn.

Mem û Zîn, ketibûn destê hev;
Dilîrandin, keç ên bedew.
Ehmed'ê XANÎ, ji wêde dihat;
Lê hatibûn hev, hozan ên hest.

Hunermend an, li saz a didan;
Helbest û awaz berdidan.
Hemdem an, meþale radikir;
Egîd an, deng bilind dikir.

Toz û dûxan, radibû ji erdê;
Bûka gelî, dihate ji wêd.
Hespa bin wê, dîs rewan bû;
Xêlîya li ser wê, ji heft renga bû.

Xwazgîn î yên wê, ji her cî - yan bû;
Ser û bin karwan, nexuya bû;
Bûbûn berbû, zarr û jin, mêr.
Dê, tev weled ên xwe hatibûn.

Min, xwe berdida ji ser sîpan;
Min dît, bûk bû ew þewqa han.
Ber bi wê de çûm, ew, ber bi min de hat;
Þahî, difûrya ji her cî - yan.

Gava kû, em hat nêzî hev;
Betal dibûn, awaz û def.
Gelî, heyirî û þaþ mabûn;
Ji ber vê heybeta, bi çeleng.

Nabêna me, tiþt nema bû.
Pozikê sola me, li hev dabûn.
Dest êm, bi xweber çû xêlîya wê;
Dengê def û zurne a, li ba bûn.

Ew bi xwe bû, a kû ez li pê;
Min dîsa pirsî, tu kî ye lê ?
Ji min re got;" Kurdîstan im"
Min, xwe j nû de dît e li dinê.

Min, himêzkir rengîna xwe;
Xewna min dît, ez kirim xwe.
Ez jî bûm xwedî maf, li dinê;
Gîham meqseda bavê xwe.

Bajarê Ezmir, 23. 05. 1998
Îsmet Dax ( Dað )

medicagyapim@hotmail.com

Îsmet Dax ( Dað )

medicagyapim@hotmail.com

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg