PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Barzanî vedigere Kurdistanê


Di 14ê tebaxa 1958an de general Abdulkerim Qasim dest datîne ser hukim û melîkê Iraqê ji ser text tîne xwarê. Êdî rê ji Barzanî û penaberên kurd re vebûbû ko vegerin ser axa bav û kalan. Her wiha hukûmeta nû jî destûr dabû ko Barzanî vegere welatê xwe. Hinek penaberên kurd li Sovyetê man, lê yên din bi kêfxweþî û bi def û zirne vegeriyan Kurdistanê. Barzanî û hevalên xwe di ser Romanya, Bulgarîstan û Çekoslovakyayê re çûn Misirê û li wirê jî Cemal Abdulnasir ziyaret kirin.

Çaxê Barzanî di 6ê çiriya paþîn de li Bexdayê ji balafirê peya dibe, mîna qehremanekî neteweyî tê himbêzkirin. Bi sedhezaran kurd li meydanê li benda wî bûn. Her wiha general Qasim jî hatibû pêþiya wî. Dê hevdîtina Barzanî û Qasim ne bi vê tenê bima û dê herdu serokan li ser pirsgirêka kurd û ya Iraqê car bi car bihatina cem hev û ji bo çareserkirinê guftûgo bikirana.

Bi vegera Barzanî re Partiyê dîsa xurt bûbû û dest bi xebateke nûjen kiribû. Partî êdî eþkere kar dikir û dikaribû çaralî xebatê bikira. Rewþa nû hem li Kurdistanê û hem jî li Iraqê azadî û rehetiyeke berbiçav anîbû holê. Lê dê ev jî zêde dom nekira. Pirsgirêkên civakî û neteweyî rê ne dida ko ev azadî û rehetî zêde dom bike.

Yek ji wan pirsgirêkên sereke ew bû ko Misir û Iraqê dixwastin bi hev re Komareke ereb damezrînin û xwedêgiravî xwe xurttir bikin. Lê di rewþeke wisa de Kurdistan mîna perçeyekî vê komarê dihat hesibandin. Ev rewþ bêþik ne li gora fikrê Barzanî û kurdên din bû.

Di nav leþkerê ereb de jî pirsgirêkên bingehîn hebûn. Gelek ji generalan ne dixwest ko yekîtiyeke wiha pêk bê. Her wiha di pirsa kurdî de jî nakokî hebûn. Gelek ji nav serokên leþkeran nîjadperest bûn û pirsa kurdî ji bo çaxê ko kurd bi hêz bûn qebûl dikirin. Wan bi vî awayî dixwest xwe bi hêz bikin û dîsa êrîþ bibin ser kurdan.

Dewletê bi vê niyetê pêþî xebata rêxistinan azad kir lê piþtre wan bi xasûkî da pêþberî hevdu. Hukûmetê dîsa soz û bextê xwe ji bîr kiribû. Wê dor bi dor rêxistinan ji ortê da alî û piþtre jî kovar û rojnameyên kurdî qedexe kir. Bêþik Qasim ji nakokîyên nav rêxistinan jî îstîfade dikir. Lê ew bi wê jî nema û xwest di nav eþîrên kurdan û Barzanî de jî nakokî derxe. Û di vî awayî de jî baþ bi ser diket.

Barzanî bi vê rewþê gelek diêþiya. Çaxê li Moskovayê beþdarî pîrozkirina þoreþa Oktobrê bû, gilî û gazinên xwe ji berpirsiyarên hukûmeta Sovyetê re pêþkêþ kirin. Lê wan bi tenê Barzanî guhdar kirin û piþtre jî bêdeng man.

Piþtî ko Qasim muxalefeta din belav dike, dor tê ser kurdan û bi taybetî jî Barzanî. Ji ber nakokiyên reforma axê gelek serokeþîrên kurd çek hilgirtibûn û êrîþ dibirin ser hêzên leþkerî. Ji xwe Qasim jî ev rewþ bi zanebûn hazir kiribû. Piþtî ko dît di nav kurdan de nakokiyên girîng hene, di îlona 1961 an de êrîþ bir ser Kurdistanê. Pêþî bi balafiran Kurdistanê da bombekirin û piþtre jî du tumen leþker þiyandin welêt.

Barzanî û Partiyê fêm kiribûn ko ew nikarin bi vî þeklî kurdan biparêzin. Pêwîst bû ko ew dest bi berxwedanê bikin. Li ser vê biryar hat girtin û Barzanî tevî 400 pêþmergeyên xwe derket serê çiyayê Metînan û herêma Berwarî. Þerê çekdarî pir lawaz dest pê kir, lê di nava demeke kin de çaralî belav bû. Pêþmergeyan roj bi roj ax ji destê dijmin rizgar dikirin û êrîþên dijmin jî bi hostetî diþikandin. Di þer de bi hezaran leþkerên ereb hatin kuþtin.

Ji hêlekê ve serhildana kurdan û ji hêlekê ve jî nakokiyên nav rêxistin û hêzên ereban, hukûmeta Qasim roj bi roj qels dikir. Her wiha muxalefeta ereban jî ji bo armanca xwe, þoreþa kurd pir girîng dipejirand. Ji bo ko bi serkevin û Qasim ji ser hukim daxînin, piþtgiriya kurdan û rebêrên wan pêwîst didîtin. Ji lewre jî car bi car xwestin ko bi serokatiya þoreþê re têkevin pêwendiyê û hevkarî bikin. Kurd jî bi þertê bidestxisitina otonomiya kurdan û hatina demokrasiyê li Iraqê ji bo xebateke wiha amade bûn. Nûnerên kurd û berpirsiyarên Koalîsyonê çend caran hev dîtin û biryar girtin da ko hukûmeta Qasim ji ser hukim hilweþînin.

Koalîsyonê di destpêka sibata 1963an de dest bi xebata xwe kir. Ji hêlekê ve grev û boykot û ji hêlekê ve jî serleþkerên muxalîf êrîþ birin ser Qasim û hukûmeta wî. Baasiyan di demeke kin de hukim xistin destên xwe û general Qasim kuþtin. "Serokatiya Konseya Neteweyî ya þoreþger" ango Koalîsyonê Abdulselam Arif weke serokkomar û Hesen al-Bakr jî weke serokwezîr hilbijartin.

Koalîsyon ji Baasî û Nasirîstan pêk dihat. Koalîsyonê wezîrên hukûmetê di nav hev de parê vekirin û du heb jî dan kurdan. Li gorî wan pirsa kurdî jî bi vî awayî hel bûbû. Tevî ko kurd bi þertê ko otonomiyê bi dest bixin piþtgiriya wan kiribûn jî, qet behsa wan nedibû.

Kurd nikaribûn dev ji otonomiya xwe berdin. Ji ber ko niha garantiya tu tiþtekî tune bû û çaxê ne li gora hesabê hukûmetê bûya, dîsa dikaribû êrîþê bibe ser kurdan. Ji lewre jî Barzanî di serokiya Celal Talabanî de çend nûnerên kurd þand Bexdayê da ko li ser pirsa kurd bigîjin biryarekê. Piþtî çend car çûyîn û hatin, nîqaþ û dilhiþtin û di dawiyê de jî çûyina cem Cemal Abdulnasir û bi "erêkirina" wî, hukûmetê otonomiya qismî ya kurdan qebûl kir.

Kurd her tim ji bo aþtiyê amade bûn û di vî awayî de car bi car gav avêtibûn. Vê carê jî xwe hazir dikirin da ko dev ji çekan berdin. Lê ta niha jî tu garantiyek tune bû. Pêwîst bû ko Kurdistan azad bibe û kurd di nav axa xwe de bibin xwedî erk û desthilatdar.

Lê piþtî ko Koalîsyonê dest danî ser hukim, fermana komunîstan derxist. Mîlîsên hukûmetê di demeke kin de bi hezaran komunîst û kesên çep kuþtin. Hingê gelek komunîst û bi taybetî jî endamên PKI yê, ko heta niha þoreþa kurd bi xayîntî û ajantiya emperyalîzmê sûcdar dikirin, êdî xwe avêtibûn bextê kurdan û hatibûn Kurdistanê.

Bêþik Barzanî û Partiyê ev anîn bîra wan, lê wan nikaribû van merivan bi paþ ve biþînin kuþtinê. Piþtî ko PKI di Kurdistanê de bi cî bû, êdî xwe beþek ji þoreþa kurd dihesiband û ew "pêþverû" dipejirand. Endam û alîgirên ko ji ber destê Baasê rizgar bûbûn, li Kurdistanê bi cî bûn û bûn xwediyê kampên xwe.

Hukûmeta Yekîtiya Sovyetê heta dawî piþtgiriya Qasim kiribû. Lê piþtî ko hukûmeta nû dest bi kuþtina komunîstan kiribû û gelek ji wan jî xwe avêtibû tor û bextê kurdan, hukûmetê nisana 1963an de siyaseta Qasim a li hember kurdan di rojnameya Pravdayê de rexne kir. Nivîsa ko di rojnameyê de derketibû piþtgiriya mafên kurdan jî dikir. Berpirsiyarên Sovyetê bi vê jî neman û di medyayê de car bi car hukûmeta Iraqê rexne kirin û piþtgiriya þoreþa kurd kirin.

Her wiha di vê demê de Yekîtiya Dewletên Amerîkayê jî nêzîkayî li pirsa kurdî dikir. Bi vê armancê nameyekê ji Barzanî re diþînin û jê daxwaza pêwendiyan dikin. Ew di nameyê de piþtgiriya xwe ya Kurdistaneke otonom jî diyar dikin.

Planên Yekîtiya Komara Ereb jî ko ji dewletên Misir, Iraq û Sûriyeyê ve pêk dihat, di 17 ê nîsana 1963an de bi dawî hat. Hukûmeta Iraqê dixwast pirsa kurdî bi Yekîtiya Komara Ereb ve girêde. Lê Barzanî û kurdên din vê qebûl nedikirin. Dê ev "Komar" an jî federasyon bi tenê mehekê dom bikira û neketa jiyanê.

Hukûmeta Iraqê di gulanê de piraniya leþkerên xwe þand Kurdistanê. Lê Barzanî hê jî dixwest pirsa kurdî bi riya aþtiyê hel bike. Ji bo wê jî Barzanî doz ji serokwezîr Hasan al-Bakr kir ko li gorî þertên pêvajoya aþtiyê gav biavêje û pirsa kurdî bi vê riyê çareser bike. Barzanî ji bilî vê bala al-Bakr kiþand ser leþkerê ereb ko Kurdistan seranser dager kiribû.

Bersîva al-Bakr bû hepiskirina nûnerên kurd ko ji bo hevdîtinan li Bexdayê bûn. Di destpêka hezîranê de jî li Suleymaniyeyê nêzî 300 kurd hatin girtin û wendakirin. Hukûmeta mirdar bi vê jî nema. Wê ji bo kuþtin an jî girtina Barzanî 100.000 dînar jî pêþkêþ kiribû.

Hukûmetê di vî þerî de ji sê hêlan ve êrîþ biribû ser Kurdistanê: Amediyê, Rewandûz/Barzan û Koy Sancaq. Her wiha nêzî 5000 leþkerê Sûriyeyê jî beþdarî vê êrîþê bûbûn. Nêzî 200 gund seranser hatin þewitandin û wêrankirin. Bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin. Cuntaya Arif û al-Bakr biryar dabû ko vê carê doza kurdî ji binî ji ortê rake û ji lewra jî Kurdistanê seranser wêran dikir. Lê tekoþerên kurd di serokatiya Barzanî de, bi þerê gerillayî leþkerê ereb car bi car þikandin û di dîroka kurdan de lehengiyên bêhempa pêk anîn.

Hukûmeta Iraqê dîsa bi Sovyetê re pêwendî danî û wan kiþand aliyê xwe da ko dev ji rexneyên xwe berde û piþtgiriya kurdan neke. Li ser daxwaza Sovyetê, Moxolistana ko demek berê di Yekîtiya Neteweyan de doza kurdî anîbû ziman, vê pêþniyara xwe bi þûnde kiþandibû. Dê Barzanî li ser vê rewþê wiha bigota:

"Em ne di wê baweriyê de ne ko em dê mafên gelê xwe bi pêwendiyên di nav lordan de wergirin. Em dê vê serkeftinê bi tekoþîna xwe ya pîroz û çekên xwe bi dest bixin."

Bi rastî jî pêþmergeyan tekoþîneke wîsa bêhempa dabûn ko caþikan dev ji çekan berdabûn û leþkerê dijmin jî xwe bi þûnde vekiþandibû. Di çiriya pêþîn de gelê kurd axa rizgarkirî bi giþtî ji destê dijmin derxistibû.