PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Barzanî li Yekîtiya Sovyetê



» Ev wêne sala 1952an li Sovyeta berê hatiye girtin.



Piþtî ko Barzanî û hevalên xwe bi meþeke dûr û dirêj ko 52 rojan diajo derbasî Sovyetê bûbûn, li Nahçîvana Azarbaycanê hatibûn bicîkirin. Barzanî û hevalên xwe li wir ji hev tên veqetandin. Ew di kampên leþkerî de, di rewþên xerab de dest bi jiyaneke nû dikin. Piþtî demekê hukûmeta herêmî Barzanî diþîne Bakûyê.

Barzanî û hevalên xwe ji hev hatibûn veqetand û ne dihiþtin ko ew hev bibînin. Her wiha rewþa penaberên kurd roj bi roj xerabtir dibû. Li ser þîkayeta Barzanî çend caran rê dan ko ew hev bibînin.

Xuya bû ko berpirsiyarên Partiya Komunîst a Azarbaycanê kîna xwe ya dema Mehabadê ji bîr nekiribûn. Berpirsiyarên kurd di dema azadiya Mehabadê de ne xwestibûn ko Komar têkeve bin hukmê Azarbaycanê û niha jî fersend ketibû destê Bagirof û berspirsiyarên Partiya Komunîst. Bagirof Beriya jî kiþandibû hêla xwe û herduyan li gora dilê xwe agahdarî didan Stalîn û Komîteya Merkezî.

Barzanî û hevalên xwe di dema Stalîn de ji ber van sedeman gelek êþ û derd kiþandin. Car bi car Barzanî û penaberên kurd dihatin nefîkirin. Nefîkirineke di nav nefiyê de... Penaberên kurd pirê caran birçî diman. Her wiha di nav kampên kar de yan jî di nav kampên leþkerî de kar dikirin. Lê ya herî xerab jihevqetandina wan bû. Ev jihevqetandin û birin û anîn ta ko Stalîn sax bû jî dom kir. Her tim ji hev dûr û di bin çavan de bûn. Di kampên xerab de nîv têr û nîv birçî dijiyan û her ji çend mehan an jî salan carekê dihatin nefîkirin.

Barzanî ji vê rewþê ne razî bû û pir aciz dibû. Wî ji berpirsiyarên hukûmeta herêmî destûr xwest ko here cem berpirsiyarên partiyê û Hukûmeta Sovyetê da ko pirsa neteweyê kurd bîne ziman. Dê wî bi vî awayî rewþa penaberên kurd jî bianîna ziman û gilî û gazincên xwe pêþkêþ bikira. Lê ev daxwaza wî nehat qebûlkirin.

Hukûmetê di tebaxa 1948an de penaberên kurd þiyandin Özbekîstanê. Barzanî li Taþkentê hat bicîhkirin û bi alîkariya mamosteyekî rûs xwe fêrî zimanê rûsî kir. Tevî ko Barzanî ne li Azarbeycanê bû jî, Bagirof hê jî dijîtiya wî dikir û di derheqa wî de raporên xerab diþand navenda partiyê. Wî her wiha merivekî xwe þiyand cem serokkomarê Özbekîstanê Yusufov û ew jî mîna xwe kir dijminê Barzanî.

Bi vî awayî Bagirof, Yusufov, Larentî û serokê parastinê yê dema Stalîn Beriya li dijî Barzanî cepheyeke dijberiyê ava kiribûn. Barzanî jî vala ne disekinî. Wî ji çend rojan carekê nameyên ko rewþa penaberên kurd diyar dikirin ji Kremlînê re diþand. Lê mixabin ev name bi giþtî li cem Beriya diman û ne digihîþtin cihê xwe.

Di adara 1949an de dîsa cîhê Barzanî hat guhartin. Vê carê ew þandibûn giraveke ko di nav gola Aralê de dima. Piþtre gav bi gav ên din jî birin Aralê, lê ew li sê giravên cihê belav kirin. Yên mayîn jî li cihên din belav kiribûn. Pêwendiyên wan ji hev qut bûn û haya wan ji hev ne tunebû. Daxwazên hevdîtinê jî bi tu þeklî ne dihatin qebûlkirin. Barzanî rojekê di sala 1950an de bi jineke cîran ko dê biçûya Moskovayê re dikeve pêwendiyê da ko nameya wî li wirê bavêje qutiya posteyê. Ji bo vê wî îþilkekî xwe firotibû û hinek pere dabû jinikê. Bi alîakriya jinikê name digîje Kremlînê.

Li ser daxwaza Stalîn di serokatiya Finikradof de heyetek diçe Taþkentê û Barzanî jî tînin wir. Ev heyet jî daxwaza Barzanî qebûl nake, ango destûr nade ko ew here Kremlînê.

Di destpêka 1953an de li ser daxwaza Barzanî penaberên kurd tev li meydana hukûmetê dirûnin û dest bi boykota xwe dikin. Þertê wan ew bû ko di serokatiya Barzanî de heyetek biçe Kremlînê û pirsa kurdî ji serokên dewletê re bîne zimên. Ew nêzî 72 saetan li wir rûniþtin û daxwazên xwe ji berpirsiyarên herêmî kirin. Li hember zirtên serokê hukûmetê jî Barzanî û kurdên din xwedî biryar bûn. Pêwîst bû ko pirsa neteweyekî bindest çareser bibûya û Barzanî amade bû her xeter himbêz bikira.

Ancax piþtî vê rê dan ko du kes li ser navê kurdan herin Moskovayê. Tevî ko rê nedabûn Barzanî ko du nav van du kesan de be jî, wî qîma xwe bi vê pêþniyarê anîbû.

Tevî vê ji heta ko Stalîn sax bû, xirecira penaberên kurd û hukûmeta herêmî dom kir. Çaxê Stalîn mir û Kruschev ket dewsa wî, rewþ bi her awayî guhirî. Serokê KGBê Beriya hat kuþtin û gelek ji hevalbendên wî jî hatin cezakirin. Piþtî ko rewþ hebekî sivik bû, Barzanî çû Moskovayê da ko Kruschev û serokên Sovyetê ziyaret bike û doza alîkariyê bike. Lê ew jî ne hêsan bû. Barzanî li ber Kremlînê sê roj û sê þevan dikeve greva rûniþtinê. Di dawiyê de Barzanî derdikeve hizûra Kruschev û rewþê bi giþtî jê re diyar dike. Kruschev û hevalên xwe bi hevre Barzanî guhdarî dikin. Barzanî her wiha tiþtên ko Bagirof û Beriya anîbûn serê wan tîne ziman û wiha dibêje:

”Hûn ji hêlekê ve alîkariya gelên bindest dikin û ji hêlekê ve jî Beriya û merivên mîna wî li dijî van kiryaran xebat dikirin.” Barzanî li gotinên xwe wiha dom dike: "Ez xwe niha serkeftî dihesibînim. Ji ber ko ez niha pirsa neteweyê kurd bi heyeta herî bilind a rojhilatê re, ango bi heyeta Kremlînê re diaxifim. Ji xwe ez jî ji bo rewþa neteweyê kurd ko ji teref dagirkeran ve û çaralî hatiye perçekirin bînim ziman, hatime vir. Vî neteweyî baweriya xwe daye min. Hûn dewleteke mezin in û dibêjin ko ûn alîkariya gelên bindest dikin. Ez ji bo vê li vir im. Ez ji bo ko doza gelê kurd a heqiyê bi ser bikeve alîkariya we dixwazim."

Kremlînê jî 74 nameyên ko Barzanî ji hukûmeta Sovyetê re þandibû bi dest xistibûn. Lê yek ji van nameyan jî ne gihîþtibû cihê xwe. Barzanî ji Kruschev û hukûmeta Sovyetê piþtgiriya mafên kurdan daxwaz kir. Kruschev jî soz û bextê ko dê kurd bi xwe li ser çarenûsa xwe biryar bidin, da Barzanî.

Piþtî vê hevdîtinê rewþa penaberên kurd baþ dibe. Gelek xortên kurd (nêzî 200 kesan) li unîversîteyên Moskovayê dest bi xwendinê dikin. Her wiha xaniyek û otomobîlek dan Barzanî û wî jî dest bi xwendina ziman, siyasetê û aboriyê kir. Barzanî her wiha beþdarî kurseke leþkeriyê jî dibe. Ev kurs ji generalên rûs û yên dewletên sosyalîst re dihat amadekirin.

Barzanî li wir ronakbîrên kurd ên mîna Qanatê Kurdo û Erebê Þemo dît û di sala 1956an de çû Êrîvanê û li wir kurdên din ziyaret kir. Barzanî piþtgiriya daxwaza kurdên Sovyetîstanê ya otonomiyê kir. Hukûmeta Sovyetan ev daxwazê qebûl nekir lê ji bo pêþketina çanda kurdî biryarên nû wergirt û bi vî awayî weþanên kurdî, radyo û pirtûkên kurdî bi serbestî û bi alîkariya dewletê dest bi weþanên xwe kirin.

Dema Barzanî û hevalên xwe li Sovyetîstanê diman, bi serokatiya Celal Talabanî heyetek li ser navê kurdên baþûr beþdarî kongreya navneteweyî ya þagirt û ciwanan bûbû. Çaxê Barzanî û Talabanî hev dîtin, Talabanî jê re rewþa Kurdistanê û kurdan anî ziman û li pêþneyarên Barzanî guhdarî kirin.

Barzanî li Sovyetê vala ne disekinî. Wî ne bi tenê bi kurdên Sovyetîstanê re danustandin dikir. Wî her wiha bi gelek heyetên navneteweyî re jî pêwendî datanî û pirsa kurdan dianî ziman. Ji bilî wan heyetan wî bi berpirsiyarên Kremlînê û Partiyê re jî pêwendiyan xurt danîbû.