PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Piþtî meþa dirêj rewþa kurdên baþûr û Iraqê


Piþtî têkçûna Komara Mehabadê rewþa kurdan çaralî xerabtir bûbû. Serokên kurdên Îranê hatibûn qetilkirin, kurdên Iraqê bêserok û bêserwer mabûn û kurdên din jî xemgîn û þermezar bûbûn. Tade li ser kurdan roj bi roj zêdetir dibû. Afateke mezin bi ser kurdan ve hatibû û zordariyên dijmin li çaraliyê Kurdistanê bûbûn jiyana rojane.

PDK-I demeke dirêj sanciyên bêserokatiyê kiþand. Serokê Partiyê Barzanî li dervayî welat jiyana penaberiyê dijiya, sekreterê wê Hemze Abdulah di hepsê de bû û xebata Partiyê ketibû rewþeke xerab.

Îbrahîm Ehmed û çend hevalên xwe di vê demê de ketibûn nav sefên Partiyê. Weke ko tê zanîn Îbrahîm Ehmed bi fikrên çep dihat nasîn û dixwast partiyê bikþîne ser fikrê çepîtiyê. Ew di kongreya 1951an de bû sekreterê partiyê û tevî hinek hevalên xwe di programa wê de hinek guhertin pêk anî. Navê partiyê di kongreya sêyemîn de ko di sala 1953an de pêk hat, ji "Partî Demokratî Kurd" bû "Partî Demokratî Kurdistan-Iraq". Dê ev rewþ û guhertinên nû gelek eþîran ji partiyê bi dûr bixista û partiyê qels bikira.

Di sala 1954an de di rewþa Iraqê de guhertineke mezin çêbû. Hukûmeta Nûrî Saîd destûr dabû ko partî eþkere kar bikin. Her wiha Partiya Komunîst ya Iraqê, Partiya BAAS, Partiya Rizgarî û ya Demokratên Neteweyî bi biryarekî di nav "Eniya Neteweyî" de yekîtiyekê ava kirin.

Partiya Baasê mîna seksiyoneke Partiya Baas a Suriyeyê ko di salên 1940an de ji teref Mîþel Eflaq ve hatibû damezrandin, kar dikir. Programa partiyê giranî dida ser "þoreþa neteweyî".

Di sala 1955an de Partiya Rizgarî û ya Demokratên Neteweyî gihîþtin hev û pirsa kurdan jî xistin programa xwe. Êdî Iraq ji kurd û ereban pêk dihat. Digel ko ev gotin bi xwe re zêde tiþt ne dianî jî, ev gaveke girîng bû û kurdan dixwest ji vê îstîfade bikin.

Lê dê ev rewþ jî zêde dom nekira. Piþtî hilbijartinan Nûrî Saîd partiyên din qedexe kir û êrîþên li hember kurdan zêdetir bûn. Di sala 1955an de ji teref Turkiye, Iraq, Îran û Pakîstanê ve "Peymana Bexdayê" hat îmze kirin. Amerîka jî weke çavdêrê vê peymanê bû. Piþtî ko Iraq xwe di sala 1958an de ji vê peymanê vedikþîne, navenda wê diçe Ankarayê û navê wê dibe Cento.

Di nav Partiyê û Partiya Komunîst de gelek caran nakokiyên mezin derketibûn. Lê di sala 1957an de ev nakokî zêdetir dibin. Êdî Partiyê jî xwe nêzî fikrên çep kiribû û beþek kurdên di seksiyona Kurdistanê de ketibûn nav sefên Partiyê.

Di 14ê tîrmeha 1958an de bi serokatiya general Abdulkerîm Qasim cuntayeke leþkerî hat ser hukim. Cûntayê Melîk Feysel û Serokwezir Nûrî Saîd da kuþtin. Wan bi vî awayî welat ji melîktiyê jî rizgar kiribûn û komara nû damezrandibûn. General Qasim di hukûmeta nû de cî dabû partiyên din jî. Her wiha Baba Eliyê kurê Berzencî jî ji kurdan neqandibû û kiribû wezîrê karûbarên avakirinê. Wî her wiha ji bo ko cihê xwe ewle bike "Konseya Neteweyî" jî ava kiribû. Di vê konseyê de alewiyek û kurdek jî hebûn.

Hukûmeta nû girtiyên kurd ko di nav wan de Þêx Ehmed Barzanî û þaîrê mezin Goran jî hebûn, serbest berdidin. Herçî hukûmeta nû otonomiya kurdan bi tevayî qebûl nekira jî, ne dixwest kurdan di rewþeke wiha de bike dijmine xwe û li hêviya ko bi wan re pêwendiyeke xweþ deyne.

Li gora qanûnên ko ji nû ve hatibûn amadekirin Iraq beþek ji niþtîmanê ereban bû lê kurd û ereb bi her awayî mîna hev xwedî par bûn. Dê mafên wan yê neteweyî li gora çarçoveya neteweyî ya Iraqê bihatina dayîn. Her wiha tu ferq di nava netewe, ziman, ol û baweriyan de jî tunebûn.

Îbrahîm Ehmed li ser navê partiyê nameyekê ji Bexdayê re diþîne û ji bo ko hukûmetê pirsa kurdan xistiye bernameya xwe, piþtgiriya wê dike û pîrozbahiyên xwe pêþkêþ dike.

Dema zagonên bingehîn hatin îlankirin, li ser navê partiyê Îbrahîm Ehmed axaftinek kir û li ser van guhertinan razîbûna xwe û ya gelê kurd pêþkêþ kir. General Qasim jî di axaftinekê de diyar kir ko hukûmetê bangî Barzanî kiriye da ko vegere "welatê xwe".