PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



SORGULA MÝN



SORGULA MÝN

ez
di xitimandina peyvên xwe
ên sist û pist de
eþqa xwe diyarî
dilê te yê berketî dikim
ji çarguliyên porê te yê xumrî
bêhna gulên biharê tê
bi bayekî xerîb re
li hinava canê min belav dibe
di agirê þeweta awirên te de
xwe dibînim
tu
bûyî bîranîneke
ji tîrêja heyva çardeh þevê
di giyanê min yê newêrek de
li ber pencera hilmgirtî
evîndar û bendewarê te me
xulamê koþka dilê te me
di xemkêþiya helbesta
gora dilê te de
binax dibim
tu
heyîna min a jîndarî
çavkaniya helbesta
li ser lêvên pênûsa min î
xweþbêhna gula baxçeya min î
min
girnijîna li ser lêvên te
di nasnameya gerdena xwe de
kola
henasa qefesa te ya germ
di kefa mista xwe de vediþêrim
min
riya xwe
di pisûlaya sewdaya te de
winda kir
berê xwe da oxira felekê
ez
miþextê melûliya çavên te me
mehkûmê zîndanên xemzeya te me
li dadgeha bejna te ya zirav
têm darizandin
di bijang û ebrûyên te de
dilbirîndar im
were bi zimanê xwe ên hingivî
birîna kezeba min bikewîne
berxa min
yara min
sorgula min


Xizan Þîlan
Stockholm, 03.03. 2006



Xizan Þîlan

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg