PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Mehkûmê Dilê Xwe Me



Mehkûmê Dilê Xwe Me

Tu kes nikarin ji ber xelas bin,
Hîn negîhîþtime, hêvalên te ne
Berhewa dikine bi mêlên xwe;
Kela kelê me li ser meqama te
Lê, ez mehkûmê zara xwe me !

Tu helatî ji nav rind û bilindan
Pepûlê ber þewqa çavên te me;
Hesret mam, qet min têra xwe
Li vî alî, li wî alî temaþe nekir
Lê, ez mehkûmê soza xwe me !

Ketime nav deþt û keviristanan
Vedidim der û beran, ne dîn im
Ma kevir biqelþin li ser keviran
Karê min ne defîne û gewher in
Lê, ez sîmyagerê zêra xwe me !

Serê min de tim tên sêwirandin
Tu disefînî bi stêr û balinde ve;
Ez ne nexweþ im, pir darhal im
Dixwazim te bigrim bê sêrbazî
Lê, ez mehkûmê dilê xwe me !

Abdullah Karabag
( Sewta Berbangê )
20.08. 2006 - Saat: 16: 38


Abdullah Karabag

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg