PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Birahîm Xelîl Sirûcî : PÊÞMERGE



PÊÞMERGE

Hûn bi cesareta
Ristemê Zal rabûn pê
Bi hêrsa Kawayê hesinkar
bi sond û peymana
Selahedîn Ûsif
ketin rê
Bûne rêwiyên riya azadî
We sînga xwe da dijmin
û bi ser de çûn
Bê þik û tirs û guman
Di destê we de
top û tangên mezin
selih û çekên giran
Balafir û elîqoptêr tinebûn
Lê hûn bi ser ketin
Serfiraz bûn
We her dera ku hûn çûnî
ronî kir bi þemala xwe
Ewrên reþ û tarî
ji waran dûr xist
Wek tîrêjên rojê
we silav li xelkê kir
Zarokan bi gulan
pêþwazî li we kir
Dayikan, bi lêlil
ji we re gotin
hûn bi xêr hatin
We kêfxweþ kir
ew xelk
Ew xelkê ku di tarîtiyê de
di bin barê giran de
dikir axîn û nalenal
Bi saya we
vegeriya li wan
taqet û giyan
Lewra di dilê we de
hebû, bawerî û îman
Bijîn, her bijîn
Ey pêþmergên qehreman
We azad kir Kurdistan
We welatê me yê þêrîn
xweþ û rind û delal
rizgar kir
ji bin nîrê cinawiran
We þikandin
dest û tiliyên wan
Ewên qirêj, gemarî
Ew dest bûn ku
li Helepçe û Enfal
û hina li gelek
derên niþtiman
hovane û wehþane
qir kiribûn
bi hezaran can
Ey lehengên netirs
hûn weke þêran coþiyan
We got: Kerkûk ya kurdan
ewe dilê Kurdistan
bo wê me daye û
em amadene bidin
mal û milk û can
Çi jin û çi mêr
çi kal û çi ciwan
Û hûn bi merdane
sekinîn li meydan
Dijminên we
ewên ku di
hundir mala xwe de
mêranî dikirin
hîrehîr bi wan diket
huþ bûn, kerr bûn
Ewana ziman daqultand
Bijîn, her bijîn
Ey pêþmergên qehreman
We azad kir Kurdistan

18. 10. 2006


Birahîm Xelîl Sirûcî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg