Bela bimire.. Bela bimire..- 1 -Bela bimire yê ku; Ji bavê xwe fedî bike Li kul û xemên xuþka xwe Guhdarî neke Li diya xwe ne pirse Adet û teqalîdên bav û kalên xwe Jibîr bike Zimanê xwe di ser guhan re Bavêje û Deriyê xwe ji ber dost û hevalan Bi qepitîne Bela bimire jêre çêtire - 2 - Bela bimire yê ku; Ji ronahiyê bi tirs be Di tariyê de bi live Wek kund li ser þikêran Bi lûse Di tengayiyê de Kirasê neyaran li xweke Di firehiyê de Wek dîkê þinik Bi qud-qud be..! Serê xwe ji Partiyan re deyne Berî çiyayên welatê xwe û Di her çax û demî de Di her civat û eywanê de Karibe bistirê û biraqise Bela weke van kesan bimirin Mirin ji wan re çêtire - 3 - Cerê ku av têde Nesekine Yê þikenandinê ye Beriya ku xezal Lê neçêrin Ne warê koçeryê ye Çiyayê ku Pêþmêrge Lê neyên parastin Ne cihê piþtdanê ye Hevalê ku zikreþ be û Bi hewildan be ku Li ser piþta hevalên xwe cihekî ji xwe re Di civatê de ava bike Megrûdî û eware ye Qet lê nebe ewle ye Bela bimire, mirin jêre çêtire - 4 - Xincera ku ji kalan neyê der Ya avêtinê ye Tivinga bê berik be Mîna þîþa tenûrê ye Kum û kolozê ku Serî gerim neke Ne yê danînê ye û Mirovê ku sinc û wijdan Wî ne hejîne Mirin jêre çê ye.. Qamiþlo, 17. 10. 2006 Konê Reþhttp://www.pdk-xoybun.com |