PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Pêþerojên Kizirî / Beþê duyemîn


Pêþerojên Kizirî / Beþê duyemîn

Ey yara min
Ez ji te re dimixabinim
Xwedê dizane mebesta mim
Ne ev bû derba kavkanîka min
Ez qehwa tal ne didim û ne vedixum
Ezmanê min bilinde
Danakevim
Pirêz û þûva naxwînim
Zexel û ziwan li çewlika naçînim
Sipiye þopa min
Tev riya pêþerojê liber min,
Ew destê minî hevirmêþî
Û siya minî hunguvî
Radixim
Ku limêja serê sibê bikim seyran.

Ey yara min
Mebest ne ewe weke te kila
Tora te, tu masî negirtin
Ji bilî stirî û keleman
Û
Kewê gozel tu ref nefirandin
Ew tûmirê tu avdide.. tiye
Îdî pûma te bostekê neçû
Berê dara te tev kat û kerik derketin
Ez siya kesekî li xwe naki heval
Û nadizim cilikê tajiyan
Yên dibezin laþê mirara
Ku nêçîra dema tevizî bikin.

Ew yara min
Ya ez jê re dimixabinim
Min jê re rêkir dîgar
Gurzek dil ne qîvar
Rabû xwar tev dîar
Min xwest ya dilê wê bêjim
Bi zimanê xwe
Ne bidizim hêkên req û kîsoyan
Û
Jêkim tiriya marmarokan
Û qaþilê dendikan bi gerdenî bikim
Bi ta vekim û liba bikim sêwiyan.

Ey yara min
Min navê maçek derewîn bidizim
Ji riwê cûn kevirî
û dest bavêjim kezî-mara
Di quncika tariya belek de bidoþim
Û min navê dest bi demûþbim
Li goþê çar qorziyan
Îdî pûçbû dem
Ya ku miþtbû li cem.
Jiber tu ji çav hatiye dil
Te li xwe radipêçim û bilorînim:
Hy wêl wêl..

Ey yara min
Ev çi dûdilî li cem te zayî ye
Du buqçik û çar girêk
Mîna boçikê çixaran li cemin
Yarê ji dawî de dibêjim:
Ez te mezin dibînin
Xwe biçûk nebîne
Weke tu bi xwe xwe dizane.

Ey yara min
yara min
minnn ..

12. 09. 2006


Ciwanê Abdal

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg