PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Fêrgîn Melîk Aykoç û Emîn Akbaþ; li ser zimanê Kurdî pirtukên curbecur derxistin !


Kaniya Xwendinê

Ev pirtûk li ser bingeha azmûnên perwerdeyî hatiye amadekirin. Piraniya waneyên mijaran di pratîkê de hatiye bikaranîn, li gor cihan û dîtina zarokan hatiye temamkirin. Hin wane ne tenê bala zarokan, bala mezinan jî dikiþînin. Çawa bi we jî diyar e, herî zêde pexþanên bi lîstik, ken, hedananîn, þano û destkarî bala zarokan dikiþînin. Me jî di vê berhemê de rastiya cihana zarokan wek bingeh wergirtiye û em bi vê berhemê dixebitin ku bi alikariya van balkêþiyan hin tiþtên jiyan ji me dixwaze, bidin zarokan.

Ev berhem li gor dem û werz, rojên taybetî, netewî û navnetewî mijar bi mijar hatiye amadekirin. Di her mijarekê de ji þeþan ta yazdehan wane hene. Mijara yekem bi „destpêka dibistan û betlaneyê dest pê dike, dû re jî mijara „payîzê“ tê. Divê zarok di dibistanê de bikanin bi hev re derbas bikin, ji wê me mijarek bi navê „bi hev re derbaskirin“ jî hilbijartiye. Li pey vê mijarê „sersal û zivistan“ tê. Bêgûman meha adarê meha Newrozê ye û gelek rojên me yên taybetî di vê mehê de ne. Ji ber vê egerê me navê mijara vê mehê jî „Newroz“ daniye. Jixwe bi Newrozê re bihar dest pê dike, ji wê me mijara „biharê“ jî li vir bi cih kiriye.

Fêrgîn Melîk Aykoç

* * * * * * * * * * * * * * * * * *

Tiþtonek

Ev pirtûka di destê we de ji tiþtonekên, ku di nav civaka kurd de cihekî taybet digirin, hatiye amadekirin.

Ev pirtûk ji bo zarokên zimanê (diya) wan kurmancî ye û bi kurdî tên perwerdekirin û dikarin bi kurdî bixwînin, bi mebesta geþkirina raman û hizra wan hatiye amadekirin. Herwiha kesên gihiþtî yên naçin dibistanê, lê belê xwe di warê zanîna kurdî de pêþ xistine jî, dikarin ji vê pirtûkê sûd wergirin.

Pirtûk ji aliyê þêwe ve wisa hatiye amadekirin ku xwendevan bi tenê jî, ango serbixwe karibe bi kar bîne. Ji bo vê yekê jî bersivên tiþtonekan li dawiya pirtûkê hatine danîn. Bersiv li gorî rûpelên ewil hatine rêzkirin.

Ji ber nebûna zimanekî kurdî yî yekbûyî, hevmaneyên piraniya tiþtonekan li dawiya pirtûkê hatine danîn. Bê gûman peyvên devokên din yên di vê pirtûkê de nehatine bikaranîn, hêmû wek yên divê pirtûkê de hatine bikaranîn, rast û dirist in.

Rexne û pêþniyarên mamoste, zimanzan, þagirt û kesên din yên vê pirtûkê bi kar bînin, him ji bo çapa dûyemîn û him jî ji bo pirtûka dûyemîn wê bibin rêber.

Bi vê hêviyê ji hemû xwendevanan re hînbûneke dilxweþ û ji mamosteyan re jî perwerdekariyeke serkeftî daxwaz dikim.

Emîn Akbaþ

* * * * * * * * * * * * * * * * * *

Pxþanên Hîndariyê

Piraniya pexþanên vê pirtûka ku di destê we de ye; ji bûyer, serpêhatî û metelokên ku di nav civaka kurd de cihekî taybet digirin, hatine amadekirin. Hin ji wan jî bi tevayî ji aliyê min ve hatine nivîsandin. Hemû navên kesan yên di pexþanan de derbas dibin, ne yên rast in. Ango navên fantazî ne.

Ev pexþan ji bo zarokên zimanê wan kurmancî ye û bi kurdî tên perwerdekirin û dikarin bi kurdî bixwînin, bi mebesta geþkirina raman û hizra wan hatiye amadekirin. Herwiha kesên gihiþtî yên naçin dibistanê, lê belê xwe di warê zanîna kurdî de pêþ xistine jî, dikarin ji vê pirtûkê sûd wergirin.

Pirtûk li gor metodên ewrûpî yên perwerdeyiyê û ji aliyê þêwe ve jî wisa hatiye amadekirin ku xwendevan bi tena serê xwe jî karibe bi kar bîne. Ji bo vê yekê jî bersivên pirsên pexþanan li dawiya pirtûkê hatine danîn.

Rexne û pêþniyarên mamoste, zimanzan, þagirt û kesên din yên vê pirtûkê bi kar bînin, him ji bo çapa duyemîn û him jî ji bo pirtûka duyemîn wê bibin alîkar.

Bi vê hêviyê ji hemû xwendevanan re hînbûneke dilxweþ û ji mamosteyan re jî perwerdekariyeke serkeftî daxwaz dikim.

Emîn Akbaþ

* * * * * * * * * * * * * * * * * *

Li vêderê remza wêneyên pirtukân bibînin : http://www.pdk-xoybun.com/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=2245



10. 09. 2006

Nivîskarên Yekitiya Mamosteyên Kurd

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg