PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ki wê ji bo te bigri



Ki wê ji bo te bigri

Kî wê
ji bo te bigrî
kî wê bejin
û bala Evîna te
li sawêrê xwe
bigerîne
kî wê gulîyên te
ji xwere bike keras
û perdeye
kî wê
ji hêsirê çavê te
helbest û sitanan
bide berheve
kî wê dikaribe ,
te ji sawêrê xwe bavêje
kî wê dikaribe ,
singê te ji xwere
bike jîyana azadîye
kî wê ji birînên evînê te
romanan binivîse
kî wê te li bîra xwe bîne
heger ku tu ne tubî
berî tu werî
berî ku ez te nasbikim
narvîna te li min bibû
mîvan
berî lêvê evîna te
rûyê gîyanê min
ramûse
kî wê helbstan
binivîse
ger ku șîrînîya te
ji pêçîyan der nebe
û li ser rûpelên pitûkan
nebe wêneyên
buharê
kî wê bîranînê te
neke perwaz û
bi ser laleșê da
bi dar nexe
ger ku tu ji
çavan neyê xwar
kî wê te jê bigrîne

Almanya, 23. 02. 06


Hêjarê Kurd

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg