PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Fethî Gezneyî : Hatina Ereban û giranîya bo Kurdistanê




Piþtî wan derdeserî û nexweþiyên ku hatin serê me, em bi jivan bun ku Kurdistan bibe ( þama þerîf ) û hinekî embiêhna xwebierdîn piþtî wan nexweþiyan û wan êþ û azarên giran ku me derbaz dikirn, dema ji aliyê rijîmên diktator yên îraqê bi taybet rijîma biaas, bi dûr êxstin (tab'îd) û bi baasî kirin ( tab'îs ) û guherîna navên tax û bajar û bajarkan û ... htd. dest pêkir û piþtire enfal û cînosayd û bi kom û bi saxî bin ax kirn û kîmiyabaran kirina bajarkê helepiçe û gûndê þêx wesanan û berze kirna 8000 barzanî û gelek karên din yên li dijî mîlletê me yê Kûrd. Mixabin heya niha jî gelek birîndarên kîmiyabaranê her mane, nemaze kêm endam jî bune, û wan birînên pir azar yên cerig soj yên kû dilê dayik û xuþkan diþewtandin û hêviya wan jinên ku mêrên wana hatine enfal kirn qut dikirn û þînû tazî di nava dilên dayik û xuþk û bira û xizm û kesên qurbaniyan, heya niha jî rih û rîþalên wan her mane..

Nemaze ew nexweþî nêzîke ber bi nemanê diçe û namîne.. Û herwesa pir derdeseryên wan her dû partiyên destelatdar û dû îdarên yek parçeya biçûk ya Kurdistanê me pejirand, zêdebariya pir qurbaniyên þerê navxweyî ku tefreqe êxst nav xelkekê ku pêþde bê ayþe bun.. Bira û bira hev dû dikuþtin.. Herwesa bab û kur.. Xizim û xizim bun dujminên hev dû heya niha jî bi timamî cardin hemû aþt nebune, ji bilî talan kirna mal û dagîr kirna mulkên hev dû, gelek tiþtên din yên bi vî awayî..

Evane bi her awayekî be, nêzîke derbaz dibe û namîne dewlet serê xemxorên Kurdistanê. Hêdî hêdî xelk têgeyþtin ku ew eqlekê xirap bû ku wana bi kar danîn û her ji ber wê yekê bu ew ziyanên zor gehþt wan û zanîn ku qazanca wî þerî her bo berpirsên her dû aliyan bun û her ew bune mîr û xelk jî kirin xulam, her tiþtek ji boy wana her wekî belaþ bît wesaye..! Çunkî ew bi xwe tînin û biazrganyê pê dikin û ew bi xwe bazrganin, ji ber wê yekê roj bi roj ber bi giraniyê diben û dîsan xelkê got bila derbazbît madam her dû îdare buye yek û çi tiþtên nakok nemane ku li ser wê li hev nekin, xelkê Kurdistanê bi awayekê xweþ û bi dilekî gerim pêþwazî li yekgirtina her dû îdareyan kirin, hîvîdarbun ku tiþt erzan bît û rizgarbin ji wê giraniya niha ya Kurdistanê, nemaze tiþt pir girane lê hêdî hêdî þol û kedkarî zor buye.. Lê mixabin vê carê karesteka mezintir bi rêveye ku rîsên çendîn salan cardin li me dikite hirî, ew jî bi hatina ereban bo Kudistanê û dîtina diþdaþe û 'egalan ku bi keyfa xwe li Kurdistana rengîn digerin û piyasey dikin bê ku çi hîsabê‌bo Kurdan bikin..

Piraniya wan ereban jî dujminê mîlletê kurdin.. Vêca cardin wan birînên daykên ku kurên wan û mêrên wan enfal kirîn û jinên bê hêvî buy ji mêrên xwe û keçên ku birayên wan bi saxî bin ax kirîn, cardin birînên wan sax dibin û bê ku bi karbin yek gotinên nexweþ li hemberî wan 'ereban bêjin yan ruyên xwe li wana tirþ û tal bikin, ku eve jî daxeka pir girane bo daykên ceger sotî û kes û karên enfal kirî.. Pir mxabin, me gelek qurbanî bo azad kirna Kurdistanê dane, lê vê carê bi sedema têkçuna rewþa ewlekariya deverên baþur û naverasta îraqê û sedema çêbuna þerê navxweî vêca ji ber her sedemekê bît em çibikîn ..

Dora hatina 'erebaye bo kavil kirina Kurdistana azad û cardin rewþa Kurdistanê ‌ber bi xirapyê diçe û ew jî xemsariya hikumeta herêma Kurdistanê ye. Hatina wan Ereban jî ji giran bûna xaniya ve dest pêkir, vêca were berê xwe bide dukan û bazaran û karên karkerî, ku her sal bê kar û bê keda ku hejî jiyanê bît dijiyan û jiyan derbaz dikirin heta gehþtin îro.. Îro jî hêdî hêdî kar bo xelkê peyda dibe û vêca Ereb jî bêne ser hazirî, nemaze karkerên me jî bê kar mane û gazindeya wê yekê dikin ku hikumeta herêma Kurdistanê xemsare li hember wan Erebên ku tên kurdistanê, bi her awayekî bît û ji ber her sedemekê bît nebaþe û xirape û nabe pên xwe jî bêxin nav axa Kurdistanê, ji ber ku çendîn sale em di destê 'Ereban de dinalînin.

'Ereb her Erebe `, eger baþ bana bo hev dû bo neteweya xwe da baþ bin, vêca çawa dê bo neteweyekî din baþ bibin yan çi girentî heye ku cardin çi arêþeyan bo me çênakin.. Raste pêwîste mirov arêþeyên mirovan çareser bikin û li hewara hev dû biçn. Lê neteweyek ku xwe xor nebe û hestên mirov dostiyê hebît û dema ku hewara xwe bo mirovî anîn, mirov jî li hewara wan biçe.. Ji xwe ez nabêjim Ereb hemî xirapin, lê li gel ewên têne Kurdistanê xelkek tên ku tovê xirapkariyê li Kurdistanê diçînin, bo me pir xirape û di cardin tuþî wê derdeseriyê û mal wêraniyê bîn û nedûre xiraptir jî be.

27. 08. 2006




Fethî Gezneyî

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg