Gula jînê Gula jînêMin tu þubhandî bi gula jînêMin tu vehandî bi tevnê vinê Lê ez nizanîm kanê ew viyan Te dil gevizand li nava xuwînê Min tu xemilandî bi rengên qeder Min tu hejandî bi can û ceger Lê ez nizanîm kanê ew peyman Para min derde tim kul û keser Min tu têgehandî di peyvên xwe de Min tu gehandî bi karwanên cuda Lê ez nizanim kanê ew zanîn Çi hizira çewte di serê te da 27. 08. 2006 Fethî Gezneyîhttp://www.pdk-xoybun.com |