PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Sertaç Bucak : 40 saliya þehîdê nemir Faîk Bûcak



Dema ku bavê me Faîk Bûcak þehîd bû ez 15 salî bûm. Di navbera salên 1960 û 1962an de bavê min ji ber sedemên siyasî di hepsê de û li sirgûnê bû. Hemû bi hev re ez 13 salan li gel bavê xwe bûm. Lê dîsa jî hinek tiþtên girîng hene ku heta îro bûnê weke prensîb di jiyana min de. Xwiþka min ya mezin Doç. Yayla Mönch. Bûcak, kekê min yê mezin Av. Serhat Bûcak û ez, em hersî bi Kurdayetî û Kurdbûna bavê xwe þehîdê nemir Faîk Bûcak ve hertim girêdayî man. Me li ser qebra wî sond xwaribû û em xwediyê sonda xwe ne. Dibe ku em li ser hin tiþtan cuda cuda difikirin, lê li ser Kurdistanîbûnê me hersiyan jî îspat kir ku em þagirtên wî ne û ew jî rêbaza me ye.

Wexta kû ez li ser bavê xwe difikirim ev tiþtên girîng têne bîra min.

Yekbûn li ser bingehekî Kurdistanî

Gelek Kurdên welatparêz dihatin mala me. Ji bo me ew hemû apên me bûn, ji ber ku bavê min wisa ji me re digot û me jî gelekî ji apên xwe hez dikir. Rojekê apê Canîp û apê Tarik hatibûn Ruhayê mala me. Bavê min ne li mal bû. Piþtî sê rojan dema ku ew vegeriya malê, min jê re got, ‘Bavo Tarik Ziya Ekinci û Canîp Yildirim ji Türkiye Ýþçi Partisi hatin û pirsa te kirin’. Bavê min pir hêrs bû û got : ‘Tu fedî nakî tu navê wan dibêjî, ew jî apê te ne’. Ew wisa di bîra min de ma. Wexta ku ez îro li rewþa bakurê Kurdistanê temaþe dikim, ez dibînim ku divê her Kurd tehamula yê din bike û rêza hev bigrin. Dibe ku bîr û bawerî ji hev cuda bin. Ew dibe pirrengî û pirdengiya me û me dewlemendtir dike. Em dikarin bi hevre ji bo welat bimeþin. Ev êdî di 40 saliya bîranîna Faîk Bûcak de li ser me ferz e.

Bê rêxistin azadiya welat nabe

Piþtî rabûna Dêrsimê, damezirandina PDK- Tirkiyê bû destpêka tevgera netewiya Kurd li bakûr. Ji bo vê yekê jî kolonyalîstan û dijminên welatê me, Faîk Bûcak dan kuþtin. Lê dîsa jî dijmin negihîþt armanca xwe. Baþûr azade lê misyona þehîdê nemir Faîk Bûcak ya ji bo bakur hîna temam nebûye. Faîk Bûcak pir bawerî bi azadiya baþûr dianî û Mela Mistefa Barzanî li cem wî cihekî bilind digirt.

Di dema sirgûnê de em hemû piþtî 2 salan li Entabê çûn serdana bavê xwe. Bavê min ji min re helbestek xwend. Min got, “bavo ka vê helbestê ji bo min binivîse ez ji ber bikim”. Wî got, “na” û li gel min xebitî heta ku min ew helbest jiber kir.
Di cihekî helbestê de wisa dibêjê :

‘Were Kurdo bilîze, felata me pir nêz e.

Alam daye Barzanî xoybûna me dixwazî

Serekê milletê me ye, lewra rûmeta me ye’

. . .

Ew xewn bû rastî.

Xwendina jin û keçan

Di sala 1964 de xwiþka min ya mezin Zozan ( Yayla ) çû Parîsê bo xwendinê. Li welatê me û bi taybetî di nava eþîrê de gelekî li dij derketin. Lê bavê min guh neda wan û got, eger em dixwazin welat azad bibe, pewîstiya me bi jinên rewþenbîr heye. Diya me jî di mal de desthilat bû ji ber ku bavê me gelek qiymet dida wê.

Tirs di dilê bavê me de tunê bû. Ew ciyekî giranbuha di tevgera gelê me de digre. Ji bo doza Kurdîstanê, weke Kurdekî wezîfeya herî mezin aniye cî.

Bavê delal, em Kurdên bakur deyndarê te ne, ji ber ku welat hîna ne azad e ! Me bibexþîne, lê bawerke ewê jî azad bibe. Deste te û destê Apê Seîd Elçî, Mûsa Anter û we hemûyan maç dikim. Bi xatirê te!


Sertaç Bucak

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg