PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Faîk Bûcak : Sonda Mirinê



Sonda Mirinê

“Sonda me mirin e di riya te de welat.

Kefen kirasê me ye ferman lihem li hilat.
Hinc li me miriye ji bo me ma xebat.

Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan.

Li ser tirba kuþtinê kal û pir digrîne.

Dil kezebê me giþkan tijî xwîn û birîn e.

Xort û law qîz û bûk hemû sond xwari ne.

Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmettire goristan.

Bi lorîka mirinê em hatin pêçandin.
Liyandin þûna þîr em bi xwînê mijandin.

Gazi werin xortno welat çû qedandin.

Xwîna me hat firotin pê bikirin Kurdistan.

Em dîltiyê naxwazin ji me re rûmetire goristan”.


  • Faîk Bûcak, Ne tenê siyasetmedar bû. Helbestvan jî bû. Di hemû helbestên xwe de bang li xort û keçên Kurd dikir. Hêviya wî xort bûn. Helbesta xwe ya navdar “Sonda Mirinê“ ji bo xorten ku canê xwe yê ezîz ji bo welat feda dikin, li zîndanan jiyana xwe ji dest didin nivîsandi bû.

  • Faîk Bûcak, dema ku helbestên xwe dinivîsand wê demê þert û îmkanên îro weke îro tune bûn. Mirov nikarîbû tiþtên nivîsandî bi xwe re bigerîne. Faîk Bûcak helbestên xwe êvarê bi dost û hevalên xwe didan jiberkirin û digot ”qîza xalê min, van helbestan baþ jiber bike, rojekê ku ez canê xwe ji dest bidim bela ev helbest wenda nebin. Berî þehadeta wî dostekî helbestên wî bi dengê wî di kasêtekê de tomar kiribûn.

    Faîk Bûcak

    Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

    http://www.pdk-xoybun.com

    http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


    http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg