PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Hevhatin


Hevhatin

Hûn jî ji min biborin
Hinik nava digorim
Silav û rêz û hermet
Li wan kurdên bi rûmet
Ez gelek hej wan dikim
Tu car wan ji bîr nakim
Ez vegerým bi berê
Bi wan wextê pir þerê
Gava þêx seîd zaza
Li bin darek da raza
Dar jî hate zar ziman
Pesna wê kir bêguman
Go ya kalê nûranî
Tu gelekî þervanî
Bi vê rûyê sipî va
Wan birîyên qeytanî
Te pir hanî ser turkan
Te tac danî ser kurdan
Týþtek te ra bibêjim
Xema xwe jî birêjim
Tu razayî bin dara
Yê te bikin sêdara
Tê darda bî bi yara
Çirayek bî ji mara
Ez vedgerim vî alî
Ta ku bêjým vî qalî
Qazîj bi serfirazî
Kalê barzan kir gazî
Tu jî gerek bilezî
Xudê bibe te razî
Ala kurda tu hilde
Tev reþîd xan bi milde
Mi sûnd xwarbû xudê ra
Warim koþtin vê rê da

Çarçira çirak temrand
Barzanî tu car nemrand
Rehma xudê jý kalê be
Heval mesûd þûnda be
Nêçîrvan jî navdare
Talban serok komare
Sedam mîna pepûke
Armanca me kerkûke
Ewan dewlet çêkirin
Halê kurda xwaþ kirin
Du sêdar û tîrorek
Qasimlû jî rêberek
Li mîkunûs got me ra
Bi qadirî bi hev ra
Ser masê da þehîd bûn
Li fransa bi cê bûn
Li goristana parîs
Bi dest neyarê farîs
Li nav axa bîyanî
Tilvîzyûna tîþk danî
Seyid Riza û nehrî
Dujmin dane ber jehrî
Hefîd Simko Berzencî
Dixwastin yek armancî
Hemûka bi serhildan
Ji bo kurda berxwedan
Qendîl Sîpan û Gabar
Cûdî agrî û Þingar
Þêrên kurda bi yek car
Li ser çîya hatin xwar
Sing û milê çîya da
Li þarge û gelya da
Bi dar û þûr û tifing
Bi zar û tîr û xedeng
Apo hat dunya hejand
Miraza hemya qetand
Qe kes Kurda nas nedkir
Nîþka hem1hatin vir
Bý mîkrofonê Hazir
Veza kurda kir bawir
Gotýn gelo em çakin
Em vê xelkê jî þakin
Belê Misto beko bû
Kemalîst jî faþîst bû
Hemû li hev da civyan
Xîret firotin bîyan
Gotin încîrîk wera
Lê alîkar bin mera
Nehêlin Kurd serkevin
Dengê xwe jî derbixin
Bigrin Apo yekalî
Bavêjin wî Îmralî
Kurd gazî kin vîalî
Agýr bestê tekalî
Karasû û karayîlan
Heta herî þemzînan
Ebûra týrka birin
Hemîþe tirka jêrin
Þuqul ket destê erteþ
Xelk jî hemû bûn bê beþ
Hema xwîn û þer û ceng
Zarok dimînin bê deng
Nikarin ku bilîzýn
Çimak neyar qýrêjýn
Yek girtin û tevahî
Piþtgirtin û hewkarî
Xîret û alîkarî
Dujmin dike ferarî
Elîzade û hîkmet
Mohtedî yê bi rûmet
Rojhelat û komole
Mîna dest û namile
Heko ji hev cîhê bin
Bawir nakim tiþtek kin
Xudê biki hev warin
Heko tenê bin jarin
Pejak gerek li qendîl
Farsa bikin wan rezîl
Þêx Meþûqa Xiznavî
Qamiþlûya danavî
Beesa sûrî yek carî
Bi roj kirin tim tarî
Roj û Kurdsat û Zagros
Bi Kurdistana pîroz
Mmc û rojhelat
Tîþk jî wanra kir xebat
Hînga medya bû zengîn
Wek xwîna sora rengîn
Kultûra me bû bideng
Rewþa kurda jî cêhreng
Þair kedkar hozanvan
Nivîskar û þanovan
Honermend û çekdaran
Mohendis û duxtoran
Her çi bêjin bixwazin
Bê êþ û gýl û gazin
Bira kurd jî neêþin
Mînaka min beroþýn
Hemû kurda tu bîne
Hûr hûr ser çevê xwîne
Bi hevra bikelîne
Goþta wan biqelîne
Xwîna wan tê cehev
Qet dûr nakevin ji hev
Berêva jî dibêjin
Goþta hev jî bimêjin
Hestîyên wan navêjin
Pilanekî birêjin
Hizb û serok û rêber
Nemînýn hev bêxeber
Bira haþ hev du hebin
Heta dujmýn týne kin

Ji Rojhilatê Kurdistan : Edalat Milan
14. 08. 2006

Edalat Milan

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg