PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Osman Sebrî



Osman Sebrî

Osman Sebrî ( 1905-1993 ) yek ji helbestvanên mezin ên kurd e.

Osman Sebrî di sala 1905an li gundê Narincê yê Kolîka Semsûr' ê jý dayik bûye. Bavê wî serokê êla Mêrdêsiyan bû. Dema ku Osman Sebrî hê zarok bû, bavê wî di sala 1915an de çû ser dilovaniya xwe û ew li ba apê xwe yê ku bû serokê êlê, mezin bû.

Piþtî Serhildana Þêx Seîd, Osman Sebrî jî digel herdu apên xwe Þukrî û Nûrî di sala 1926an de tê girtin. Herdu apên Osman Sebrî di Zîndana Amedê de hatin darvekirin. Lê Osman Sebrî du salan di zindana Denizli' yê de dimîne û piþtî efûyeke giþtî, di sala 1928an de tê berdan.

Di sala 1929an de careke din Osman Sebrî digel 26 serokên kurd, hat girtin lê dîsa zû hat berdan. Ew di 24ê çileyê pêþîn yê 1929an de direve Sûriye' yê, du salan dibe endamê Partiya Xoybûnê û di kovara Hawarê de li ser mijarên cihê dest bi nivîsandinê dike.

Di sala 1954' an de Osman Sebrî alfabeya kurdî ya latînî weþand û hin pirtûkên mîna; Bahoz, Derdên Min û çar Leheng nivîsandine. Dîsa pir helbestên wî yên ne çapkirî jî hene.

Di sala 1957' an de Osman Sebrî digel hin welatparêzên kurd, di xebata damezirandina » Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê « de cih digire û wek sekreterê partiyê tê hilbijartin.

Osman Sebrî roja 11ê çileyê paþîna sala 1993' an wefat kir. Ew li gundê Berkevirê , li binxetê veþartî ye.


Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg