PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



AZADÎXWAZIM






AZADÎXWAZIM

Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrîs dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Shev ta sipîdê me nîne qet xew
Cihan li ber me dibîte rew - rew
Nêrkew nexwenî, çi bêî mêkew ?
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bavê te çû sher, shêre li meydan
Êrîsh dibin ser Îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Kengî mezin bû, divêm bixwênî
Rewsha cihanê tu xwesh bibênî
Ji nû tu karî dijmin derênî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Keç û kurên kurd hemî shîyarbin
Ji bo serbestî hemî li karbin
Ji hevre dostbin, dijê neyarbin
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijware dijmin, Tûran û Firse
Gernas û mêrbe, ji wan metirse
Sibê shiyarbû, li min mepirse
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Ji bo xweshbin dem û gevên te
Ezê sipîdê bighê bavê te
Bere ziwabin herdu çavê te
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Milên xwe bidme milên berane
Di sherda en tev xûshk û birane
Êrîsh bikin em, lê sher girane
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Bizane, xwendin ji bo we derman
Da ku bizanin qanûn û ferman
Derxin ji dil em van tirs û sherman
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Destên xwe bidne destên çepên rom
Bibin partîzan bi leshker û kom
Carek metirsin ji "hok" û "fantom"
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dibî bavê te di sherde bimrî
Zinhar kurê min nebî tu bigrî
Em tenê kushtin ji bo tu nemrî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Dijmin naçî der bi lav û gazê
Xwînê nerêjî naghê daxwazê
Siba diçim sher divêm tu razê
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Shex û melan em tev kirne derwêsh
Ev bû du sed sal, em bûne berbêsh
Ba bêne kushtin, nemêni ev esh
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Shîn tê bi xwînê dara serbestî
Îdî naxwazin dîlî, bindestî
Ev êlperestî, ev olperestî
De rabe ser xwe, kurê min rabe!

Mirovperestim mîna Cigerxwîn
Serbest bijîn tev, ne wek "Mem" û "Zîn"
Jîna serbestî, divê me ev jîn
De rabe ser xwe, kurê min rabe!


Cigerxwîn



Fermo, li vir mizeke !

Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv1.jpg


http://www.xoybun.com/gallery/albums/PDK-XOYBUN/Nexise_Kurdistana_Piroz_xv2.jpg


Kurdistan Welatê Kurdaye ! Her Bijî Kurd û Kurdistan !