PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Zebûra Mûsa


Zebûra Mûsa



Zebûr 90
Duaya Mûsa


1 Ya Xudan, di hemû dewran de
Tu ji me re mesken bûyî;
2 Hê çiya çênebûn,
Hê te erd û dinya neafirandin,
Ji bêdestpêkê heta bêdawiyê tu Xwedê yî
3 Tu mirovan li axê vedigerînî,
Û tu dibêjî: „Ya kurên Adem, vegerin."
4 Ji ber ku li ba te hezar sal wek roja duh ya bihûrî,
Û wek nobetek ya þêvê ye.
5 Tu wan dimalî, dibî, ew dibin wek xewnê;
Ew wek wî giyayê ne ku sibehî þîn dibe.
6 Sibehî kulîlk dide û mezin dibe;
Êvarê tê dirûn û hiþk dibe.
7 Bi hêrsa te em wêran dibin,
Û bi xezeba te em dibizdîn.
8 Te neqenciyên me danîn ber xwe
Û te gunehên me yên veþartî danîn ber ronahîya rûyê xwe.
9 Ji ber ku hemû rojên me bi xezeba te diçin
Û salên me wek bîhnkiþandinekê derbas dibin.
10 Rojên emrê me heftê sal in
Û bi qewetê ew bibin heþtê sal jî,
Dîsa bengîtiya wan ked û keder e;
Çimkî zûka dibihûre û em jî difirin, diçin.
11 Qeweta xezeba te kî dizane?
Û li gor ku divê mirov ji te bitirse, hêrsa te kî dizane?
12 Hijmartina rojên me wisa hînî me bike
Ku em bibin xwediyê dilê þehreza.
13 Vegere ya Xudan, ma heta kengê ...?
Rehmê li xulamên xwe bike.
14 Sibehî me bi kerema xwe têr bike,
Da em di hemû rojên xwe de dilgeþ û þa bibin.
15 Li gor wan rojên ku te em xistin nav kederan,
Li gor wan salên ku bela hatin serê me, me dilgêþ bike.
16 Bila karên te ji xulamên te re bên dîtin
Û mezinahiya te li ser zarokên wan bixuye.
17 Bila qenciya Xudan Xwedayê me li ser me be,
Û karên destên me ji me re qayîm bike.
Erê, karên destên me qayîm bike.


Çavkanî Wîkîpedi ya


Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg