Mûsa di Tewratê de Mûsa di Tewratê deDi dema Ûsif ê kurê Ya’qûb de, bavkalên gelê Îsrail hatî bûn Misirê û gelê Îsrail ji bo çar sed salan li wir ma. Mûsa di dawiya wê demê de li Misirê çê bû ( Derketin 2 ). Di wê demê de Firawun ( padîþahê misiriyan ) gelek zordarî li gelê Îsrail kir: Wî emir dabû ku hemû kurên gelê Îsrail piþtî çêbûnê bên kuþtin.Dê û bavê Mûsa yê biçûk, ew di selikekê de di nav çîtikên teniþta çemê Nîlê de veþartin. Li wir keça Firewn ew dît, xwedî kir û wek kurê xwe qebûl kir, ew bir qesra Firewn. Çaxê Mûsa çil salî bû, wî bi çavê xwe dît ku yekî Misrî li Îsrailiyekî dixe. Mûsa hêrs ket, yê Misrî kuþt û revî çola Midyanê, li wir bû þivan. Wî ji xwe re jinek anî ( Zipora ) û du kurên wî çêbûn ( Gerþom û Eliyezer ). Piþtî çil salan Xwedê li çolê jê re xuya bû (Derketin 3) û ew þand Misrê, da ku gelê xwe rizgar bike. Pêþî Mûsa qet nexwest û bi Xwedê re ket peyvînê, lê piþtre qebûl kir û bi birayê xwe Harûn re çû ber Firewn. Wek ku Xwedê ji wan re gotî bû, Firewn nexwest gelê Îsrail berde. Hingê Xwedê deh belayên giran þandin ser diyarê Misriyan ( Derketin 7 - 12 ), heta ku Firewn û hemû Misriyan hêvî ji gelê Îsrail kir, ku ew ji Misir ê derkevin. Mûsa bû rêberê gelê xwe û ew di Deryaya Sor re birin çola Sînayê. Li wir Xwedê daket ser çiyayê Horebê / Sînayê û di nav ewr, agir û mijê de ji wan re xuya bû. Wî bi destê Mûsa li ser nivîsdekên kevirîn her deh Emrên Mezin da wan ( Derketin 20 ). Xwedê gelek qanûnên din jî bi destê Mûsa dan gelê xwe ( « Þerîeta Mûsa » ) û li wir peymana xwe bi wan re girêda. Lê gelê Îsrail guhdarî nekir, golikekî zêrîn çêkir û wek ku biperizin Xwedê perizîn wî ( Derketin 32 ). Mûsa ji Xwedê hêvî kir ku ew gelê xwe helak neke û Xwedê ev daxwaza Mûsa qebûl kir. Li çola Sînayê perestgeha wan a yêkemîn hat çêkirin ( Derketin 25 - 40 ); heta dema Silêman padîþah ew cadir bû. Kurên Harûn bûn kahîn û Harûn bi xwe bû serokê kahînan. Çaxê nêrevan ( casûs ) bi tirseke mezin ji welatê Kenanê vedigeriyan, xelkê dîsa bawariya xwe bi Xwedê neanî û Xwedê nehiþt ku ew bikevin welatê sozdayî Kenan ( Hijmartin 13 - 14 ) ; ew çil salan di çolê de digeriyan. Di wan hemû salan de Mûsa rêberê wan bû. Çend caran jî mirov li hember Mûsa rabûn û nexwestin rêberiya wî qebûl bikin ( birayê wî Harûn û xwiþka wî Meryem ( Hijmartin 12 ), Korax, Datan û Abîram ( Hijmartin 16 )). Wî bi xwe jî carekê guhdarî nekir ( Hijmartin 20) û ji ber vê yekê Xwedê destûr neda wî ku ew bi xwe bigihîje welatê Kenan ê. Ji çiyayê Neboyê ( li Urdunê ), Xwedê ji Mûsa re welatê sozdayî nîþan da. Hingê Mûsa – emrê wî 120 salî bû – mir û Xwedê bi xwe ew veþart ( Dubarekirina Þerîetê 34 ). Mûsa nivîskarê Zebûra 90 e û wî Þerîeta Xwedê nivîsand, an da nivîsandin. Di Peymana Kevin de di van kitêban de li ser Mûsa tê gotin : Yêþû, Samûêl I, Padîþah I + II, Nehemya, Zebûr, Îþaya pêxember, Yêremya pêxember, Daniyêl pêxember, Mîxa pêxember, Melaxî pêxember. Mûsa pêxemberekî mezin tê hesabkirin û wî li ser Mesîh jî weha pêxamberîtî kir: « Xudan Xwedayê we wê ji nav birayên we, ji we re pêxemberekî wek min rake. Ew her çi ji we re bêje, divê hûn guhdariya wî bikin. Îcar her kesê ku guhdariya wî pêxamberî neke, wê ji nav gel bê derxistin û helak bibe. » ( Dubarekirina Þerîetê 18 : 15 - 16 ) Îcar çaxê Îsa Mesîh li ser vê dinyayê bû, Mûsa li ser çiyayekî jê re xuya bû û bi wî re peyivî ( Metta 17 ). Çavkanî ´Wîkîpedi ya http://www.pdk-xoybun.com |