PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Hinareya Îsa Mesîh



Hinareya Îsa Mesîh

Îsa Mesîh Mizgîniya hatina «Padîþahiya Xwedê» dida ( Metta 4 : 17 ). Pêxemberên berê gotibûn ku Xwedê wê xilaskarekî ( Mesîh ) biþîne û di dema Îsa de, gelek mirov li hêviya vî Mesîhê Xwedê bûn. Îsa got ku ew bi xwe ew Mesîh e ( Yûhenna 4 : 25 - 26 ). Keramet û gotinên wî yên bi qewet ev yek eþkere dikirin: Wî gelek mirovên nexweþ sax kirin û sê mirovên mirî rakirin ( Metta 9 ; Lûqa 7 ; Yûhenna 11 ). Wî dikarî gunehên mirovan jî efû bike ( Metta 9 ). Îsa dixwest ku mirov tobe bike, ji gunehê xwe vegere û jiyaneke nû bistîne ( Marqos 1 : 14 -15 ). Yê ku Mizgîniya Mesîh a li ser Padîþahiya Xwedê qebûl dikir, diviyabû Îsa Mesîh Xudanê xwe jî qebûl bike.

Îsa ji þagirtên xwe re li ser jiyaneke nû digot a ku li gor daxwaza Xwedê ye ( Metta 5 - 7 ) û gelek caran bi meseleyan hînî wan dikir ( Metta 13 ; Lûqa 15 ).

Di Tewratê de emrê herî mezin ev e: «Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe û bi hemû hiþê xwe hez bike» û: «Wek ku tu ji xwe hez dikî, ji cîranê xwe hez bike.» Îsa ev tam qebûl kir û mana vê hê bêtir þîrove kir (Metta 5:17-48). Xelkê li gotinên wî yên li ser hezkirina rast þaþ ma: Wî ne bi tenê got ku mirov ji dijminê xwe hez bike (Metta 5:44), wî bi xwe jî weha kir ( Lûqa 23 : 33 - 43 ).

Peyvên Îsa Mesîh bi desthilatî û bi qewet bûn û gelek mirovan ji xwe dipirsî, ka ew kî ye. Hinan digot ku ew yekî dînî ye. Hinan digot ku ew pêxember e. Hinan ew qebûl kir, lê dixwestin, ku Mesîh bi zorê li hember dijminên gelê xwe rabe; çaxê dîtin ku Îsa ev yek nekir, dev ji wî berdan. Hinên din jî ew û Mizgîniya wî ji dil û can qebûl kirin.

Îsa eþkere got ku ew ne wek pêxemberên din e ( Metta 22 : 33 - 45, Yûhenna 10 : 7 - 18 ) û hin bi hin þagirtên Îsa têgihîþtin ku Îsa bi xwe Mesîhê Xwedê ye.

Çend caran Îsa Mesîh ji wan re eþkere got ku divê ew bimire ( Metta 16 ; 17 ; 20 ), lê wan ev yek fêm nedikir. Lê belê Îsa dizanibû ku Xwedê ew þandiye, da ku li gor gotina Îþaya pêxember di ber mirovan de bimire ( Îþaya 52 - 53 ), da ku mirov ji gunehan û ji mirinê xilas bibin ( Marqos 10 : 45 ; Yûhenna 10 : 11).

Piraniya serwerên dîn li hember Îsa rabûn. Sedem ev bû ku Îsa rexne li wan dikir; wan bi adet û hîndariyên xwe, mana emrên Xwedê xera dikirin û barên giran datanîn ser piþta mirovan ( Metta 23 ).

Ji ber ku di nav xelkê de bandora Îsa mezin dibû, serwerên dîn ditirsiyan ku hukumdariya wan wê ji wan bê standin ( Yûhenna 11: 47-53 ). Wan þêwira kuþtina Îsa dikirin û bi alîkariya þagirtekî wî, ew girtin. Li ber dîwanê çend þahidên derewîn rabûn, lê þahidiya wan hevdû negirt; lê belê çaxê Îsa got ku ew "Kurê Yê Pîroz, Mesîh" e, wan ev kirin sedemê kuþtina wî (Marqos 14:53-64) û ew anîn ber Pîlatosê walî. Bi ser ku wî sedemê kuþtina Îsa nedît jî, wî ew da xaçkirin ( Lûqa 23 : 1 - 25 ).

Serwerên dîn dizanibûn ku Îsa li ser rabûna xwe ya ji nav miriyan gotibû. Ji ber vê yekê nobedar þandin ber gora wî ( Metta 27 : 62 - 66 ), lê Îsa rabû, ji gorê derket û hat nav þagirtên xwe ( Mat 28 ). Piþtî ku ew çil rojan di nav wan de ma û hînî wan kir, ew hilkiþiya ezmên û li wir li aliyê Xwedê yê rast rûniþt; ewê li wir be, heta ku ew dîsa vegere.


Çavkanî Wîkîpedi ya


Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg