PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Jiyana Îsa Mesîh



Jiyana Îsa Mesîh

Îsa Mesîh li welatê Îsraêl, li Beythlemê (bajarê Dawid) ji Meryema keçik çêbû (Metta 1) û li bajarê Nisretê mezin bû. Çaxê Yûhennayê imadkar derket û xelk imad dikir, Îsa jî hat ba wî û ji aliyê wî ve hat imadkirin ( Metta 3 ). Di wê gavê de Ruhê Xwedê li ber çavê hemûyan hat ser Îsa û li ser wî ma. Piþtî vê yekê Îsa ji aliyê Îblîs ve hat ceribandin, lê bi ser ket û ma bê guneh ( Metta 4 ).

Îsa ji bo sê salan li Celîlê, li Cihûstanê û li derên din Mizgîniya Xwedê da bihîstin. Bi ser ku wî peyva Xwedê ji gel re digot û gelek keramet jî dikirin, li dawiyê gelê wî ew red kir.

Çaxê ew hat Orþelîmê ( Qudsê ), ew li gor daxwaza serwerên Cihûyan ji aliyê Romayiyan ve hat xaçkirin ( Metta 27 ). Wek ku wî berê gotibû, piþtî sê rojan ew ji nav miriyan rabû ( Metta 28 ), xwe nîþanî þagirtên xwe da û piþtî çil rojan vegeriya ezmên ( Karên Þandiyan 1 ). Wî soz da ku ewê li dawiya demê vegere û wan ên ku li pey wî diçîn, bibe ba xwe ( Yûhenna 14 : 1 - 4 ). Di Roja Dawî de ewê dîwana hemû mirovan bike ( Metta 24 - 25 ).




Çavkanî Wîkîpedi ya


Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg


http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg