Delalîkê dilê mino Delalîkê dilê minoKuro dîno ezê nizanim çi bêjim de hayê hayê... lo çi nebêjimLolo delalîkê dilê mino ezê nizanim çi bêjim de loy... lo çi nebêjim Ronîka çavê mino ezê bûme bbulbulekî ji vanê de loy... ker û gêj im Wele piþtî çavê reþ û belek dêmanên sorgulî Belê ezê biçim ser milekî ji vanê bilind Hawar ezê nizanim çîrokê halê xwe lo ji kê re bêjim Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez birîndar im Ax de gidî lo ez bêhal im Hawar gundîno hûnê rabin de hay… lo qiyamet e Malîno hûnê rabin de loy loy… qiyamet e Belê axaftina vê zeriyê, vê kubarê, vê seyranê de lê lê... li min hesret e Were gundîno hûnê ji min re bibin pale bêjin Hawar gidî lo him bi xêr û him bi minet e Gidî lo ax de gidî lê gidî þewityo gundo Ax de gidî lê gidî lo wêrano gundo Hawar gundîno hûn dizanin delalîkê dilê min rûdine de hay... lo li vê taxêyo Malîno hûn dizanin ronîka çavê min min rûdine de hay... lo li vê taxêyo Ji xêra xwe re hûnê kaxizekî pê ve rêkin de way way... ber avêyo Bêjin Xalito Emîna Îsa ji derdê te bêhal e Hawar hûnê bêjin pir nexweþ e û ji dil dinale Hawar li min lo þewitiyo gundo lo çawa nêyo Gidî lo ax de gidî lê gidî lo ez bêhal im ax de gidî lê gidî lo ez bê wê nabim... Þivan Perwerhttp://www.pdk-xoybun.com |