Dengek hat guhê min Dengek hat guhê minDengek hat guhê min ji binê zinaranNalîna þêrekî ku birîndar bû Bi ser birîna xwe da kû dinaliya Birîna wî ji dil jî gelek xedar bû Dilop dilop xwîn ji birînê dihat xwar Axa sar û tarî hêdî vedixwar Teyr û tû bi ser da dikirin hewar Dar û ber ji jana dil histuxwar mabûn Kela dilê wî bû weke wolkana Rêza çiya û bera ji ber dihejiya Weke talaz rabe li ser haviya Weke bahoz û tofanek rabibû Birîna þêrê me hewqas xedar bû Ew þêrên Kurdistanê ne, bê xwedî ne Gelê cîhan doza wan bi rast dibîne Doza wan jî parekî doza xwe dibîne Ew karker, cotkar, rêncber, pale û gundî nin Mafê çînî û çarenûsî divên pêk bînin Divên rizgar bikin gel ji bin lep û destan Lew nalîna þêrê me tê ji çiya û baniyan Herkes xelas jîndar û nas li ser kurdistan Da ku êdî kes nenale ji êþ û birînan… Þivan Perwerhttp://www.pdk-xoybun.com |