PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Destana Aþiq Xerîb û Þah-Senem


Ev destana han min di sala 1989 an de li gundê Rembûsî li Þengalê jiber devê sitranvan û dengbêjê bi nav û deng Qasimê Meyro girtiye û nivîsiye. Hêje gotinên, ku dibêjin, þûnwarên wî bi navê "Aþîq" li Îraqê hene. Lêkolîn li ser vê destanê çênebû ye. Ez vî derî ji bo xwendevanên hêjare dihêlim.

Bedel Feqîr Hecî

Li welatê Helebê malbateke reben û belengaz hebû, dê û bav, qîzek û lawek bûn. Navê kur Xerîb bû. Xerîb kurekî pêkhatî û jîrek bû. Sal û demên giran û tarî bi ser wan ve hatin. Bav dimre û halê wan pir perîþan dibe. Mirovên wî bajarî ji wan re ne baþ bûn û tu alîkarî bi wanre nekirin. Bi ser halê wan yê perîþan ve jî, wan kenê xwe bi wan dikir û bi þêweyekî berûvajî henekên xwe bi wan dikirin. Dayîkê digote herdu zarokên xwe, ku çûna wan ji vî bajarî baþtire, ji mabûna wan di rebeniyê û perîþaniyê de û baþtire ji pêkenîna û bêxwedêtiya vî miletî. Em dê herine welatekî dûr û nenas. Heke em li wir parsê jî bikin, dê baþtir be ji jiyana me li vî bajarî.

Ji xwe ev bêmal bûn, rabûn ji cilên rihên xwe û pêde bi xwe re nebirin. Bi rê ve ketin û li çi gundî anjî bajarî li wan dibû êvar, ew wê þevê li wir diman û roja din bi zeraya rojê re didane rê. Bi vî halî rojekê gihîþtin pêxên bajarekî mezin. Dayîkê ji herdu zarokên xwere digot, ku ew dê îþev li ber sitara vê qesrê (avaniyê) xew bikin. Jiberku bajar yî mezin e û jibo em ji ser hev neqetin, baþtire, ku em neçin nava wî. Xwedanê qesrê ber êvarkî derdikeve ser banê qesra xwe, dixwest bîna xwe bi dîtina bax û bistanên xwe û nerîna bajêr berde. Çavê wî bi wê malbata belengaz diket û dilê wî bi halê wan diþewitî. Xwe berdabû xwarê û ji jina xwe re digot, ku ew þîvekê ji bo xêra dê û bavan ji wan re dibe. Rêwingî her xerîb in û xerîb her tim kor e. Þev li wan derbas dibû, roj dihilat lê belê hêja ew li wir bûn. Bi vî miqamî jina wî taþtê û firavîn jî jiwanre dibir. Her li wir diman û nediçûn.

Wî ji xwere digot, ku ev mirov ne bê hevalin û ji qesrê hate xwarê çû cem wan, jibo bizanîbe çi hewalê wane. Ji wan dipîrsî, heke ew diçin anjî dimînin û kî li vî bajarî nasdikin.

Dayîka wan digot, ku ew bêkesin, xerîbin û ji welatê Helebê hatine û nizanin dê bi kur ve herin. Wan ne ci ye nejî war e û me xwe li Xwedê û li vî bajarî girtiye. Xwedanê qesrê, digot wan, ku ew dikarin bikevine axurekê ji axurên qesra wî û dê jiyanê wisa derbas bikim, ka heya Xedê çarekê ji wanre bibîne. Malxuyê malê qewêtiya wan mirovan li jina xwe kir, ku guhdanê li wan bike û þiv, taþtê û firavîn jibîr neke. Diya zarokan ji wî mirovê camêr dipîrsî û dixwest bizanîbe, ku ew çi bajar e. Xwedanê qesrê digot, ku ew bajar, bajarê Bexdayê ye. Heke rojek, heke du roj di wê navê de derbas dibûn, diya herdu sêwiyan digot herdu zarokan, ku pêwist e, em jî qenciyekê bi vê mala bi xelat bikin û destên xwe bavêjine karekî wan. Serê þeveqê ew radibû hewþ dimaliþt, av dikiþand û nanê wan li tendûrê dixist.

Dibêjin rojekê ji rojên xwedê dîsa malxuyê malê derdikeve ser qesra xwe û bala xwe dide hawîrdora qesra xwe. Çavê wî bi wî lawikê sêwî dikeve, dibîne bê çawa cilên li wî lê rizî û bi pîne ne. Wisa dibêjin, ku wî bitenê mecîdiyek di bêrîka xwe de didît û wî mecîdî jî dide diya wî, ji bo ew caw ji cilê kurik re bikire. Mirovên bajêr jî kurik bi "Xerîbo" bi nav dikirin. Ji bo (ronatiya) axurê jî, malxuyê malê her þev mûmek (findek) dida wan. Dibêjin þevekê ji þevên Xwedê der û ber qar dibin, þev tarî û bêdeng e. Ji niþkê ve dengek tê û dibêje: Xerîb, Xerîb...

Xerîb di bala wî de, ku ew di xwe de ye û xewnekê dibîne. Lê dîsa her ew deng dibêje: Xerîb rabe ser xwe, ev ne xewne nejî xeyale! Ez Xidir Ilyasim, sivikê Padiþayê xwe yê li jor im û ez þandime, ji bo ez mirad û daxwaziyên te bi cî bînim! Tu bixwazî, ez dê te bixme þivanekî baþ, anjî cotyarekî çalak û jêhatî, anjî aþiqekî dengzelal û xweþ (sitranvan û dengbêj). Di destpêkê de Xerîb ditirse, lê belê hate hiþe xwe, ku ev dîtina wî ne xewne. Dabû hiþê xwe û digot Xidir Ilyasê, sivikê Xwedê, ku dê pêþî bi dayîka xwe biþêwire.

Çawa lawik ji xew re dibêje. Diya wî dibêje: Heke tu bibî þivan, dê þivantiyê ji xelkê re bikî û heke tu bibî cotyarek, dîsa tu rêncberê xelkê yî. Na wele baþtir e, ku tu jê bixwazî, bila te bike helbestvanek, sitranvanek, tembûrvanek. Xerîb bi dilekî xweþ xewkir. Derengî þevê Xidir Ilyasê, sivikê Xwedê, dîsa wî hiþyarkir û pê re diaxift. Xerîb daxwaziya xwe digotyê. Xidir Ilyas tembûra qudretê xista destên wî, tiliyên wî danîbû ser têl û perdan û xuziya xwe bi devê wî dabû. Eþqê li dilê wî dabû. Dayîkê dît, ku Xerîb bi þev radibe û ne li ser nivîna xwe ye û dengê wî ji derve tê. Diya wî tirsiye û bawer kir, ku cinik hatine Xerîb û wî dîn û bêhiþ kirine. Xerîb digot, ku wî li tembûrê nedaye, bitene tiliyên xwe li ser têl û perdên wê danîne. Ji niþkê ve wî qîrkiribû sitranan bi dengekî xweþ û zelal, jê dihat keserên evîndaran, eþqa bûk û zavan.

Xerîb ji dayîka xwe xwest, ku ew tembûrekê jêre bikire. Ruyê xwe qewîn kir û digot: Pêwist e, tu ji min re çarekê bikî. Çiqas dayîka wî xwe bi vir ve û wir ve dabû, her bêfêde bû. Rabû ew mecîdiyê, ku malxuyê malê dabûyê, wê jî dabû Xerîb. Xerîb jî bi nav bajêr ket û sitranên xwe dibêje û geh ti tewîne û gehjî ditewîne. Mirovan xwe ji wî dûr dikirin, diketin þekê û dilqusandinê, ku ew dîn e. Xerîb bi pirskirê digihîþt dikana tembûran, lê belê ciger nekir, ku here cem osteyê tembûran (hoste). Li tîra dikanê rûniþt û agadarî li hoste û miþtiryên wî dikir. Carekê dîtibû, ku çend xortên ji malbatên dewlemend û semiyandar çûne dikanê û li bihayê tembûran dipersîn. Tembûra erzan bi penc zêran bû, û rebenê xwedê mecîdiyekî wî hebu. Hoste piþtî xwarina haverojê (firavînê) dîsa tembûr çekirîn û rastkirin. Her wisa wî Xerîb li dev deriyê dikana xwe dîtibû û dît, ku ew hêve li wir e. Xwedanê dikanê diçe cem Xerîb, dixwest ji wî bipirse, ka derdê wî çiye. Wî digot, ku ew dixwaze tembûrekê ji xwe re bikire, lê pir biha û giran in. Xwediyê dikanê digotyê, ku tembûr bi mecîdiyekî tunin û pêwist e, ew ji ber dikana wî here. Xerîb digotiyê, ku bê tembûr ji dikanê dernakeve, nexwe ew dê heya mirinê li dev deriyê dikana wî be. Xwediyê dikanê digot: Qurban! Xwedê nehêle, ez dê tembûreke bi bihayê 2 mecîdiyan ji te re çêkim, mecîdiyek ji cem te û yê din bila xêra dê û bavê min be.

Çavê Xerîb bi tembûreke delal û bi zêrê zer neqiþandî hatibû çêkirin, ket û ji xwe re digot, ku ev tembûr bû, Xidir Ilyasê min dabû himbêza min. Çavê her li wê tembûrê mabû. Xwediyê dikanê digot, ku ew tembûr ne ya têstên wî ye. Wî digot: Dê nexwe bihêle ez wê biramîsim. Necar destûra wî dabû, lê çawa tembûr kete nav lepên wî, necar gotiyê: De lêxe, lêxe!! Bi soz heke te baþ lêxist, ez dê tembûreke baþ bidime te. Xerîb hem li tembûrê xist, hemjî sitrand. Hingî deng û awazên wî xweþ bûn, xwediyê dikanê sau û hêbet girt û hew dixwest ne tembûrê ji destan derxîne, nejî stranan bi wê bide seknandin. Cade û zokaka dikan têde bû, tijî mirov bûn û bi hezaran li Xerîb û tembûra wî seyr û temaþe kirin.

Sê roj û sê þevan wan mirovên temaþevan ne razan hebû û nejî xwarin û vexwarin. Her guhdarî li deng û awazên Xerîb dikirin.

Xerîb li malê diyar nebû û dayîka wî giriyabû û bidest axîn, nalîn û keseran kiribû. Xwedanê qesrê dengê wê bihîst û wisa dilê wî li jina wî qusiye, ku dilê van belengazan hiþtiya, anjî xwarin ji wan biriye. Lê belê dayîka herdu sêwiyan rastiya kurê xwe jê re got. Xwedanê qesrê qîr dabû rêncber, çawîþ û kolên xwe û ji wan xwest, ku vî lawikî bibînin, heke sax (hêne li jiyanê), heke mirî. Serwerê van mirovan 2 kes þandibû nava bajêr, ji bo li wî kurî bigerin. Lê ew çûn û nevegeriyan. Çara 2án serwerê çawîþan, çawîþekî pir zîrek þande bajêr. Wî dît, ku bi hezaran mirov li cadekê kom bûne û dengê tembûr û sitranan tê. Hingî awazên Xerîb xweþ û bi þewat bûn, ew mirovên wî bajarî neçûn malên xwe her sê roj û sê þevan li ser piyên xwe rawstiyan, bê nan û av û bê xew. Xwedanê dikanê (firoþkerê tembûran) ev tembûra zêrin diayrî kir ji bo Xerîb û digot, ku bitenê ew layqî tilyên Xerîb in. Mirovên bajêr ji wê rojê û pêde navê wî danîn "Aþiq Xerîb". Dibêjin, ku Aþiq Xerîb roj bi roj bi nav û deng bû û bi teybetî mirovên semiyandar û dewlemend wî dibirin þevbêrkên xwe û pir alîkarî bi wî re dikirin. Bajarê Bexdayê bi awaz û sitranên wî pir kêfxweþ dibû. Lawên her çil serokên bajarê Bexdayê bûne destûbirakên wî û bi þev û roj bêî wî tebata wan nedihat.

Þevbêrikên wan li gel Aþiq Xerîb her li mala xwedanê qesrê yî merd bûn. Lêbelê carekê ji caran ji hevdu re gotin, ku wisa naçe serî, hem tim li mala wî mirovî bin. Wan biryar sitandin, ku qesrekê ji Aþiq Xerîb re bidine avakirin. Erdeke xweþ ji bo avakirina qesra Aþiq Xerîb destnîþan dabûn û ji xwediyê wê kirîn. Di demeke kurt de wan qesreke xweþik û bê qisûr (kêmanî) ava kirin. Her þev karê wan kêf û seyran bû, tembûr û sitran bû. Her þev her çil li cem yekî ji wan komdibûn jibokû navbera wan û jinên wan xirab nebe wan digotin Aþiq: Yan emê jinên xwe berdin, anjî tu jî bizewice. Hevalên Aþiq Xerîb digot, ku ew gunehên van jinan naxe stûyêh xwe û dê bizewice. Hevalên Aþiq Xerîb rojek destnîþan kirin û gotin miletê bajêr, ku tu kes ji mala xwe dernekeve lê çiqas qîzen bajêr pewiste, derkevin meydana bajêr jibo kû Aþiq Xerîb wan bibîne. Heke Aþiq Xerîb yek ji wan eciband emê jê re bixne bûk û biguhêzin.

Yek jî bidilê Aþiq Xerîb tunebû. Li aliyê cadê yî din keleheke mezin hebû û keçeke pir xweþik û xwînþêrîn têde bû. Gava çavê Aþiq Xerîb pê ket, ne bi dilekî dil ketiyê, bi heft dilan dil ketiyê û li ser wê aþiq bû. Lê dipirsîn û dizanîbûn, ku navê wê Þah-Senem e, dotmama Þahweled e û xwestiya wî ye (dergistiya wî ye). Bavê wê jî wê jiber vê sedemê jî neþandibû cadê, ta kû Aþiq Xerîb wê bibîne. Hevalên Aþîq Xerîb çûne xwestina wê ji bavê wê, û sûnda mezin xwarin, ku wê ji Aþiq Xerîb re bînin, lê pêwist e bi dilê wê jî be. Mirovekî gotinger û fitneçî li mala bavê keçikê bû. Navê wî Beko-Ewan bû. Ew mirovê yekemîn bû bihîstibû, ku Aþiq Xerîb evîndarê wê keçê ye û her çil hevalên wî têne xwestina wê. Bavê keçê bi þêwirdarê xwe ve Beko, ew keçik nehiþtin derkeve cadê û Aþiq Xerîbê xwe bibîne. Her çil hevalên Aþiq ev tiþt bihîstin û çûna mala bavê keçê û gotin, ku ev ne karê ew bû, ku Þah-Senem xwestiya pismamê xwe ye û dê semawenda wan di heftiya werê de çêbikin. Wan digotî heke bi dilê wê be, ji xwe pîroz be ji pismamê xwe re û heke evîndara Aþiq bê em dê bizor anjî bi xweþî ji te bistînin û qelenê xwe jî bixwaze! Guneh giranin û em bêdilî wê nakin. Bavê keçê li gel hevalên Aþîq çûne oda keçikê û jê dipirsîn, ka baweriyên wê çi ne. Dibe, ku dilê wê di heft salên dawîde bi pismamê wê ve bû, lê pîþtî çavên wê bi Aþiq diket, hiþ û sewdanê wê li cem diman û bi heft dilan dilketibû wî.

Þah-Senem digot, ku bi dilê wê ye û dixaze bibejina Aþiq û heke bavê wê li dijî vê zewacê be, ew dê xwe bikuje. Beko û bavê keçê tu çarên din ji xwe re nedîtin û digotin, ku qelenê wan heft bar pere ye, û ev perên han pêwist e, ne ji berîkên we bin û nejî ji bajarê Bexdayê bin. Ev qelen pêwist e, ne ji keda destên wî be. Çareke din tune. Hindeke ji wan dixwestin bavê wê bixapînin û hindeke jî kuþtina wî danîbûn ber çavan. Lê hevalên wan digotin, ku me bext û soz dabû bavê wê û ew ne li bextê xwe diqulibin nejî sozê hunda dikin.

Bavê Þah-Senem çil roj molet dabû wan. Heke heya roja çilî þertê xwe bi cî nekirin, ew dê qîza xwe li biraziyê xwe mehir bike. Mirovên bajêr pir melûl û dilþikestî bûn bi van þertan û bi çûna Aþiq Xerîb.

Mehelê xatiran, Aþiq Xerîb û bi her çil hevalîn xwe ve hatin wî ciyê Þah-Senem cara pêþî lê dîtibûn. Ew cî jî li tîra qesra bavê wê bû. Aþiq Xerîb dest avête tembûra xwe ya zêrin.

Çavên wî bi Þah-Senem diket û distirand:
Þah-Senema min yî delal e
Negirî û nenale
Hêstiran ji çavên belek vemale
Giriyê te bi þewat û tal e.
Berevanê Birca-Belek tê nalenale
vê gavê û seetê bi xatirê te û xuþk û hogir û hevalan

Þah-Senem digot:
Aþiq Xerîbê min dê here Heleba-Mîran
Cî û Welatên bav û bavpîran
Ditirsim dilê te li wir bikeve keçên began,
eyanet û wezîran.
Ditirsim tu Þah-Senema xwe li wir bik ji bîre.
Û tu Þah-Senema xwe paþî li bajarê Bexdayê nekî êsîre.

Aþiq Xerîb digot:
Þah-Senema min yî bi erkan e.
Hemlê (barê) bavê te li milê min gelekî giran e
Qelenê Þah-Senema min ji min
dixwazin heft barên perane.
Weleh min dizanîbû hemû Beko-Ewan e.

Þah-Senemê digot:
Aþiq Xerîbê mino, min dizanîbû Beko-Ewan sebeb e.
Û heke tu çuyî Þarê Helebê
guhê te li Þah-Senema te be.
Tu li wê derê ji Þah-Senema xwe xafil nebe.

Aþiq Xerîb dilezîne:
Xatir ji dayîk û xuþkê,
holdaþ û Þah-Senemê dixwstîne
Xwe bi cada berbijêr diberdîne
Sîwarekî li rexê bajêr dibîne
Sîwaro! Min bi te û te bi Xwedê,
qûnaxa te kudere û kuder nîne!

Siwar digot: Tu ka carekê were xwe bi min bigihîne
Lingê xwe di rikêba min deyne
Ew siwar sihê Aþiq Xerîb dîsiwarîne
Rihê Aþiq Xerîb disiwarîne
Hebû deqîqeyek dû nîne
ji Bexda bi þarê Heleba-Mîran dighîne
Aþiq Xerib bala xwe dayê,
ku bi heft dehol û Zirneyan Þahî ne
Aþiq Xerîbe xwe bi wê þahiyê dighîne
Dibêje gelî biran min xwe li Xwedê
û we li vî þarî girtîne
Min Hevsurek ji xwe re xwestîne
Û hebek malê min nîne
Qelenê wê heft barên peran ji min xwestîne

Wan digot:
Heke tu aþiq bî ka saza te nîne

Wî digot:
Ji min re çongerekê (tembûrekê) bînin
Ezê ji we re lêxînim
Heke dilên we ne ecbînin
Nesîbê min li cem we, li vî Þarî nîne.

Çongerekê ji Aþiq Xerîbîre tînin
Li ser çoka xwe datîne
Izin ji Xidir Ilyas dixwestîne
Gava destên xwe lêdixîne, kire qîrîne
Aþiqên dawetê sazên xwe hemû danîne
Aþiq Xerîb lêdixine, çarde rêzên dilanê dikemlîne
Aþiq Xerib sîûheþt rojan û danekî lêdixîne
Þeþ bar û cemek peran ji wî re komkirîne
Mî´adê Aþiq Xerîb û Þah-Senem
ji xeynî rojek û danekî ne-mayîne.

Þah-Senem dil bi kul e, bi birîn e
Ne dixwar û nejî vedixwar û xewa wê jî nîne.
Û tu beþrî nahebîne.
Daweta Þah-Senem û Þah-Weled li darxistîne
Þah-Senem dil bi kul û bi birîne.
Û serê xwe bi xem datîne
Xwenekê di wê xewa xwe de dibîne
Di wê xewnê de didît bazirganekî
li binya bajarê Bexdayê
Di wê xwê de Þah-Senem qesta
baþbazirgan danîne dikirîne
Ilmekî xêrê di wê xewnê de
Þah-Senem ji Aþiq Xerîb dihiltîne
Bi tebeqa Birca-Belek ve derketîne
Bi dûrebînê li binya Þarê Bexdayê çavan digerîne
Dêhnê xwe dayê, ku xewin rast e, þik têde nîne.
Þah-Senem li oda bûkantîyê xwe
bi xemla bûkan dixemlîne
Xêl û sipîçala hevrêþimî bi ser bejna zirav ve dixuþîne
Û haja kesî ji Þah-Senem-Xatûnê nîne.
Xwe di cadên Bexdayê de berbijêr berdayîne
Li miqabilî Xîbeta baþbazirganî ketîne
Digrî û dilomîne

Baþbazirgan gotiyê:
Þah-Senema min ye naz e
Tu digrî hêstirên xwe bi bejna xwe
ya zirav ve berde gaz bigaze.
Tu hatî bibirsî li halê Aþiq Xerîb, Xerîbê belengaze
Tu pirs dikî, baþbazirgan bi xwe Xidir Ilyas e
Min ji Þah-Senema xwe re hasil kir ev miraze

Þah-Senem digot:
Baþbazirgan tu Xwedê bihebîne
Û tê´na li ruyê Þah-Senem-Xatûna xwe nexîne
Dilê min yî bi kul e û bi birîn e.
Heke tu tê nan li ruyê Þah-Senema xatûna xwe dixîne
Toqek di gerdena min de ye, ye qudretî ye û zêrîn e
Bi qîmetê bazirganê te ji binî tine
Min digot, belkî tê cewabeke Xêrê ji min re bîne
Ka hal û hewalên Aþiq Xerîb,
Xerîbê gêtî li þarê Heleba mîran çî ne.
Ji min re bêje, Aþiq Xerîb yî sax e anjî mirî ne

Wî digot:
Þah-Senema min yî bikir
Nav û dengê te li dinyayê bûne dikir
Te qesta xîva baþbazirganê xwe kir
Nasbikî Xidir Ilyas û Xidir
Min ev miraz ji te re hasildikir

Þah-Senem digot:
Xidir Ilyaso! Min bi te, te bi rebê alemîne
Deng li bazirganê xwe bike, zû hilîne
Xwe zû bi Heleba-Mîran ve bîgihîne
Aþiq Xerîbê min ji govend û dîlanê derîne
Þiqamekê tu li Aþiq Xerîbe min bide û tu neêþîne
Aþiq Xerîb gelekî li ber dilê min yî þêrîne
Û heke tu Aþiq Xerîbê min bêþînî
Tu li þarê Bexdayê kizûra mirinê
li dilê Þah-Senema xatûna

Þah-Senem çavên xwe li ser hev datîne
Û çavên xwe ditîne û dihiltîne.
Xîv û bazirgan nîne
Xidir Ilyasê kar bi xêr xwe bi Heleba Mîran digihîne
Bang dikir : Aþiq!
Hemûkan digotn: Belê!
Wî digot: Min divê Aþiq Xerîbê, Xerîb Gêtî
Gazî kirinê: Tu yî Aþiq Xerîbê, Xerîb Gêtî!
Digot: Belê!
Digot: Þah-Senemê silavan li te dike û gotiye
Þiqamekê le wî bide û emanet tu wî neêþîne

Þûna þiqamê destê xwe li sûreta
Aþîq Xerîb xe û xulkê wî bixeyîne
Û gotiye silava lê bike û jê re bêje:
Min ehde, ji min û Aþiq Xerîbî re
ji xeynî roj û danekî nemayîne.
Digot: Ka te çend bar komkirîne!
Digot: Min Þeþ bar û cemek komkirîne
Digot: Bihêle û biþemrîne
Nesîbê te di van peran de nîne

Aþiq Xerîb hate cem þahiyê, li cem aþiqan digot:
Hûn xêr jê bibînin, yeqîn e, nesîbê min tê de tinîne.
Aþiq Xerîb lingê xwe li ser lingê Xidir Ilyas datîne
Xidir Ilyas iznê ji rebil alemin xwestîne
Dihilanîn û danîne û cavan li
binya bajarê Bexdayê digihîne
Aþiq Xerîb çavên xwe dihiltîne:
Yeqin Bexda ye û Heleb nîne
Bala xwe dayê qîzekê ji xwe re
sergîn û qirþan vedihewîne
Û pê re digrî û dilomîne
Qesta wê keçikê kirîne
Bala xwe dayê xuþka wî ji herdu çavan kor buyîne
Hema piçekî erdê li ber lingê xw e dibîne
Nasdikir Xuþka wî ye: Xuþkê roja te bi xêr be!
Wê digot: Ser çavên min hatîne
Wi digot: Xuþkê ev çi bajare, kûder nîne?
Wê digot: U hu ..., neku tu xerîb bî, ev bajarê Bexda ye.
Digot: Xuþkê! Li þarê Bexdaye têdengê þahî,
dahol û zirnê. Ev çi tiþt e?
Wê digot: Bira! Tu here, kulên dilê min ducar neke
Birinên dilê min çîqekê bi rû ketîne
Û here xwe bi vê þahiyê ve bighîne
Þûxlê te li cem min nîne.
Wî digot: Xuþkê! ez mirovekî xerîb im,
tu kesî nasnakim û dê îþev li cem we bim.
Wê digot: Nanê te li cem me nîne
û em mêvanan nahewînin.
Wî dipirsî: Gelo çima hûn min nahewînin,
ez xerîb im ji welatê Helebê hatime û ez tu kesî nasnakim?
Wê digot: Wey li min be, birakî min jî hebû,
çû welatê Helebê. Em li vir xerîb û bê kes hiþtin, em nizanin çi bi wî hat. Gelo haja û gumanên te ji wî tinîne?
Wî digot: Ne xêr! min tiþt li ser wî nebihîstiye.
De ji min re bêje, ev çi bajar e?
Wê digot: Ev Bexda ye!
Wî digot: Tu bi qedrê padþahê jorî kî,
çima tu girî, çaxê min li ser vê þahiye û wî dengê dehol û zirnê dikir?
Wê digot: Ev dezgîrana bîrayê min bû, wî berê xwe dabû Heleba þewitî ji bo qelenê bavê bûkê bîne,
lê ew çû û nevegeriye. Îro tu jî hatî û birên dilê min dîsa vedikî. Ez ji bajêr reviyam,
ji bo dengê vê þahiyê nekeve guhên min.
Du diya min jî kesên xerîb nahewîne.
Ev çil rojên me çêbûn, ku em digrîn.
Lê belê tu jî weke birayê min xerîb î,
de were îþev mala me!

Dayîkê jî qebûl dikir, ku xerîb wê Xerîb rûniþt û çavên wî bi tembûra wî ket , û her çil xortên hevalên wî nikarîbûn destên xwe bidine tembûrê, jiberku wê xwe nedide destên wan.

Xerîb digot:
Dayê pîrê, tu destûra min bidî,
ez bênekê li vê tembûrê bixim?
Bi vê tembûrê dixwazim kulên dilê xwe derxînim.

Dayîkê digot:
Tu çi mîvanekî bi tekir û mekir î
Heke te þîv xwariye, taþtê li cem me nîne
Kul û birînên dilê min tu neveke
û here oxira te ya xêrê be.

Xerîb digot:
Dayê pîrê, xwe nekerbîne, min tiþtek negotiye.
Tu bi qedrê Xwedê kî, bihêle ez li tembûrê bixim.
Dîya wî tu çarên din ji xwe re nedît û digot wî,
heke ew karibe
raje tembûrê, bila lêxîne.
Çawa Xerîb destên xwe bi aliyê tembûrê ve dirêjkir. Tembûrê xwe sipartibû wî û wî jî wê li ser çoka xwe danî, paqij kir û tilyên xwe bi ser perdên tembûrê re birin û deng û xurmîn jî têlan anî.

Aþiq Xerîb digot:
Hey dinyayê! Ez ji mal çum, maleke têr û tijî,
Ez hatim maleke vale û fehma wê dîsa bûye rijî.
Hey dinyayê xuþka min ye pak e
Xwedê aqil û sewdan li serê te xirakir
Çawa tu Aþiq Xerîbê Gêtî, birayê xwe nas nekir

Aþiq Xerîb dilezîne
Tembûrê dihiletîne
Xwe li devê derî dixîne
Dayîk û xuþka wî kor in nabînin

Dîgotin: Me ne em dizanin Aþiq Xerîb nû miriye
Her yek ji wan kevirekî li sînga xwe dixîne
û þîneke giran datînin
Aþîq Xerîb çû û nedîtin

Her çil hevalên Aþîq Xerîb û mirovin dilsoz û xwedî soz bûn. Ew çil roj derbas dibûn, ku ew neçûne malên xwe. Biryar standibûn, ku heke Þah-Senem bê guhestin, dê xwînê birijînin. Aþîq Xerîb digihiþt cem wan û her ew di wê rewþê de ne. Lê wan ew nas nekirin, sîlav li wan kir, wan jî silava wî vedan. Aþiq tembûra xwe diyar kir, ji dakû wî nas bekin û bizanibin, ku ew Aþiqê tembûrvan û dengbêj e.

Yekî jî wan digot: Hey dinyayê, tu jî Aþîq î, de here cem vê þahiya li dar, tê jî xwe re perêkî baþ kom bikî.
Aþiq digot wan: Xwezî min bizanibe
ev çi bela we ye, hûn wisa dilmelûl in?
Yekî din digot: Tu ji cem me here,
ti karê te li cem me tune.
Yê din digot: ka piçekî ji me re lêxe, îro bitenê ji me re maye, erê tu ji kur hatî û tu kî yî?
Aþiq digot: Ez mirovekî xerîb im
û ji welateê Helebê hatim.
Wan digot: Tu bi qedrê Xwedê kî çi ilmê te ji hevalê me heye? Gelo te tiþtek ji wî nebihîstiye?
Îro daweta Þah-Senem û Þah-Weled e û siba dê wê bighêzin û me qirar daye, ku dinyaye bi ser serên xwe ve hîlînin heke wan ev tiþt birne serî.

Aþiq Xerîb tembûr li ser çoka xwe danî û qîrek dabû: Ev dinyake pûç e, derwîn e û kewna vê dinyayê pir þêrîn e
Nif´eta tu kurên bavan jê tunîne
Ez bilbilim û rebat im
Ji sibê heya êvaraê ez wek rebat û bilbilan dixwînim
Ez xwedanê tembûra qudretî perde zêrîn im
Awirên min gulên mîrinê saçirmên jehrê ne
Ez nav û dilê dijminan pê dipertînim
Û heke ez serê xwe li her çar qurnên dinyayê biêxînim
Ez heval û holdaþan weke yên xwe nabînim.

Yekî ji hevalên wî digot:
Dilê min yî bi pîrte pîrte.
Tu bi Xwedê kî, tu Aþîq Xerîb î anjî þagirt e?
Digot: Birayo! Ez Aþîq im, Aþîqê zor im.
Ez Xwedanê tembûra qudretî perde bi mor im
Heyf û mixabin Þah-Weled zava ye
û bira zava li dorê rûniþtî ne
Heyf û mixabim sibê dê biguhêzin
Þah-Senema min ya sore

Birano! Dilê min bi kîne-kîne
qehrê dilên heval û holdaþen min girtîne,
Wesyeta Þah-Senemê,
Xidir Ilyas destên xwe li ser rûyê Aþiq Xerîb datîne
Xulqê wî diguherîne
Bisekinin aqil û sewdan xwe bi serê xwe bînin
Heke ne ez Aþiq Xerîb bim, gumana min ji hevalê we Aþiq Xerîb nîne.
Wan hevdu nas kirin û geh kenîn û geh jî girîn û dilþad dibûn. Xwe avêtin stuyên hevdu. Di cî de tev çûne cem dirwarçiyekî û destek cilên ser hev jê re dane çêkrin û hemû çûne ciyê serþokê û xwe þuþtin û xwe bi xemil û rewþ kirin. Wan dabû racengî hevdu û Aþiq diket pêþiya wan. Xelkê li cadê ew nas kirin û ew jî gihiþtin wan û ber bi dîwana zava û birazavan de diçûn.
Dîlan digere, aþiq û hunermendan digotin û xelk tê de germ bûbûn. Tev li tîra zavê rawestiyan. Wan jî Aþiq nas kiri.

Aþiq Xerîb tembûra xwe li ser çoka xwe danîbû û wisa digot:
Ez Aþiq im, Aþiqê ji mêj im
Ez xwedanê tembûra qudretî perde dirêj im
Awirên min gulên mirinê saçirmên jehrê ne
ezê li nava zava û birazavan bipertînim.
Min dît li dîwanê bûbû pirtepirte
û bira çû bira nedigirte

Yek beziye û gihiþte cem Þah-Senem digote:
Aþiqek hatiye nizanim ne Aþiq Xerîb e nejî þagirte e.

Þah-Senem digot:
Qasido bilezîne û serê min li dora serê xwe bigerîne
Ilm û cewabek xêrê ji min re bîne
Toqekî gerdena min qudretî zêrîne
Ew qîmeta bajarê Bexdayê tîne
Mizgîn û bexþiþ tu ji xatûne xwe bistîne.

Yek ji gel digot:
Dayîk û Xuþka Aþiq Xerîb, ku ew hatiye û dibe ku ew kurê we be, min mîzgîniya xwe divê. Xidîr Ilyas kevîkek dabû Aþîq Xerîb, wî jî bi ser û çavêndayêk û Xuþka xwe dakir û ew vegeriyan weke berê. Qazîdê berê hatiye derê dîwanê û tam û esih zanîbû, ku ew mirov Aþiq Xerîb e.

Dîsa zivirî cem Þah-Senemê û digot:
Þah-Senemê dilê min bi pirtepirte
Zava û birazava yekî yek nedigirte
Min pirs kir ew Aþiq Xerîb e û ne þagirt e.

Þah-Senem dihilhilîne
Destê qasidê xwe sê caran diramîse
û li ser serê xwe datîne
Xwedê serê min li dora serê te bigerîne
Tu cemeda dilê Xatûna xwe dihêlî de dipêlînî
Destê xwe li gerdena xelawî di qirka hêlî de dipêlînî.
Kilîla toq difikîne
Toq ji gerden hêlî dertîne
Di destê qasidê xwe de datîne
Qasido! Tu xêrê li herdu dinyayan jê bibînî
Yeqîn bike ji Rebil-alamîne
Qîmetê nîvê bajarê Baxdayê tîne.
Þah-Senem Xatûn xwe bi oda bûkantiyê digihîne
Xeml û xêza xwa ya bûkantiyê ji mal dertîne
Bejin û bala xwe ya zirav û nazik pê dixemlîne
Çavên belek ji kilê sibhanî barkirine
Lingên xwe di þimikên Entabê de dixîne
Xêl û sipî çola hevrîþim bi ser bejna
xwe ya zirav de dixuþîne
Û haja kesekî ji Þah-Senem Xatûnê nîne
Û qesta dîwana zava û bîrazava bi lingên xwe kirîne.
Li derê dîwanê sekinî, li wan dikir silave:
Xêl û sipî çala herîrî bilind kir ji ser herdu çavan:
Serê min biqurban be, dîwana
Aþiq Xerîb lê rûniþtîn li nave.

Þah-Senem hat û gote xuþka Aþîq Xerîb:
Here çîqekê bi wê de û digot:
Xuþka Þah-Senem rêka min û rêka bîre
Hêstirên min nediketin avan û kaniyan û xedîran.
Û ez di bextê te de gazinan ji min neke,
Aþiq Xerîb bîrakê min yê þîr e.

Digot: Dayîka wî bi wir ve here da ez li cem
Aþîqê xwe rûnim!
Dayîkê lê vegerand û digot:
Þah-Senema minê
Sê wextan min dabû Aþiq Xerîb þîre
û heft salan ez bi Aþiq Xerîbê xwe re bûm êsîre
Çil rojî min Aþiq Xerîb nedît, ez dibûm kore

Þah-Senem digot:
Dayê pîrê heke tu naçî bi wir ve
Xwedê wekîl be ezê niha xwe
bihetikînim û rûnim di dawê de.
Þah-Weled çavên xwe dîgerîne
ji birazava yekî jî li dora xwe nabîne
û bala xwe dayê, ku tiþtekî xêrê
li ba heval û holdaþên Aþîq Xerib nîne.

Lewma got:
Gelî camêran hûnê Xwedê bihebînin
Vê kêf û þahiyê me biterkînin
Hûnê Þah-Senem ji Aþîq Xerîb re biguhêzin
û berdêliya wê ji min re xuþka Aþiq Xerîb bînin.

Xuþka Aþiq Xerîb ji Þah-Weled re guhastin û Þah-Senem jî Aþîq Xerîb re guhastin. Gava Aþiq Xerîb qesda koza wê kir Emîn Cibrayîl rihê herduyan distîne.