PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Ehmedê Mala Mûsa


Ehmedê Mala Mûsa

Ax... heywax li min, heywax li min... lê mala minê
Heyfa dilê min mehkûmê, min rebenê lê dil ketinê
Ehmedê Mala Mûsa çawa mi dixwazî lê mi nadinê
Hûnê çawa bikûjin xweþmêra ji bo xatirê mi rebenê xweþik jinê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavên reþ û belek hûn dibînin îro ax ketinê

Ax.. dayê Ehmedê Mala Mûsa çi xweþmêr e, hunermend e lê, tembûrvan e
Tesbîhê di destê wî de ji kevrê þadî, lê ji kehreban e
Ew mêrxasê xweþmêra nekuje bi Xwedê ezê bêjim:
Ew e mêrê bi sed mêran e
Ew nemerdê Ehmedê min bikuje hawar ew ji bera gur û rovî lê xayina ne

Ax.. dayê pêre hatî cejn û îda vê Qurbanê
Keçik û kurikê me derketin govend, þahî lê vê dîlanê
Salihê pismamê min bang kir got:
Te por kurê Ehmedê Mala Mûsa birîndar e li aliyê le... di eywanê
Gava ez çûm mi bi çavê serê xwe dî, hawar e dayê...
Dilê min þewitî lê agir danê
Heywax li min heywax li min mala minê
Heyfa çavê reþ û belek dibînin hawar, dibînin ax ketinê

Çavkanî : Seîd Axayê Cizîrî
Berhevkar : Þivan Perwer


Þivan Perwer

Kurdistan Welatê Kurdaye - Her Bijî Kurd û Kurdistan

http://www.pdk-xoybun.com

http://www.xoybun.com/extra/slide/Unbenannt-2.swf

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Newroz_Kurdistan_PDK_Xoybun_x1.jpg

http://www.pdk-xoybun.com/nuceimages/Nexise_Kurdistane_PDK_b.jpg