PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Encama Damezrandin û Ketina Komara Kurdî


Heke mirov li þahiya Damezrandina Komara Kurdî ya Pîroz û li þîna Ketina wê temaþe bike, mirov dikan pir encaman jê derxîne. Hin ji wan encaman:

1. Tevgera Rizgarîxweza Kurdistanî li Rohilata Kurdistanê Tevgereke niþtimanperwer, pêþverû û dadmend bû.

2. Ew Tevger, wek hemû Tevgerên Kurdistanî, di naveroka xwe de, Tevgereke niþtimanî û gelêrî bû, rê dabû her niþtimanperwerekî Kurd, ji hemû çîn û warên civaka kurdî, lê xwedî derkeve, cihê xwe têde bigre û têkoþîna xwe pêþkeþ bike.

3. Mirov dibîne, ku her carê li beþekî Kurdistanê Tevger bilind dibe û Þoreþ pêktê. Lê hemû Tevger, Rabûn û Þoreþên Kurd jibo yek armancê û yek dozê ne.
Ev jî Doza Gelê Kurd û Kurdistanê ye. Mebest jê ew e, ku berwedanên qehremanî lidijî dagîrker û hevalbendên wan, lidijî zordarî û çewsandinê bê kirin û jibo rizgarkirina axa Welêt, azadiya Gelê Kurd û serbixwetiya Kurdistanê têkoþînîn çalak û hawbeþ werin pêþkeþkirin.

4. Aramnca Tevgerê li Rohilata Kurdistanê Yekîtiya hemû hêzên beþên Kurdistanê û Avkirina Kurdistana Mezin jî bû.

5. Komara Kurdî ya Dêmokrat yekemîn Komar bû, di wê demê de, li Rohilata Navîn, ku têde kar bi awayekî dêmoraktî, parlamêntarî, azadî û aþitî dihat gerandin. Archi Roosevelt, Karmendê beþê leþkerî di Balyozxana Amêrkî de, li Tehranê, dema ku di sermaweza 19946 de tatibû serdana Mehabadê û bi Parlamênta Kurdî û Serok Qazî Mihemed re pêwendî kir, ecêb dît, ku bi çi awayî û di bin çi atmosfêrê de jiyana rojane li Mehabadê pêþve diçe.
Gava ku Roosevelt veriya Tehranê ji Balyozxana Amêrkî re diyar kir û got: "Gelê Kurd zor hez dike, di Komara xwe ya Dêmokrat de, di bin Sîstêmeke Fêdêral de, wek li Amêrkaya Yekgirtî, bijî. Heke Amêrka, di rewþa niha de, naxweze piþtgirtiya daxweên Kurd bike, tu sedem nînin, ku Amêrka bihêle ev Komara Kurdî têkbiç".

6. Yekîtiya Soviyêt hebûna xwe ya leþkerî, li Rohilatî Kurdistanê, wek hêzekî dagîrker neda xwiyakirin, daku, xwe ji verxwedana gelêrî ya kurdî biparêze. Soviyêt xwe wek hevalbend jibo gelê Kurd da diyarkirin û rê da wî, ku Komara xwe ya pîroz ava bike.
Lê Soviyêt li ser rûxandina Komara Kurdî, ji aliyê dagîrkerên îranî ve, bêdeng ma, jiberku mebest ji Avakirina Komara Azerî û ya Kurdî ew bû, ku Soviyêt hin armancên xwe yên siyasî û aborî pêkbîne. Soviyêt sozê dayîna top û tangan jibo Komara Kurdî pêknehanî, Soviyêt zanîbû, ku berxwedana Komara Kurdî, bi Þervanên Siwarkî û bi tivingan, lidijî hêzên xwînrêj yên dewleta îranî, yên bi top, tang û balefiran, tucarî dirêj nake.
Bêguman jiyana Komaran, di dema aþtiyê de, bi çekên sivik jî dibe. Lê domkirina Komara Kurdî, lidijî hêriþên dagîrkerên hov, bê alîkariyeke çekdarî û siyasî ya navnetewî, nedibû.

Li ser nivîskar

Îzzedîn Nasso ji çayê kurmênc, Baþurê Bicûk e. Wî xwendina xwe ya zanîngehî li Berlînê xwendiye û bû 25 sal li derveyî welêt dijî. Wî xebateke çalak di Tevgera Xwendekarî de li Evropa kirye. Ev zimanzane û mamostê zimanê kurdî ye. Mamoste Nasso gotarên hêja di warê zimên û warên din de dinivîse. Ev pirtûkeke "Fêrbûuna Zimanê Kurdî bi Almanî" û pirtûkeke "Matêmatîk bi Zimanê Kurdî" amade kirye. Momoste Nasso endamê Komîta Karger e, ya Înstîtûta Kurdî jibo Lêkolîn û Zanist li Berlînê û endamê Korî Zanistî ye. Ew digel hin zimanzanên din Ferhenga Kurdî, ya helbestvanê niþtimanperwer "Hejar", ji tîpên Soranîû Farisî werdigerîne tîpên Kurdîû Latînî.

Întrêsa mamoste Nasso li ser Ola Êzidîtiyê pir mezin e û ew alîkariyan di berhevkirin û rastnivîsa Nizayên Êzidiyan de dike.