PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



Berî 20 salan ...


Îdo Bavê Þêx


Bi rojekê piþtî cimaiya Þîxadî û sê rojan berî serjimêra giþtî li Îraqê, recîma partiya Ba‘s biryar dabû, ku Êzîdiyan wekî beþek ji beþên ereban binivîse. Di roja 14.10.1977an de Extiyarê Mergehê, Bavê Þêx Hecî kurê Þêx Simayîl, çû dilovaniyê û ji vê cîhana pir bi xem û kul barkir. Eynî di wan rojan de wî ciwanmêrî pir caran wisa digot: Bila Xwedê rihê min bistîne berî ku ez bibînim, bê çawa ev komara zalim me Êzîdiyan wekî ereb binivîse û hesab bike. Xem, derd û nexweþiyên vê cîhanê dilê wî yê paqij û tije xêr û bêr û dilovanî guvaþt û birîndar kiribû.

Lê wî hindek caran di bin lêvan de rêcîma komara Îraqê bi guneh dikir. Bavê Þêx kiras guhert û çû dilovaniyê - Xwedê û Tawisî-Melek wî bi rehma xwe þah bikin. Êzîdî ji her alî ve ber bi Ba‘dra Mîran ve diçûn, ji bo vî ciwamêrî bi cî bikin. Pir mirovên din jî hatin, hindek berpirsiyarê komara Îraqê jî hatin, ligel ku ew ji Bavê Þêx ne xweþ bûn. Berçavî gel û dinyayê wan ti çarên din ji xwe re nedîtin.

Wan mirovan laþê Bavê Þêx bêtir ji kîlomitrekê liser milan hildigirtin. Qewal, Feqîrên Þîxadî û Xizmetkarên Mala Þîxadî heya goristanê gundê Bozan bi laþê wî re hatin, daku wî li goristanê wî gundî veþêrin.

Ne dûr e, ku pêwendiyên Bavê Þêx Hecî li gel bizava netewî re hebûn. Em dikarin bibêjin, ku ew, rehmetiyê Bavê Çawîþ Pîr Çerût û Pîr Mamko ji desteka pêþî bûn li herêma Welatê Þêx. Hên wê demê pêwendiyên wan ligel rewþenbîr, xebatkarên niþtimanperwer û welatparêzan hebûn, mîna rehmetiyê Enwer Mayî, Salih Yûsifî, Þakir Fatah, Þahîn Sofî û rehmetiyê Mela Xelîl Þêxanî.

Þakir Fatah, yê ku di sala 1948 an de serekbajarê Welatê Þêx bû bi vî þêweyî liser Bavê Þêx dipeyvî: "Di nav têgihiþtiyên Welatê Þêxan de Bavê Þêx Hecî ji wan mirovên nerm û mêrxas bû".

Þêx Hecî wê demê hên nebûbû Extiyarê Mergehê. Rehmetî di roja 15.9.1954 an de ji nû ve hewaket ser ciyê Extiyarê Mergehê. Bavê Þêx Hecî her û tim alîkar û piþtgirtiyê nivîskar, rojnamevan û ramandarên welêt bû. Li gor taqeta xwe bersiva giþtan dida. Yek ji wan nivîskar û lêkolînvanên biyanî, yê ku hevpeyvîn bi Bavê Þêx re kiribû Abdilrezaq El-Husênî bû.

Ew jî ji koka xwe ve ereb e. Vî mirovî jî wisa liser Bavê Þex digot: "Min bêtir ji carekê Bavê Hecî dîtiye û çend caran pê re rûniþtime, ev jî li mala wî li Baedrê bû. Dîtina Bavê Þêx pir dûr û berfireh bû, ew zîrek jîr û pêkhatî bû". Her wiha pir zaneyên cîhanê, yên bi nav û deng name jê re þandine, weke Dr. Polis Herb û Dr. Ferheng Mehir ji dezgeha kelepûrên milî li Îraqê. Mixabin ew name niha ne liber destên me ye.

Bavê Þêx Hecî roleke layîq, berçav û hêja di warê civakî de lîstibû. Gera wî di nav milet de her bi xelat bû, Qewl û Beytên Êzîdiyan her û tim karê wî bûn. Þîreta wî ya pêþî û dawî li Êzîdiyan daxwaziyî û kiþandina tifaqê bû. Ji wan dixwest, ku biratiya gelên din bixwazin. Pir caran pirgirêkên zor û zehmet çareser dikir. Ew tim li dijî qelenê zêde û fehþ radiwestiye û kirîvantiya mirîd û mirîd qebûl nedikir. Di destpêka salên heftêyî de wî li gor daxwaziya Êzîdiyan deng bilind kir û got, pêweist e hindek ji xêratên Êzîdiyan li avakirin û nûkirina Mala Þîxadî mesref bibe.

Ev daxwazî hildabû ber destên Mîrê Þêxan. Bê qedar kêf û eþqa xwe ji xwendin û xwendevanan, ji nivîsandin û nivîskaran ditanî û digot, ku ew pir poþman bûye, çima fêrî xwendin û nivîsandinê nebûye. Di salên heftêyî de keç û xortên Êzîdiyan daxwaziyek derxistin meydanê, ku Qewl û Di‘ayên Êzîdiyan werin civandin û danhev. Ji bo vê sedemê jî ew çûn cem Qewlbêj û oldarên Êzîdiyan. Bavê Þêx Hecî zêde kêfa wî ji vê pêþniyazê re hat û piþtgiriya wê kiribû.

Di çavpêkeftinekê bi van xort û keçan re wî digot ku ciwanên Êzîdiyan li rastiya ola xwe digerin û dê bibînin. Ji niha û pê ve dê xebatê bikin ji bo bicîanîna vê armancê. Mela Xelîl ji bo serdaniya Bavê Þêx Hecî helbesteke pir hêja û giranbiha þandibû. Em Xwendevanên Êzîdiyan sipasiya wî dikin.