SibeSibeRojhilat bi rengê zêr û zîv eKosret li ser mijê ye, sifarî ye Duh ji berfê sîstir bû mij Îro xweliya êgir e, risasî ye Çile ye, lê wek demek ji biharê Erd nerm e, hewa nerm e, sibeheke aþitî ye Dîk bang dike, dû bi ser kulekan ket Li jêr xule-xula avê, çavkanî ye Çivîk dixwînin, lê gol bêdeng e Hîn di xewnên þevê da ye, zîvînî ye Rojê lê da, pelên þevnemî diçirisin Zevî þîn bûne, keskezer û çîmanî ye Bayekî sivik dilîze bi pelên dara bîyê Dem çû, êdî zerþîn û þerabî ye Duguhure dem bi dem, deqqe bi deqqe Wek rojên payîzê ne, heryêk yêke dî ye Binêr nuha jî dûmaneke tozpembe Lê ew jî çû, çiya reng bi reng in û ezman binewþî ye © Kemal Burkay : Çileyê Pêþîn, 1994 Kemal Burkayhttp://www.pdk-xoybun.com |