PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



EYÞANÊ


EYÞANÊ

Eyþanê digot Mehemedo lo bira
Mêrga mele kaniya guzê biþewite li zeviyê
Xweyinga te satila xwe avêtî milê xwe diçû ser kaniyê
Lawê Îbrahîmê çaçan bi zorê hatibû ruyê min zerîyê

* * *

Mehemed digot lê lê Eyþanê xweyîngê
Bila ehd û wehde li canê birayê te ketibe
Birayê te sibê vê çaxê lê dixe lawê ibrahîmê çaçan dikuje
Bila li birayê te were xezebê ezemet paþa
Dest û lingên min qeyd û kelepçê bixîne
Çend saleka birayê te bigerine li sirgunê li xeribiyê

* * *

Bi rebena bira me lê lê
Birîndarê gulla me de lolo
Li dara Dinyayê min tiþt nekir
Sebeba birayê xwe bi tenê me gidî

* * *

Eyþanê digot Mehemedo lo bira
Mêrga mele kaniya guzê biþewite li zeviya ketê
Xweyinga te satila xwe avêtî milê xwe diçû ser kaniyê
Lawê Îbrahîmê çaçan bi zorê hatibû ruyê min hurmetê

* * *

Mehemed digot lê lê Eyþanê xweyîngê
Bila ehd û wehde li canê birayê te ketibe
Birayê te sibê vê çaxê lê dixe lawê ibrahîmê çaçan dikuje
Bila li birayê te were xezebê ezemet paþa
Dest û lingên min qeyd û kelepçê bixîne
Çend saleka birayê te bigerine li derîyê dewletê

* * *

Bi rebena bira me lê lê
Birîndarê gulla me de lolo
Li dara Dinyayê min tiþt nekir
Sebeba birayê xwe bi tenê me gidî

* * *

Sibebû Mehemed ji malê derket lez kir dilezîne
Mîrata tifingê digirt saralixê fîþengan li bejna ziravê nazik diþidîne
Derkete derê malê bi sê dengan li lawê îbrahîmê çaçan kir qêqîne
Gote lawo xweyînga min layîqî devê te nîne

* * *

Van herdû zilaman li ber hev sekinîn li meydanê
Dest bi dest qapaxên serê hevûdû ve danîne
Mehemed lê dixist qapaxa serê Lawê Îbrahîm çaçan ji erdê hiltîne
Îbrahîm bi salê xwe mezine, emrê wî pêncî û pênc sal dîne
Bazda alî malê mîrata tifingê ji malê hiltîne
Ji pare ve derbekî berda, Mehemed li kêleka lawê xwe de werdigerîne

* * *

Kevþa van zilaman rabû, tevayê amîra li ser cinazan sekinîne
Tevan þahidiya bêbextî dabûn, digotin herdûyan xwebixwe berî dane hevdû, hev kuþtine
Ezê bala xwe didimê, cinazê lawê Îbrahîmê çaçan ji meydanê hilanîne
Lê lê Eyþanê porkurê rabe cinazê Mehemed ji meydanê hilîne
Yazixa mêrane bila cinazê wî li ber germa havînê nemîne

* * *

Bi rebena bira me lê lê
Birîndarê gulla me de lolo
Li dara Dinyayê min tiþt nekir
Sebeba birayê xwe bi tenê me gidî

Gotin : Dengbêj Zahiro