PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



DELAL


DELAL

Ayyyy lê delal lê lê Delal lê lê Delal lê lê Delal
Hehu lê Delal sibeye diçûme Diyarbekira rengîn
Ji kula dilê min û te re biþewite xwe+ mesken e,
Ji êvar de gemî qayikan xwe berdane dûne
De yaka sîne yakanî dine,
Ji êvar de gemî û qayîkan xwe berdane dûne
Ji bextê min û te re gundî malî derî cinar bûne fesad, fesadiya xwe kirine
Weyla pîrê me yên heftê salî rabûne bengî bûne
Digotin dilê qîza filankesê lawê bêvan kesê di hevdûne
Lo lawiko ji êvarde yan kuþtina te ye,
Yan berdan û edama jê di mine
Emê rabin bi destên hevûdû bigirin berê xwe bidin welate ji welatê di jêrîne
Bila kesekî nizanibe em ji ku ne
Emê bêjin em qandar û qatil û xwînîne, dê û bavên be kuþtîne
Em ji ber dewleta osmaniyan revîne, kesên me tunîne
Dema gotin hûn ci yê hevûdûne,
Emê bêjin em xwîþk û birayên hevûdûne
Dema gotin rengên we ne yekin
Emê bêjin, kalê bavê me yeke, pîre dayîkên me dudu ne lêêêêêêê

* * *

Ax tu mikra ji mikranî lêêêêêêêêê

Hehu çîçeka li destê xortanî
Sênca Helebê, teniya bi donê, qîra bi qitranê
Tu bû agir ketî canê mêrê bisulmanê
Gotin derewînê, bazar xirabê, te xêr ji bazara xwe nediyê,
Sebeb tu ji xwedê netirsiya, di dawiyê de bû sebeba terî, canî û ciwaniya min ê lêeeeeeee

* * *

Ayyyy lê delal lê lê Delal lê lê Delal lê lê Delal
Hehu lê Delal sibeye diçûme Diyarbekira rengîn
Ji kula dilê min û te re biþewite xweþ qenter e,
Ji êvar de gemî û qayîkan xwe berdane sere
Koþka qîza qiral li ser e, qîzik dîlber e, lawik esmer e
Xizêma pozê têliya mina delal hemû ji zêrê zer e
Keçikê digot lawiko, tilî bêçiyên min ji tere qelem e
Nava deqa sing û berên min defter e
Rabe çend saleka deynê dewletê tê de binivîse
Navniþana min û xwe bigire bavê ber e lêêêêêêêê

Gotin : Dengbêj Zahiro