PARTIYA DEMOKRAT´A KURDISTAN - XOYBUN

PDK - XOYBUN



SERAYA MAMED AXA


SERAYA MAMED AXA

Lêêêê Serayê lê lêêêê
Sibeye bila li me nehata bêhna bayê ecem bayê þerqê
Bêhna bayê bêlubaþê çep û rast lê nexe di ser me da gure gure
Gelî gundî malî cinarno ca bala xwe bidinê
Ezê li xizêma pozê Seraya Mamed axa dinêrim bi çerxe bi dolabe
Ketiye serê govendê tew tew dike tê û diçe dizivire

* * *

Bila li dem û dewrana Dinyayê tajiya mirov nêçîrvan be
Hespê mirov beza be, tifinga mirov sertacê tifingên xelqê be
Yeka mîna Seraya Mamed axa berdilka dilê mirov be
Mirov li dîwanê axa û axalera rûnê methê xwe bide, hayê hayê pê bifire
Lê Serayê têlî Serayê, þîrîn Serayê, têlî serayê.

* * *

Lêêêê Serayê lê lêêêê
Bihare bila li me nehata bêhna bayê ecem bayê þerqê
Bêhna bayê bêlubaþê çep û rast lê nexe, di ser me da neyê bêhna bayê gulo
Bihare li welatê me Serhedê daran pelên xwe weþandin bi guliyan ve neman çilo
Gelî gundî malî cînarno ezê duakî dikim hûn tev bihevre bêjin amîn
Belku herçî êþ û elema canê Seraya mamed axa de heye here canê sêfî Silo
Lê Serayê têlî Serayê, þîrîn Serayê, têlî serayê.


Gotin : Dengbêj Reþo