Dîroka Mîrgeha Þêxan Pîr Xidir Silêman Berî peydabûna Mîrgeha Þêxan, çend Mîrgehên Êzîdiyan din hebûn weke Mîrgeha Dasina Bakûr û Dasina Baþûr, ya ku bajarê Dihokê paytexta wê bû. Di pirtûkên dîroka Rohilata Navîn de li ser Mîr Caferê Dasinî û þerên Êzîdiyan bi serokatiya wî xweþmêrî li dijî Mûtesem Bilah, Xelîfê dewleta Ebasiyan, di sala 805 piþtî Îsa, hatiye nivîsîn. Wî digot, ku Mîrgeha Êzîdiyan li jora bajarê Mûsilê bû. Piþtî peydabûna Mîrgeha Þêxan, çend Mîrgehên din jî li cihên din peyda bûn, weke Mîrgeha Mehmûdî û Dimilî û Behrûnî. Nivîskar Enwer Mayî Sebaret di vê derheqê de dibêje: "Li gundê Aþût berî 300 salî Mîrgeha Êzîdiyan bi navê Mîrgeha Bahrûnî hebû." Enwer Mayî di rûpelê 11. yê pirtûka xwe de dinîvîse: "Dihok paytexta vê Mîrgehê bû ji kevin de û heya sala 1236 piþtî Îsa. Vê Mîrgehê demeke dirêj berdewam kir. Mîrgeha Þêxan piþtî hilweþandin, kavlîbûn û nemabûna vê Mîrgehê peyda bû, ya ku paytexta wê gundê Ba‘adrê bû. Li gel ku kêm li ser vê Mîrgehê hatiye nivîsîn, em dizanin ku wê rolekî pir mezin û xuyayî lîstiye". Mehfûz Ebasî di pirtûka xwe Mîrgeha Behdînan de di derheqa Þêxan û Êzîdiyan ev tiþt nivîsiye:"Herêma Þêxan yanî Welatê Þêxan cî û bingeha peydabûna Êzîdiyan e û di dîroka Êzîdiyan de rolekî xuyayî û bilind lîstiye." Her wiha Mîrgehên, ku nêzîkî vê Mîrgehê bûn, hesabê wê dikirin û jê ditirsiyan anjî newêrabûn kirê (bela) xwe li Êzîdiyan bixin. Ev rewþ wisa didomîne, heya ku Mîrê Kor di sala 1832 de piþtî Îsa fermana Êzîdiyan radike. Dara Êzîdiyan ya geþ hate þkandin. Sînorên Mîrgeha Þêxan berî vê fermanê ev bûn: Ji çemê Zabê Mezin û heya çemê Xabûr û devera surçiya û digihiþte Herîrê û Welatê Þêxan ya niha û çiyayê Meqlûb û devera Silêvaniyê û heya çemê Diclê yanî Ava Mezin û bajarê Dihokê. Êzîdî di vê herêmê de pir xilbebûn. Mîrê yekemîn, yê Mîrantî li Dihokê kiribû, Mîr Hesenê kurê Mîr Sêvdîn bû. Wî di sala 1486 de hikim kiriye. Di dema Mîr Hesen de Mîrgeha Þêxan kete bin sîbara Mîrgeha Amadiyê de navbera wan pir xweþ bû û cihekî xweî layîq li cem Mîrê Amadiyê hebû. Di dema Mîr Simayîl de, Mîrê Amadiyê, dilmaniyek dikeve navbera Mîrê Amadiyê û pismamên wî. Çol Begê Mîrê Þêxan radibe piþgiriya pismamên vî Mîrî dike. Mîr Simayîl jî çaxê keysa wî li Çol Beg tê, wî di koçika axayê Dina de anko ya Kor Nemir Axa di sala 1795 de dikuje û Xencer Beg di þûna wî de dike Mîr. Lê piþtî salekê dîsa Xencer Beg ji Mîrantiyê dixîne û Hesen Beg, kurê Çol Beg li þûna wî dike Mîrê Þêxan. Mîr Birahîmê - Derwêþ Adem Ev mirov bavpîrê yanî kalikê pêþiyê Mala Mîrên Þêxan e. Ew jî hevalçerxê Þîxadî yê yekemîn e. Wekî ku di Qewlê Þîxadî de tê gotin, çawa Mîr Birahîm dibihîze Þîxadî ji þamê hatiye Laliþa Nûranî, ew radibe xwe lê digre û qesta wî dike. Wê demê Mîr Birahîm Mîrê welatê Xuresanê bû. Paytexta wî jî Kelha Cerehiyê bû. Di pirtûka "Qelayed El-Cewahir" de tê gotin, ku Mîr Birahîm û çend dewrêþ û dîndaran ji Cerehiyê qesta Laliþa Nûranî dikin û hiner û keremetên Þîxadî bi çavên xwe dibînin û Þêxantiya wî qebûl dikin. Piþtî dilmanî û nebaþî dikeve navbera Þemsaniyan û Mala Adaniyan û ji aliyê din ve jî þer di navbera paþayê Mûsil, Bedredîn Lûlû û Þêx-Sin û neviyên wî, binemala Mîr Birahîm, Pisê Dewrêþ Ademê Qatanî, Mîrantiya Þêxan ji xwe re distînin. Ev malbat heya îro jî Mîrantiya Êzîdiyan dike. Mîr Elî Beg Mîr Elî Beg kurê Mîr Hesên Begê kurê Elî Begê Mezin e, kurê Hesen Beg e, kurê Çol Beg e. Li gor gotinên Êzîdiyan ev Mîr, Mîrekî bi xîret û rûmet bû û wî pir xebat ji bo rewþxweþî û serfiraziya Êzîdiyan kiriye. Kar û barên wî, yên bi rûmet û giranbiha diyar û berçav bûn. Ew li dijî mebest û armancên Generalê Osmaniyan, Firiq Paþa radibû û nehiþt Êzîdî bibin leþkerên Osmaniyan. Her wisa wî þerê plan, xap û leystikên vî Generalê mêrkuj, yê ku dixwest Êzîdiyan bi darê zorê bixe misilman, xirakir. Jiber vê berxwedana wî jî Osmaniyan wî û Meyan Xatûna þêwirdara wî ji bo 7 salan derader (nefî) kirin bajarê Sêwasê. Ew bi nefîkirina xwe û ya Meyan Xatûn razîbû, lê ne razî bû, ku Êzîdî leþkeriya Osmaniyan bikin anjî dev ji ola xwe berdin û bibin misilman. Piþtî ji nefiyê vedigere, wî pir perestgeh û qubên nûjen avadike. Pêwendiyên xwe li gel Nûrî Paþa, Paþayê Mûsilê, tozekê baþ kirin. Armanca min ji vê gotarê ne kêmkirina Mîrê Êzîdiyan e, lê belê ez dixwazim beþekî ji dîroka vî gelê perþkestî û kêmketî ji xwendevan, welatparêz û rewþenbîrên me re zelal bikim. Lawên Çoloyê Elmemanî di sala 1913 de radibin Elî Beg li ser banê Qesra Ba‘edrê dikujin û li ciyê wî kurê wî Se‘îd Beg, yê emrê wî 12 sal bû, dideynin. Dayîka wî Meyan Xatûn ku 80 sal bêtir emir kirbû, bûbû þêwirdara wî. Dibêjin, ku Mîr Elî Beg pir mal û pere dixist devên karbidestên Osmaniyan ji bo sitara Êzîdiyan. Çiqas sal wî 400 pêþberiyên zêr didane paþayê Mûsilê û nêzîkî 1000 pêþberiyên zêr diyarî ji bo Nûrî Paþa didan. Daxwaziya wî ji Nûrî Paþa ew bû, ku ew pirtûkekê bi diristî û rastî li ser Êzîdiyan binivîse, daku Êzîdî ne weke mirovin bê Xwedê anjî Xwedênenas bêne naskirin. Wekî din jî pêwist bû, ku di vê pirtûkê de were xuyakirin, ku Êzîdîtî oleke dûrî Misilmantiyê ye û oleke serbixwe ye. Bi vî rengî wî dixwest, ku Êzîdî neçin eskeriya Osmaniyan û Laliþa Nûranî bimîne perestgeha Êzîdîtiyê. Wê demê biryarek hatibû standin, ku Laliþê bikne medreseke ola îslamê. Hingî vî Mîr Alî Begê devê Osmaniyan tije kir, ji bo ev tiþtê li dijî mirovatiyê neçe serî, pir nivîskarên ereban navê wî danîbûn "Mîrê Bertîlan". Mîr Tehsîn Beg Mîr Tehsîn Beg kurê Se‘îd Begê kurê Elî Begê ye. Ew di sala 1931 de li Ba‘edrê ji dayîka xwe re bûye û di sala 1944 de piþtî mirina bavê wî Se‘îd Beg Êzîdiyan biryar stand, ku Tehsîn Beg bibe Mîrê Þêxan. Lê jiber ku ew 13 salî bû, dapîra wî Dayê Meyan Xatûn bû þîretkara wî. Mîr Tehsîn Beg heya îro jî di xizmeta ola Êzîdîtiyê û Laliþa Nûranî de ye. Gel bi piraniya xwe jê razî ye, heya em dikarin bibêjin, ku mirovên biyanî jî jê xweþ in û ew bi nav û deng e. Ji bo vê kar û barê wî yê pîroz jî pir mirovên çavsor û hindek serekmîrgeh û serekpartî li kuþtina wî digiriyan. Tawisî-Melekê wî her û her destên xwe datîne ber û nedihiþt û nahêle bê kuþtin. Di destpêka salên 1970 de ew derketibû dervayî welêt, jiber ku zor û zilmiya komara Bexdayê li ser gelê xwe qebûl nekir, lewra jî Komara Bexdayê Mîrek li gor kêfa xwe danîbû ciyê wî. Ew jî Bazîd Beg bû. Lê Êzîdiyan Mîrantiya Bazîd qebûl nekir û her piþtgiriya Mîr Tehsîn Beg dikirin. Pirs û þêwra wî di vê dema teng de bi birayê wî yê jê mestir Xêrî Beg re bû. Di sala 1982 Mîr Tehsîn Beg vedigeriye welêt û pir biryarên hêja û giranbiha standin. Wî qelen pir kêm kir û daxistibû perekî pir hindik. Mîr Tehsîn Beg xwe tucar ji gelê xwe dûr nexist. Tim di nava wan de bû û xwe ji serdanî û cejnên Êzîdiyan nedihiþt. Ev 53 sal e, ku ew Mîrantiya Êzîdiyan dike û em hemû zîdî emrekî dirêj û bê êþ û derd jê re bi dil û can dixwazin. Ev lêkolîn min ji ber pirtûka Þêxan û Þêxanbegiyê, ya ku min û li ser Þêxanîyê di sala 1988 de çapkiribû, nivîsiye. Di hejmara din de em dê li ser hendek Mîrên din binivîsînîn. |